Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 8

Çi ye Padşatiya Xwedê?

Çi ye Padşatiya Xwedê?
  • Çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa Padşatiya Xwedê?

  • Padşatiya Xwedê wê çi bike?

  • Padşatiya Xwedê wê kengê qirara Xwedê li ser erdê biqedîne?

1. Derheqa kîjan dua emê di vî serîda xeber din?

ÎSA Mesîh şagirtên xwe hîn kiribû ça ewana gerekê dua bikin. Eva dua îro gelek eyan e. Di vî duaîda, fikirên gelek ferz hene. Sê tiştên pêşin, yên ku di vî duaîda Îsa ji Xwedê hîvî dikir, wê alî me bikin, wekî em pêbihesin ku Kitêba Pîroz çi hîn dike derheqa Padşatiya Xwedê.

2. Derheqa çi sê tişta Îsa gote şagirtên xwe, wekî ewana dua bikin?

2 Di vî duayîda Îsa giliyên usa got: “Lê hûn aha dua bikin: ‘Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be, Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê’” (Metta 6:9-13). Gelo ev sê xwestin çi têne hesabê?

3. Em çi gerekê pêbihesin derheqa Padşatiya Xwedê?

3 Derheqa navê Xwedê em îda gelekî pêhesiyan. Em pêhesiyan qirara wî çi ye, usa jî em pêhesiyan, Xwedê çi kiriye û ew çi dixwaze bike seva meriya li axiriyê. Lê gelo gava Îsa dua dikir, “Padşatiya te bê”, ewî çi dixwest bigota? Gelo Padşatiya Xwedê çi ye? Ça Padşatiya Xwedê wê navê Xwedê pîroz bike? Û orta Padşatiya Xwedê û qedandina qirara Xwedê çi tevgirêdan heye?

PADŞATIYA XWEDÊ ÇI YE?

4. Çi ye Padşatiya Xwedê û kî ye Padşayê vê padşatiyê?

4 Padşatiya Xwedê ew heye serwêrtî, yê ku ji Yahowa Xwedê hate kifşkirinê. Lê gelo Xwedê kî kifş kir ça Padşa di vê Padşatiyêda? Belê, Yahowa Îsa Mesîh kifş kir. Îsa ji hemû serwêrên dinyayê baştir û mezintir e. Ew “Padşayê padşaya û Xudanê xudana” ye (1 Tîmotêyo 6:15). Îsa li dinyayê ji padşayê lapî baş, baştir e û dikare hê zêde tiştên baş bike seva meriya.

5. Padşatiya Xwedê li kîderê ye, û li ser çi wê serwêriyê bike?

5 Lê gelo Padşatiya Xwedê li kîderê ye, li kîjan alî ye? Îsa Mesîh niha li kîderê ye, Padşatiya Xwedê jî li wê derê ye. Dibek jî tê bîra te, wekî paşî mirinê Îsa hate saxkirinê û hilkişiya li ezmana (Karên Şandiya 2:33). Dêmek, Padşatiya Xwedê jî li ezmana ye. Lema jî di Kitêba Pîrozda Padşatiya Xwedê tê navkirinê ça “Padşatiya . . . ezmana” (2 Tîmotêyo 4:18). Rast e Padşatiya Xwedê li ser ezmana ye, lê ew wê li ser erdêra padşatiyê bike. (Bixûne Eyantî 11:15.)

6, 7. Çira em dikarin bawer kin, ku Îsa wê Padşakî lapî baş be?

6 Çira em dikarin bawer kin, ku Îsa Padşakî lapî baş e? Ya pêşin, ku ew tu car namire. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, firqiya orta wî û padşên dinyayê ew e, ku “ew nemirî ye, nava ronayiyêda ye” (1 Tîmotêyo 6:16). Ev tê hesabê, ku hemû kirên baş yên ku Îsa wê bike, heta-hetayê wê karê mera bîne. Û em dikarin guman bin, wekî ew bi rastiyê jî seva kara meriya gelek tiştên baş wê bike.

