Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 10

Milyaket û Cin, Ça li ser Me Hukum Dibin

Milyaket û Cin, Ça li ser Me Hukum Dibin
  • Gelo milyaket alî meriva dikin?

  • Ça cin hukum dibin li ser meriya?

  • Gelo lazim e em ji cina bitirsin, yan na?

1. Çira em gerekê pêbihesin derheqa milyaketa?

ÇAXÊ tu dixwazî rind tevî kesekî bibî nas, tu usa jî nasiya xwe didî malbeta wî. Lema jî seva ku Yahowa rind nas kî, tu gerekê derheqa milyaketa jî pêbihesî, ew hene neferên malbeta Yahowaye ezmana. Di Kitêba Pîrozda li ser milyaketa tê gotinê “lawên Xwedê” (Îbo 38:7). Gelo Yahowa Xwedê çi şixul daye wan? Gelo di terîxiyêda şixulê milyaketa li ser meriya hukum bûye? Dibe ku şixulê milyaketa îro li ser emirê te jî hukum dibe? Hergê belê, çawa?

2. Ça milyaket hatine dinê, û li ezmana çiqas milyaket hene?

2 Di Kitêba Pîrozda derheqa milyaketa bi seda cara hatiye nivîsarê. Were em binihêrin çend rêza, bi saya kîjana em dikarin hê zef pêbihesin derheqa milyaketa. Milyaket ça hatine dinê? Di kitêba Kolosî 1:16-da nivîsar e: “Bi destê wî [Îsa Mesîh] her tiştên li erd û ezmana efirîne”. Ça tê kifşê, Yahowa bi destê Kurê xweyî tayê tenê, dêmek Îsa Mesîh hemû milyaket efirandiye. Lê li ezmana çiqas milyaket hene? Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî li ezmana bi hezara û mîlyona milyaket hene, û ewana gişk qewat in (Zebûr 103:20).

3. Ji kitêba Îbo 38:4-7, derheqa milyaketa em çi pêdihesin?

3 Di Xebera Xwedêda, dêmek Kitêba Pîrozda, tê gotinê, ku çaxê Yahowa Xwedê erd diefirand “hemûya lawên Xwedê bi kêfxweşiyêva bang dikirin” (Îbo 38:4-7). Ji vê rêzê tê kifşê, ku milyaket pêşiya efirandina meriva û pêşiya efirandina erdê hebûne. Usa jî di van rêzada tê gotinê, ku milyaket hevra “distiriyan”. Bi van xebera eyan dibe, wekî hesta milyaketa heye, dêmek ewana dikarin şabin û berxwe kevin.

MILYAKET MERIVA XWEY DIKIN Û ALÎ WAN DIKIN

4. Ji Kitêba Pîroz ça tê kifşê, ku milyaketên amin xem dikin bona halxweşiya meriva?

4 Çaxê Yahowa û Îsa merivên pêşin efirandin milyaketa jî ji ezmana dinihêrîn, ji wan wextada milyaketên amin pey meriva dinihêrin û xem dikin derheqa halxweşiya wan û usa jî derheqa qedandina qirara Yahowa Xwedê (Metelok 8:30, 31; 1 Petrûs 1:11, 12). Lê milyaketa usa jî didît, ku wede çiqas derbaz dibû meriv hê zêde ji Efirandarê xweyî hizkirî dûr diketin û nedixwestin wîra qulix kin. Bêyî şik, ji bo vê yekê milyaketên amin berxwe diketin. Lê hergê kesek tobe dike û destpêdike gura Yahowa Xwedê bike, milyaketên amin “şa dibin” (Lûqa 15:10). Ji vir tê kifşê, ku milyaket gele xem dikin bona halxweşiya wan meriya, yên ku Xwedêra qulix dikin. Lema jî, Yahowa timê milyaket dişandin, seva ku alî qulixkarên xweye amin bike û wana xwey ke. (Bixûne Îbranî 1:7, 14.) Niha em pêbihesin çend mesela.

“Xwedayê min milyaketê xwe şand û devê şêra girtin” (Daniyêl 6:22).

