Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 9

Em Rastî li “Axiriya vê Dinyayê” Dijîn?

Em Rastî li “Axiriya vê Dinyayê” Dijîn?
  • Çi di Kitêba Pîrozda derheqa rojên îroyîn hatibû pêxembertîkirinê?

  • Çi tê gotinê di Kitêba Pîrozda, meriyên wedê “axiriya vê dinyayê” wê çi cûreyî bin?

  • Kitêba Pîroz derheqa wedê “axiriya vê dinyayê” çi tiştên baş pêxembertî kiriye?

1. Ji ku em dikarin axiriyê pêbihesin?

DIBEK jî, gava tu di têlêvîzorêda deng û besa dibihêyî, pirs bal te pêşda tê: ‘Gelo halê vê dinyayê wê çawa be?’ Qeziya usa nişkêva diqewimin, ku rastî jî tu kes nizane sibê wê çi serê wî biqewime (Aqûb 4:14). Lê Yahowa zane li axiriyê çi wê biqewime (Îşaya 46:10). Di Kitêba xweye Pîrozda, Yahowa ne ku tenê derheqa qeziya û kul-derdên roja îroyîn pêxembertî da nivîsarê, lê usa jî derheqa kerema, yên ku zûtirekê wê biqewimin.

2, 3. Şagirtên Îsa çi ji wî pirsîn, û Îsa ça caba xwe da?

2 Îsa Mesîh gilî dikir derheqa Padşatiya Xwedê, yê ku wê hemû zulmiyê bide hildanê û erdê bike cinet (Lûqa 4:43). Meriya gelek dixwest pêbihesiyana, ku Padşatiya Xwedê kengê wê bihata. Derbekê şagirtên Îsa ji wî pirs kirin: “Bêje me, ev tişt wê kengê biqewimin? Û nîşana hatina te û axiriya vê dinyayê wê çawa be?” (Metta 24:3). Wî çaxî Îsa caba wan da û got, ku tenê Xwedê Yahowa zane, kengê wê xilaziya vê dinyayê bê (Metta 24:36). Lê Îsa pêxembertî kir, wekî pêşiya ku Padşatiya Xwedê erdê bike cinet, li ser erdê wê çi biqewimin. Û ev pêxembertî hema îro têne sêrî!

3 Pêşiya ku em îzbat kin, wekî ev yek rastî jî usa ne, were em pêbihesin li ezmana çi şer qewimî. Rast e tu kes ji meriva ev şer nedîtiye, lê ev şer li ser hemûya hukum bû.

ŞERÊ LI EZMANA

4, 5. (a) Paşî wê yekê ça Îsa bû padşa, li ezmana çi qewimî? (b)  Ça ji Eyantî 12:12 tê kifşê, paşî şerê li ezmana çi qewimî?

4 Ji serê mayîn em pêhesiyan, ku Îsa di sala 1914-da li ser ezmana bû Padşa. (Bixûne Danyêl 7:13, 14.) Çaxê ewî serwêrtî sitand, ewî pêra-pêra destpêkir şixulkariyê bike. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Li ezmên şer dest pê bû. Mixayîl [sernavekî Îsa] milyaketêd xweva tevî zîyê [Şeytan Mîrê-cina] şer kir, zîyê jî milyaketêd xweva tevî wan şer kir”. * Di vî şerîda Mîrê-cina û milyaketên xirab dêmek cin, dane der û ji ezmana hatine avîtinê ser erdê. Bidine hesabê xwe, milyaketên Xwedêye amin çiqas şa dibûn, ku ezman hate temizkirinê. Lê seva meriva ev bû kedereke mezin. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Lê wey li erdê . . . çimkî Mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne” (Eyantî 12:7, 9, 12).