7 Îşaya pêxember jî derheqa Îsa Mesîh lêdikir, û ji giliyên wî em pêdihesin, ku li ser Îsa wê ruhê Xwedê hebe. Ew wê Padşakî aqil û bîlan, baş û dilrem, û usa jî qayîm be. Ew wê ji Xwedê xof bike û hemû meriyên hêsîr û belengaz, bi rastiyê û heqiyê dîwan ke (Îşaya 11:2-4). Teyê bixwesta bin hukumeta Padşakî usa bijîta?

8. Kî dîsa wê tevî Îsa padşatiyê bike?

8 Ji Kitêba Pîroz em usa jî pêdihesin, ku wê hebin kesên usa, yên ku tevî Îsa wê padşatiyê bikin. Mesele, Pawlosê şandî giliyên usa gote Tîmotêyo: “Heger em sebir kin, emê padşatiyê jî tevî wî bikin” (2 Tîmotêyo 2:12). Belê, Pawlos, Tîmotêyo û usa jî meriyên din ku amin bûn, ji aliyê Xwedêda hatine jibartinê, seva ku tevî Îsa di Padşatiya ezmanada padşatiyê bikin. Lê gelo çiqas meriv wê qedrekî usa bistînin?

9. Çiqas merî wê tevî Îsa padşatiyê bikin, û kengê Yahowa destpêkir van meriva bijbêre?

9 Ji vê kitêbê di serê 7-da em pêhesiyan, ku Yûhennayê şandî dîtinoka usa dît: “Berx [Îsa Mesîh] li serê çiyayê Sîyonê sekinî bû [li ezmana, ciyê xweye padşatiyê] û sed çil çar hezar meriv tevî wî bûn, ku li ser eniya wan navê wî û navê Bavê wî nivîsar bûn”. Lê gelo ev 144 000 meriv kî ne? Yûhenna usa şirovekir: “Evana pey Berx diçin, kuda ku ew diçe. Ewana ji nava meriva hatine kirînê, çawa berê deremeta pêşin ku Xwedê û Berxra bêne dayînê” (Eyantî 14:1, 4). Belê, li vir xeberdan diçe derheqa şagirtên Îsaye amin, yên ku li ser ezmana tevî Îsa wê padşatiyê bikin. Gava ewana bêne saxkirinê seva jîyîna li ser ezmana, ewana wê bibine padşa, wekî “li ser dinyayê padşatiyê bikin” (Eyantî 5:10). Ji şandiyên Îsa destpêbûyî, Yahowa mesîhiyên amin dijbêre wekî hesabê wan bibe 144 000 meriv.

10. Çira ew yek ku Yahowa Îsa Mesîh û 144 000 meriv jibart ça Padşa, hizkirineke mezin e?

10 Ew yek ku Yahowa jibart Îsa Mesîh û 144 000 meriv ça Padşa, kifş dike hizkirina Yahowa hindava meriya. Çimkî Îsa Mesîh rind zane emirê meriya ça ne û çi çetinayê meriya hene. Pawlos derheqa Îsa giliyên usa got: “Serekkahînekî meyî usa tune, ku tengasiyên meda dilê wî ser me neşewite, lê ew ji hemû aliyada cêribandî ye mîna me, lê tenê bêgune” (Îbranî 4:15; 5:8). 144 000 meriv jî, yên ku wê tevî Îsa padşatiyê bikin, li ser erdê dijîtin û rastî kul-derda û problêma dihatin. Ça hemû meriv usa jî ewana tevî gunekariya xwe şer dikirin û mîna hemû meriya nexweş diketin. Lema jî em dikarin guman bin, ku çaxê em rastî problêma bên, ewana wê me rind fem bikin.

PADŞATIYA XWEDÊ WÊ ÇI BIKE?

11. Çira Îsa gote şagirtên xwe, wekî ewana gerekê dua bikin, seva ku li ser ezmana emirê Xwedê be?