5. Kîjan mesele ji Kitêba Pîroz nîşan dikin, ku milyaketa alî meriva kirine?

5 Du milyaketa, alî merivekî amin Lût û qîzên wî kirin. Wana Lût û qîzên wî ji şeherên zulm Sodom û Gomorê derxistin û ji qirkirinê xilaz kirin (Destpêbûn 19:15, 16). Pey vê yekêra çend sed sal şûnda, Daniyêl pêxember, hatibû avîtinê bîrê li nava şêra. Lê şêra zîyan nedane wî. Lê gelo ew yek ça qewimî? Daniyêl ew yek usa şirovekir: “Xwedayê min milyaketê xwe şand û devê şêra girtin” (Daniyêl 6:22). Usa jî di qirna yekêda, milyaket Petrûsê şandî ji kelê aza kir (Karên Şandiya 12:6-11). Xêncî vê yekê çaxê Îsa destpêkir li ser erdê qulix ke, milyaketa ew qewî dikirin (Marqos 1:13). Pêşiya mirina Îsa jî, milyaket wîva xuya bû û “ew qewat kir” (Lûqa 22:43). Bi rastiyê jî dilbînîke çiqas mezin bû seva Îsa, ku milyaket ewî wedê ferz di emirê wîda, ew qewî kir.

6. (a) Ça roja îroyîn milyaketên baş xem dikin bona cimeta Xwedê? (b) Derheqa kîjan pirsa emê niha xeberdin?

6 Roja îroyîn li ser erdê milyaket îda qulixkarên Xwedêva xuya nabin. Rast e ev milyaketên qewat nayne dîtinê, lê ewana xem dikin bona cimeta Xwedê. Îlahî seva ku heleqetiya me tevî Yahowa Xwedê xirab nebe. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Milyaketê Xudan, li dora kesên ku ji wî ditirsin, artêşgehê ava dike”, dêmek xwey dike, “û wan xilaz dike” (Zebûr 34:7). Ev gilî gele dilbîniyê didine me, çimkî cin dixwazin qira me bînin! Lê cin kî ne? Ça ewana hatine dinê? Ça ewana dikarin zîyanê bidine me? Seva ku caba van pirsa bibînin, were em kin pêbihesin, çi qewimî destpêka terîxiya însanetê.

CIN DIJMINÊN ME NE

7. Mîrê-cina çiqas merî ji Xwedê dûr xist?

7 Ça em ji serê sisiya pêhesiyan, yek ji milyaketa xwest serkartiyê bike, û miqabilî Xwedê derket. Paşê ew hate nav kirinê Şeytan Mîrê-cina (Eyantî 12:9). Paşî vê yekê çaxê Mîrê-cina Hêwa xapand, di nava 1600 salada ewî dîsa gelek merî ji Xwedê dûr xist. Lê hebûn yên usa ku Xwedêra amin man mesele Habîl, Henox û Nuh (Îbranî 11:4, 5, 7).

8. (a) Ça hine milyaket bûne cin? (b) Cina çi kir, wekî ji Sêlava di wedê Nuhda xilaz bin?

8 Di wedê Nuhda hine milyaketên din jî miqabilî Xwedê derketin. Wana emirê ezmana hîşt, xwe kirin merî û usa peya bûn li ser erdê. Gelo çira? Di kitêba Destpêbûn 6:2-da tê gotinê: “Zarêd Xwedê dîtin ku qîzêd merivayê bedew in, ji wan kê kîjan begem dikir xwera jin distandin (PKM)”. Wana merî hînî xirabiyê dikir, lê Yahowa di hindava vê yekêda bê talaş nîbû, lema jî ewî nehîşt ku zulmiya wan dirêj bikişîne. Xwedê li ser temamiya erdê sêlav rakir, û hemû merivên zulm qir bûn. Tenê qulixkarên wîye amin xilaz bûn (Destpêbûn 7:17, 23). Ev milyaketên xirab, yanê cin qalibên merivayê hîştin û paşda vegeriyane ezmana. Bi vî cûreyî wana aliyê Mîrê-cina, dêmek “serwêrê cina” girt (Metta 9:34).

9. (a) Çi qewimî, çaxê cin paşda vegeriyane li ezmana? (b) Derheqa cina emê çi pêbihesin?

9 Xwedê ça berî Mîrê-cina dabû, usa jî berî wan cina da, yên ku wedê sêlavê vegeriyane li ezmana (2 Petrûs 2:4). Rast e roja îroyîn ev milyaket nikarin bibine merî, lê ewana dîsa jî meriyara xirabiyê dikin û xirab li ser wan hukum dibin. Bi alîkariya cina, Şeytan Mîrê-cina “temamiya dinê xalifandiye” (Eyantî 12:9; 1 Yûhenna 5:19). Lê çawa? Cin, cûre-cûre tişt dikin, wekî meriya bixalifînin û bidin şaşkirinê. (Bixûne 2 Korintî 2:11.) Were em pêbihesin derheqa van tişta.

ÇA CIN MERIYA DIXALIFÎNIN

10. Çi ye sêrbazî?