5 Dîna xwe bidê, evî şerê li ezmana çi gerekê bianiya li ser erdê. Mîrê-cina bi hêrsa xwe gerekê hemû meriyara li ser erdê wey, dêmek kul-derd bianiya. Di vî serîda wê rind bê eyankirinê, ku em rastî jî di wedekî usada dijîn. Lê zûtirekê xilazkirin wê hebe, Şeytan Mîrê-cina xwexa jî zane ku “wê hindikî bimîne”. Kitêba Pîroz evî zemanî nav dike “rojêd axiriyê” (2 Tîmotêyo 3:1). Çiqas em gerekê şa bin, çimkî zûtirekê Xwedê wê erdê ji hukumtiya Mîrê-cina xilaz ke! Were em derheqa hine tişt xeberdin, yên ku di Kitêba Pîrozda hatine pêxembertîkirinê, û roja îroyîn jî têne sêrî. Ev yek îzbat dike, ku em bi rastiyê jî di rojên axiriyêda dimînin, û Padşatiya Xwedê wê zûtirekê kerema heta-hetayê bibarîne li ser wan meriva, kî ku Xwedê hiz dikin. Pêşiyê werê em xeberdin derheqa çar nîşanên roja îroyîn, kîjan ku Îsa digot.

QEWIMANDINÊN MEXSÛS DI ROJÊN PAŞINDA

6, 7. Ça giliyên Îsa derheqa şera û xelayî-celayê, îro têne sêrî?

6 Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê” (Metta 24:7). Ji sala 1901-2000, bi mîlyona meriv di şerda hatibûn kuştinê. Terîxzanekî Brîtanî usa nivîsiye: “Di nav temamiya dîroka dinyayêda ji hemû qirna zêdetir di qirna bîstîda xûna meriya hatibû rêtinê . . . di wan wedada bêhesab şer hebûn, ev şer hergê xilaz dibûn jî, hinek wede şûnda dîsa destpêdibûn”. Di rojnemeke bi navê “Wurldwoçda”, usa nivîsar e: “Tenê di qirna bîstîda, haqas meriv hatibûn kuştinê, çiqas ku di nava temamiya dîrokêda nehatibûn kuştinê”. Di sala 1914-da, nav şerda weke 100 mîlyon meriv mirin. Hergê kesek ji meriyên me nav şerda mirine, ev kedereke mezin e, lê bide hesabê xwe, mirina bi mîlyona meriya, çiqas kedereke mezin anî li dinyayê.

7 Cî-ciya wê xelayî-celayê . . . be” (Metta 24:7). Ça ji lêkolîna zandara tê kifşê, di nava 30 salên paşinda xurek hê zêde bû. Lê dîsa jî merî birçî ne, çimkî perê wan tune xwarinê bikirin, yan jî erdê wan tune, wekî tişta biçînin. Weke bi mîlyarda meriv di welatên pêşdaçûyîda, mecbûr in rojê tenê pê dolarekî bijîn. Gelek ji wan meriya ji birçîbûnê nexweş dikevin. Bi hesabkirina Organîzasîona Saxlemxweykirinêye Hemdinyayê, her sal weke pênc mîlyon zar ji birçîbûnê dimirin.

8, 9. Ji çi tê kifşê ku pêxembertiyên Îsa derheqa erdheja û nexweşiya hal, bi rastiyê jî têne sêrî?

8 Erdhejêd mezin . . . wê bibin” (Lûqa 21:11). Ça ji Xizmetkirina Erdnasiya Emerîkaya Yekbûyî tê kifşê, her sal weke 19 erdhejên gran dikarin biqewimin. Ji van erdhejên giran, avayî zîyaneke mezin distînin û erd jî diqelişe. Xêncî vê yekê, her sal erdhejên usa qayîm jî diqewimin, ku gele avayî bi temamî hildişin. Usa jî hesabek dide kifşê ku sala 1990-da destpêbûyî, ji erdheja du mîlyona zêdetir meriv mirin. Di neşirkirinekêda hatibû nivîsarê: “Teknolociya meriya qet tu tiştî nikare bike, seva ku emirê meriya ji erdheja xilaz ke”.

9 Mîna nexweşiya hal wê bibin” (Lûqa 21:11). Rast e mêdîsînaye îroyîn pêşda çûye, lê yeke ewana nikarin evan nexweşiyên nû bidine sekinandinê, û nexweşiyên berê jî her car hê gelek bela dibin. Di edebiyatekîda hatibû gotinê ku weke 20 nexweşiyên usa, ça mesele: “tûberkûloz, ta, kolêra” hene, yên ku her car hekîmara hê çetin dibe van nexweşiya qenc kin. Xêncî wê yekê, weke 30 nexweşiyên nû li dinyayê bela bûn. Gelek ji van nexweşiya nayêne qenckirinê û gelek merî ji bo van nexweşiya dimirin jî.