11 Çaxê Îsa Mesîh gote şagirtên xwe ku ewana gerekê derheqa Padşatiya Xwedê dua bikin, ewî usa jî gote wan wekî ewana dua bikin, ku bira qirara Xwedê be “çawa li ezmên, usa jî li ser erdê”. Xwedê li ser ezmana ye, û li wir milyaketên wîyî amin, timê qirara wî diqedînin. Lê ji vê kitêbê di serê 3-da, em pêhesiyan ku milyaketek gura Xwedê nekir û dewda Adem û Hêwa wekî ewana gune bikin. Di serê 10-da wê hûr bi hûr bê şirovekirinê, ku çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa vî milyaketî, dêmek Mîrê-cina. Çimkî pêşiyê Xwedê hîşt ku Şeytan Mîrê-cina û ew milyaket yên ku pey wî çûn, dêmek cin, li ezmên bijîn, lema jî em dikarin bêjin ku hebû wede, ku li ser ezmana ne hemû ji efirînên ruhanî qirara Xwedê diqedandin. Lê ev yek gerekê bihata rastkirinê çaxê Padşatiya Xwedê serwêrtiya xwe destpêkira. Gava Îsa Mesîh bibûya Padşa, pêşiyê wê tevî Mîrê-cina şer kira. (Bixûne Eyantî 12:7-9.)

12. Derheqa kîjan du tiştên ferz, di kitêba Eyantî 12:10-da tê gilîkirinê?

12 Di Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê usa tê pêxembertîkirinê: “Hingê min li ezmên dengekî bilind bihîst ku digot: ‘Niha ye wextê xilazkirin, qewat û padşatiya Xwedêyê me, usa jî hukumê Mesîhê wî. Çimkî ew xeybkirê xûşk-birên me [Mîrê-cina] jorda hate avîtinê, yê ku şev û roj ber Xwedêyê me xeyba wan dikir’” (Eyantî 12:10). Te dîna xwe dayê ku li vir derheqa du tiştên ferz tê gotinê? Ya pêşin, ku Padşatiya Xwedê bi serwêrtiya Îsa Mesîh wê destpêke padşatiyê bike. Ya duda jî, Mîrê-cina ji ezmana wê bê avîtinê li ser erdê.

13. Paşî wê yekê ça Mîrê-cina ji ezmana hate avîtinê, çi qewimî?

13 Gelo paşî vê yekê çi qewimî? Di Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Awa şa bin, ezmanno û yên ku wanda dimînin” (Eyantî 12:12). Belê, milyaketên li ezmana gelek vê yekêra şa dibûn, ku Mîrê-cina û cinên wî jorda hatibûne avîtinê, çimkî li ezmana yên neheq îda tune bûn, û hemû efirînên ruhanî îda Xwedêra amin bûn. Û li wir edilayî û tifaqî îda heye. Li ezmana bi rastiyê jî qirara Xwedê tê qedandinê.

Çimkî Mîrê-cina û cinên wî hatine avîtinê li ser erdê, erd bi zulmiyê tije bû. Lê zûtirekê hemû zulmî û neheqî wê bêne hildanê

14. Paşî wê yekê ça Mîrê-cina hate avîtinê li erdê, çi qewimî?

14 Lê çi em dikarin bêjin derheqa erdê? Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Lê wey li erdê û li berê, çimkî Mîrê-cina jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne” (Eyantî 12:12). Niha Mîrê-cina gelek hêrs e, çimkî ji ezmên ew hate avîtinê û wedê wî hindik maye. Ji hêrsbûna xwe, ew kul-derda meriyara tîne, dêmek “wey li erdê” tîne. Di serê mayînda emê hê zêde derheqa vê yekê pêbihesin. Çaxê em li ser halê dinyayê dinihêrin, dibek em li ser pirseke usa difikirin: “Çawa Padşatiya Xwedê wê qirara Xwedê li ser erdê biqedîne?”

15. Qirara Xwedê seva erdê çi ye?

15 Hela bîne bîra xwe, bi qirara Xwedê halê erdê ça gerekê bê guhastinê? Ev yek di serê 3-da hate şirovekirinê. Di baxçê Adenêda Yahowa nîşan kir, ku ew dixwaze wekî erd bibe cinet û meriv li cinetê heta-hetayê bijîn. Lê çimkî Mîrê-cina Adem û Hêwa da şaşkirinê, ew qirara Xwedê hate paşxistinê. Lê qirara Yahowa nehate guhastinê. Ew dîsa jî dixwaze wekî ew gilî bêne sêrî: “Kesên rast wê rûyê erdê, bi mîrasî bistînin û her û her li ser bijîn” (Zebûr 37:29, AB). Padşatiya Xwedê bi rastiyê jî wê evê yekê bîne sêrî. Lê gelo çi cûreyî?