10 Cin seva ku meriya bixalifînin, sêrbaziyê didine xebatê. Sêrbazî ev heye heleqetî tevî cina. Kitêba Pîroz sêrbaziyê înkar dike, û temiyê dide me, wekî em ji wan hemû tişta çi ku tevî sêrbaziyê girêdayî ye, xwe dûr bigirin (Galatî 5:19-21). Çawa xwarina mesiya alî mesîgira dike wekî mesiya bigirin, usa jî sêrbazî alî cina dike wekî meriya bidine şaşkirinê. Mesîgir seva ku cûre-cûre mesî bigirin, cûre-cûre xwarin didin xebatê. Mesele kurm, nan û dîsa tiştên mayîn. Usa jî cin, bi saya cûre-cûre sêrbaziyê, dikarin hemû cûre meriya bixalifînin.

11. Çi ye koçektî, û çira em gerekê ji vê yekê xwe dûr bigirin?

11 Cin usa jî bi felikvekirinê meriya dixapînin. Lê çi ye felikvekirin? Ev tê hesabê çaxê dixwazin pêbihsin derheqa axiriyê, yan jî derheqa tiştên ne eyan. Mesele felikvekirin bi alîkariya steyrka heye, bi karta, bi qawê, felikvekirin li ser desta, şirovekirina xewna yan benik kirin. Heçî zef ji meriya difikirin ku di felikvekirinêda tiştekî xirab tune. Lê ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, ku bi rastiyê cin alî felikvekiriya û koçeka dikin, û ji vir em fem dikin ku cin tevî felikvekiriya û koçeka girêdayî ne. Mesele di Karên Şandiya 16:16-18-da tê gilîkirinê, ku “ruhê koçektiyê” qewat dida qîzekê, wekî ew derheqa axiriyê eyan ke. Lê çaxê ruhê koçektiyê, dêmek cin ji wê derket, ewê îda nikaribû koçektî bikira.

Cin cûre-cûre mêtod didin xebatê, wekî meriya bidine şaşkirinê

12. Çira xeberdan tevî miriya xof e?

12 Cin dîsa bi cûrekî, meriya didine şaşkirinê. Qewata cina heye xwe bidine kifşê mîna miriyên me, yan jî mîna dengê wan xeberdin û elametiyên usa derbazî me bikin, çi ku tenê ev miriyên meye nêzîk zanibûn. Usa jî cin zanin, ku her merivek bîra miriyên xwe dike. Lema jî cin ewê qewata xwe didine sêrbaza û çaxê kesek diçe cem sêrbaza, wekî tevî miriyên xwe xeber de, sêrbaz bi dengekî usa xeber dide ku wana tirê miriyên wana ye xeber dide û hê dijî, bi wê yekê cin hêlana didine meriya, wekî herin yan çi tevî miriyên xwe xeber din (1 Samûyêl 28:3-19). Lê ça em ji serê 6 pêhesiyan, çaxê merî dimire emirê wî xilaz dibe ew îda najî (Zebûr 115:17). Lema jî çaxê kesek “gazî miriya dike”, ewana bi cina têne xapandinê û miqabilî qirara Xwedê derdikevin (Bixûne Qanûna Ducarî 18:10, 11, PKM; Îşaya 8:19). Lê haş ji xwe hebe, wekî xwe ji vê qeziyayê dûr bigirî û nekevî telika cina.

13. Gele merî, yên ku tirsa cina li ser wan hebû, çi karibûne bikin?

13 Cin ne ku tenê meriya didine xapandinê, lê usa jî wana ditirsînin. Mîrê-cina û cinên wî zanin, ku wedê wan “hindik” maye, û ewana wê bêne girêdanê. Lema jî niha ewana gele hêrs in (Eyantî 12:12, 17). Lê bi hezara merî, yên ku ji cina ditirsiyan û timê bin vê tirsêda dijîtin, îro ji vê tirsê aza bûne. Gelo ev yek wanara ça hev-hat? Û ev merî, yên ku îda sêrbaziyêva girêdayî ye, çi gerekê bike?

ÇA XWE JI CINA XWEY KIN

14. Ça em dikarin mîna mesîhiyên ji bajarê Efesê qirna yekêda, xwe ji sêrbaziyê xwey kin?