DI ROJÊN AXIRIYÊDA MERIV WÊ ÇI CÛREYÎ BIN

10. Ça jî di 2 Tîmotêyo 3:1-5-da hatibû pêxembertîkirinê, îro merî çi cûreyî ne?

10 Di Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê ne ku tenê derheqa wê yekê, wekî di rojên axiriyêda wê çi biqewimin, lê usa jî derheqa wê yekê ku meriv wê çi cûreyî bin. Pawlosê şandî rind evê yekê şirovedike û dibêje, “ku rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên”. (Bixûne 2 Tîmotêyo 3:1-5.) Paşê jî zêde dike, ku merî wê bibine:

  • Xwehiz

  • Perehiz

  • Ne gura dê-bavada

  • Heram

  • Dilsar

  • Temsist

  • Zulmkar

  • Rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz

  • Pişkê xwedênasiyê wê li wan keve, lê wê qewata wê înkar kin

11. Ça ji kitêba Zebûrê 92:7 tê kifşê, çi wê bê serê merivên xirab?

11 Tu ça texmîn dikî, dor-berê te rastî meriyên usa hene? Hilbet, belê. Çimkî li dinyayê merivên usa tije ne. Û ev yek îzbat dike, ku zûtirekê Xwedê wê çarekê bike, çimkî di kitêba Zebûra 92:7-da nivîsar e, ku çaxê meriyên neheq mîna strîna şîn bin û hemûyê ku zulmiyê dikin mîna kulîrka gulvedin, wî çaxî ewana heta-hetayê wê bêne kutakirinê.

MENÎ BONA ŞABÛNÊ

12, 13. Çi cûreyî di van rojên axiriyêda wê “zanîn zêde bibe”?

12 Ça Kitêba Pîroz pêxembertî kiribû, di van rojên axiriyêda kul-derd gelek in, rastî jî “wey li erdê”. Lê di vê dinya xirabda, yên ku Xwedê hiz dikin, gelek meniyên wan hene wekî ewana şa bin.

13 Di Kitêba Daniyêlda tê pêxembertîkirinê ku zanebûn wê “zêde bibe”. Dêmek ev tê hesabê ku zanebûna rast derheqa Xwedê wê zêde bibe. Lê ev yek kengê gerekê biqewimiya? Wedê Roja Axretê (Daniyêl 12:4). Destpêbûyî ji sala 1914, Yahowa alî merivên amin dikir, wekî ewana hê rind bikaribin Kitêba Pîroz fem bikin. Mesele, ewana pêhesiyan rastî derheqa navê Xwedê, û qirara wî, usa jî ewana hê kûr pêhesiyan derheqa qurbanbûna Îsa Mesîh, halê miriya û saxkirinê. Xêncî wê yekê, qulixkarên Yahowa pêhesiyan, ku ça ewana gerekê bijîn, wekî emirê wan bextewar be û dilê Xwedê jî şa bikin. Usa jî wana hê rind fem kirin şixulê Padşatiya Xwedê çi ye, û ev Padşatî qirara Xwedê li ser erdê wê çawa bîne sêrî. Gelo, çaxê qulixkarên Yahowa ev zanebûn standin, çi destpêkirin bikin? Ev pirs tevî pêxembertiyên din tevgirêdayîye, yên ku di rojên axiriyêda têne sêrî.

““Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê” (Metta 24:14).

14. Dannasînkirin derheqa Mizgîniya Padşatiyê çiqasî bela bûye, û ew kî ne ku derheqa vê mizgîniyê dannasîn dikin?

14 Çaxê Îsa derheqa xilaziya dinya Mîrê-cina pêxembertî kir, ewî giliyên usa got: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê”. (Bixûne Metta 24:3, 14.) Ev Mizgîniya Padşatiyê di weke 235 welatada û li ser seda zimana tê dannasînkirinê. Bi mîlyona Şedên Yahowa bi dil û can derheqa vê mizgîniya Padşatiyê dannasîn dikin û şirovedikin ku ev çi Padşatî ye, wê çi bike û kîjan kerema em bikaribin ji vê Padşatiyê bistînin. Ewana “ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî” hatine jibartinê (Eyantî 7:9). Şedên Yahowa hînkirina Kitêba Pîroz bê pere derbaz dikin tevî mîlyona meriva, yên ku dixwazin rastiyê derheqa Kitêba Pîroz pêbihesin. Bi rastiyê jî ev keremeteke mezin e, ku pêxembertî derheqa dannasînkirinê usa têne sêrî. Hela hê ev pêxembertiya Îsa jî, ku mesîhiyên rast wê “ber çevê hemûya reş bin” hate sêrî (Lûqa 21:17).