16, 17. Ji kitêba Daniyêl 2:44, derheqa Padşatiya Xwedê em çi pêdihesin?

16 Were em niha pêbihesin, ku di kitêba Daniyêl 2:44-da çi tê pêxembertîkirinê. Li wir em dixûnin: “Di rojên wan padşada, Xwedayê ezmana wê padşatîke ku tu cara xera nebe damezirîne [kifş bike]. Û hukumdariya wî wê bi destê miletekî dinva neyê berdanê. Ewê hemû padşatiyên din parçe-parçe bike, lê ew bi xwe wê her û her bimîne, DT”. Bi vê yekê derheqa Padşatiya Xwedê çi mera eyan dibe?

17 Ji van rêza em sê tişta pêdihesin. Ya pêşin, ku Padşatiya Xwedê wê “di rojên wan padşada” bê kifşkirinê. Ev tê hesabê ku çaxê Padşatiya Xwedê bê kifşkirinê, padşatiyên din jî hê wê hebin. Ya duda, em pêdihesin ku Padşatiya Xwedê wê “her û her” bimîne. Ew wê neyê zeftkirinê û ne jî wê bikeve destê kesekî. Ya sisiya, em dibînin ku orta Padşatiya Xwedê û padşatiya dinyayê, wê şer hebe. Padşatiya Xwedê evî şerî wê bibe. Û di xilaziyêda li ser meriva wê tenê serwêrtîk hebe. Li wan çaxa merî bi rastiyê jî wê bextewar bin, çimkî serwêrtîke usa baş tu car di terîxiyêda tune bûye.

18. Şerê Padşatiya Xwedê tevî padşên vê dinyayê ça tê navkirinê?

18 Kitêba Pîroz derheqa şerê Padşatiya Xwedê tevî serwêrtiyên vê dinyayê, hûr bi hûr şirovedike. Mesele, li wê derê tê gotinê ku rojên paşin, cin wê destpêkin derewa bela kin wekî “hemû padşên dinyayê” bidine şaşkirinê. Lê seva çi? “Wekî wan bicivînin, bona şerê wê Roja Mezin Xwedêyê Hemû Zorayiyê”. Hemû padşên dinyayê wê top bin li “wî ciyî ku bi îbranî jêra ‘Harmegedon’ tê gotinê” (Eyantî 16:14, 16). Ça tê kifşê ji van her du rêza, şerê Padşatiya Xwedê tevî padşên vê dinyayê wê bê navkirinê “Harmegedon”.

19, 20. Çira îro li ser erdê qirara Xwedê nayê qedandinê?

19 Lê bi şerê Harmegedonê Padşatiya Xwedê wê bigihîje çi nêtê? Were em dîsa carekê bînine bîra xwe, qirara Xwedê derheqa erdê çi ye. Yahowa dixwaze wekî erd bibe cinet, bi merivên qedandî û amin tijî bibe, û wekî ewana bi şabûnê wîra qulix kin. Çira ev yek îro nikare biqewime? Meniya ewlin ew e, ku hemû meriv gunekar in, kal pîr dibin û dimirin. Lê di serê 5-da em pêhesiyan, ku Îsa Mesîh seva me emirê xwe da û bi saya vê yekê meriv dîsa wê bikaribin heta-hetayê bijîn. Di kitêba Yûhenna 3:16-da giliyên usa nivîsar in: “Çimkî Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wîye heta-hetayê hebe”.

20 Meniya din jî ew e, ku heçî zef ji meriya zulmiyê dikin. Ewana derewa, qelpiyê û bênamûsiyê dikin, û naxwazin gura Xwedê bikin. Di şerê Xwedêda, Harmegedonêda, hemû merivên zulm wê bêne qirkirinê. (Bixûne Zebûr 37:10.) Lê xêncî van tişta, dîsa menîk heye çira qirara Xwedê îro li ser erdê nayê qedandinê. Çimkî serwêrtiyên vê dinyayê, meriya dev nadin gura Xwedê bikin. Hin jî ewana gelek dilsar in û bi neheqiyê dixwazin bibine xweyê pera. Di Kitêba Pîrozda zelal tê gotinê, ku meriv li ser meriya serwêrtiyê dike seva zîyanê (Waîz 8:9).

21. Ça Padşatiya Xwedê wê qirara wî li ser erdê biqedîne?

21 Paşî şerê Harmegedonê, li ser însanet tenê serwêrtîk wê serwêrtiyê bike. Ev serwêrtî, dêmek Padşatiya Xwedê wê qirara Xwedê biqedîne û gelek qenciyê wê bike. Mesele, ew wê însanet ji destê Mîrê-cina û cinên wî aza bike (Eyantî 20:1-3). Wî çaxî meriv wê bikaribin bi temamî ji qurbana Îsa karê bistînin, ewana tu car wê nexweş nekevin û ne jî bimirin. Wedê Padşatiya Xwedê meriv wê heta-hetayê bijîn. (Bixûne Eyantî 22:1-3.) Erd wê bibe cinet. Bi vê yekê Padşatiya Xwedê li ser erdê qirara Xwedê wê biqedîne û navê Yahowa pîroz bike. Belê, hemû efirînên bînber wê navê Yahowa hurmet-rûmet kin.

PADŞATIYA XWEDÊ WÊ KENGÊ QIRARA XWEDÊ LI SER ERDÊ BIQEDÎNE?

22. Çira em dikarin bêjin, ku Padşatiya Xwedê wî çaxî gava Îsa hê li ser erdê bû yan jî çaxê ew hilkişiya li ezmana, hê nehatibû?

22 Îsa Mesîh şagirtên xwe hîn dikir, wekî ewana derheqa hatina Padşatiya Xwedê dua bikin. Ji vê yekê tê kifşê, ku wî çaxî Padşatiya Xwedê hê nehatibû. Lê em dikarin bêjin ku Padşatiya Xwedê hat, gava Îsa hilkişiya li ezmana? Na, çimkî ça tê kifşê ji giliyên Petrûs û Pawlos, derheqa Îsayê saxbûyî pêxembertiya usa hate sêrî: “Yahowa ji Efendiyê minra got: ‘Heta ku ez dijminên te ji lingên tera pêlik daynim, tu li aliyê minî rastê rûnê’” (Zebûra 110:1, AB; Karên Şandiya 2:32-35; Îbranî 10:12, 13). Dêmek wede gerekê derbaz bûya.

Kulfeta ziyanketî, zara xwe dide ber dilê xwe, ya ku digirî

23. (a) Padşatiya Xwedê kengê destpêkir serwêrtiyê bike? (b) Ji serê mayîn emê derheqa çi pêbihesin?

23 Gelo çiqas wede gerekê derbaz bûye, heta ku Padşatiya Xwedê bihata? Di sala 1870-da, koma meriya yên ku Kitêba Pîroz lêkolîn dikirin, hesab kirin û hatin li ser vê nêtê, ku Padşatiya Xwedê gerekê di sala 1914-da bihata. (Derheqa vê yekê binihêre Elametiyê Zêde ser rûpêla 215-218.) Ev tiştên ku di sala 1914-da qewimîn, îzbat dikin ku lêkolîna wan rast bû. Pêxembertiyên Kitêba Pîroz, yên ku wî çaxî hatin sêrî, eşkere dikin ku Îsa di sala 1914-da bû padşa û destpêkir di Padşatiya ezmanada serwêrtiyê bike. Dêmek wedê Şeytan Mîrê-cina hindik maye, zûtirkê ew wê bê girtinê, em jî hema di vî wedekî kinda dijîn, kîjan ku Mîrê-cinara hela hê maye (Eyantî 12:12; Zebûr 110:2). Lema jî em dikarin bi bawerbûnê bêjin, ku zûtirekê Padşatiya Xwedê wê destpêke qirara Xwedê li ser erdê biqedîne. Ji bo vê yekê tu qe şa dibî? Bawer dikî ku ev yek zûtirekê wê bê sêrî? Ji serê mayîn emê hê zêde pêbihesin, ku Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi hîn dike.