TUYÊ ÇI BIKÎ?

15. (a) Tu bawer dikî ku rastî jî em di rojên axiriyêda dijîn, û çira bawer dikî? (b) Çi tê hesabê xilaziya dinyayê seva wan, kî ku miqabilî Xwedê diçin, û çi wê biqewime tevî wan, kî ku gura serwêrtiya Padşatiya Xwedê dikin?

15 Ew yek ku haqas pêxembertî ji Kitêba Pîroz têne sêrî, tera îzbat dike, ku em di rojên axiriyêda dijîn? Çaxê Yahowa wê qirar ke ku şixulê dannasînkirinê bide sekinandinê, wî çaxî “xilazî” wê bê (Metta 24:14). “Xilazî” tê hesabê ku Xwedê wê erd ji zulmiyê temiz ke û qira wan meriya bîne, kî ku pêşberî wî diçin. Yahowa qirara xwe, wê bi saya Îsa Mesîh û milyaketên xwe bîne sêrî (2 Têsalonîkî 1:6-9). Mîrê-cina û cinên wî îda mileta wê nedine şaşkirinê. Hingê Padşatiya Xwedê wê keremê bireşîne ser hemû meriya, yên ku di gura serwêrtiya wîye rastda nin (Eyantî 20:1-3; 21:3-5).

16. Di van rojên axiriyêda tu çi gerekê bikî?

16 Dinya Mîrê-cina wê zûtirekê bê kutakirinê, lema jî lazim e, pirsê bidine xwe: ‘Ez çi gerekê bikim?’ Gelek ferz e berdewan kî, ku hê zêde pêbihesî derheqa Yahowa û fermanên wî (Yûhenna 17:3). Kûr Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Xêncî wê yekê her gav tevî wan meriya be, yên ku dixwazin qirara Xwedê biqedînin. (Bixûne Îbranî 10:24, 25.) Derheqa Yahowa Xwedê pêbihese bi alîkariya hînbûna Xebera wî, û guhastinên lazim di emirê xweda bike, seva ku bikaribî dilê Xwedê şa kî (Aqûb 4:8).

17. Çira kutakirina merivên zulm, seva geleka wê ecêbmayî be?

17 Îsa pêxembertî kir, ku heçî zef ji meriya wê guh nedine giliyên Îsa derheqa rojên axiriyê. Kutakirina merivên zulm wê nişkêva biqewime. Gelek merî wê ecêbmayî bimînin, çimkî xilazî wê “mîna dizê şevê bê”. (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:2.) Îsa pêşda elam kir: “Çawa ku rojêd Nuhda qewimî, hatina Kurê Însan jî wê usa biqewime. Çawa ku wan rojêd berî tofanê meriva dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, heta wê roja ku Nuh kete gemiyê û meriv pê nehesiyan, heta ku lêyî rabû û hemû jî xeniqandin. Hatina Kurê Însan jî wê usa be” (Metta 24:37-39).

18. Kîjan giliyên Îsa, em gerekê hildin dilê xwe?

18 Îsa guhdarên xwera elam kir: “Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we xwarin, vexwarinê û xemên vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Roj ser weda bê. Çimkî ew rojê mîna telê bê serê hemû merivên li ser dinê. Hişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hemû tiştêd ku wê biqewimin birevin-xilaz bin û li ber Kurê Însan rûspî, [bi qebûlkirin] bisekinin” (Lûqa 21:34-36). Gelek ferz e, wekî giliyên Îsa hildî dilê xwe. Çira? Çimkî ew merî yên ku Yahowa Xwedê û “Kurê Însan” wan qebûl dikin, ewana wê bikaribin xilaz bin ji kutakirina dinya Şeytan Mîrê-cina û bijîn li cinetê heta-hetayê. Ev roj nêzîk e, li ber şêmîkê ye (Yûhenna 3:16; 2 Petrûs 3:13).

^ abz. 4 Seva ku hê zêde îzbatkirin pêbihesî, ku Mixayîl ev sernavekî Îsa ye, binihêre rûpêla 218-219.