14 Di Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê, ça xwe ji cina xwey kin û ji wan aza bin. Were em binihêrin mesîhiyên di qirna yekêda ji bajarê Efesê çi mesele mera hîştin. Pêşiya ku bibûna mesîhî, ewana sêrbaziyêva girêdayî bûn. Lê çaxê safî kirin sêrbaziyê bihêlin, wana çi kir? Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Yêd sêrbaziyêva jî ku mijûl dibûn, geleka kitêbêd xwe top dikirine cîkî û li ber hemûya dişewitandin” (Karên Şandiya 19:19). Belê evan mesîhiya, kitêbên sêrbaziyê ne ku tenê avîtin, lê şewitandin û bi vê yekê meseleke baş hîştin wanara, kî ku dixwaze xwe ji cina xwey ke. Hergê merî dixwazin Yahowara qulix kin, lazim e bihêlin hemû tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne. Mesele, hene kitêb, neşirikirin, sînem (fîlm), şikil û kilam, yên ku sêrbaziyêva girêdayî ne. Ev hemû tişt meriya berbi sêrbaziyê dikişîne û sêrbaziyê ça tiştekî hewas û bê xof dide kifşê. Sêrbaziyêva usa jî girêdayî ne telîsme, moriyên çeva û tiştên mayîn yên ku xweva dikin, seva ku ji qeziya yan ruhê xirab xwe xwey kin (1 Korintî 10:21).

15. Em çi gerekê bikin, wekî xwe ji cina xwey kin?

15 Çend sal şûnda, paşî wê yekê çaxê mesîhiyên Efesî kitêbên sêrbaziyê şewitandin, Pawlosê şandî usa wanara nivîsî: “Şerê me . . . miqabilî ordiyên ruhaniye xirabe li dîyarê ezmana ne” (Efesî 6:12). Ça tê kifşê, cina nedixwest mesîhiya bihêlin. Ewana bi hemû qewata xwe tevî mesîhiya şer dikirin, wekî wana alt kin. Lê mesîhiya çi gerekê bikirana, wekî xwe ji cina xwey kirana? Pawlos ewana şîret kirin: “Baweriyê mîna mertalê bigirine xwe, bi kîjanê hûnê bikaribin hemû tîrên agiriye ku Yê Xirab davêje, bitemirînin” (Efesî 6:16). Çiqasî baweriya me mîna mertalê qewî be, haqasî hê rind emê bikaribin xwe ji cina xwey kin û miqabilî wan derên (Metta 17:20).

16. Ça em dikarin baweriya xwe qewî kin?

16 Ça em dikarin baweriya xwe qewî kin? Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz, baweriya me wê qewî be. Qewîbûna dîwar, hîmva girêdayî ye. Hergê hîmê dîwar qewî ye, dîwar jî wê qewî be. Usa jî baweriya me, hergê hîmê baweriya me qewî ye dêmek baweriya me jî wê qewî be. Lê hîmê baweriya me, ev heye zanebûna rast ji Kitêba Pîroz. Hergê em her roj Kitêba Pîroz bixûnin û hîn dibin, baweriya me wê hê qewî be. Baweriya usa, mîna dîwarekî qewî, wê me ji hukumtiya cina xwey ke (1 Yûhenna 5:5).

17. Çi wê dîsa alî me bike, wekî xwe ji cina xwey kin?

17 Mesîhiyên Efesî, dîsa tiştek gerekê bikirana seva ku xwe ji cina xwey kirana. Ewana dijîtin di bajarekî usada ku bi sêrbaziyê pêda tije bû. Lema jî wanara lazim bû hê zêde alîkarî û xweykirin. Pawlosê şandî gote wana: “Bi hemû dua û reca her gav dua bikin pê Ruhê Pîroz” (Efesî 6:18). Îro em jî di dinyake usada dijîn, yê ku bi sêrbaziyê tije ye, lema jî em gerekê timê Yahowara dua bikin alîkariyê bixwazin, wekî ji cina bêne xweyîkirinê. Çaxê em Yahowara dua dikin, em gerekê di duakirinêda navê wî bidin xebatê. Çimkî “navê Yahowa birca qewî ye, yên heq direvine hindur û xilazbûnê distînin”. (Bixûne Metelok 18:10, DT.) Gelek ferz e Yahowara dua bikin, wekî ew “me ji yê xirab” dêmek ji Mîrê-cina xilaz ke (Metta 6:13). Yahowa eseyî wê caba duayên meye bi dil û can bide (Zebûr 145:19).

18, 19. (a) Çira em dikarin guman bin, wekî emê bikaribin xwe ji cina xwey kin? (b) Derheqa kîjan pirsa, emê di serê mayînda xeber din?

18 Şeytan Mîrê-cina û cin gelek zîyandar in, lê hergê em miqabilî Şeytan Mîrê-cina derdikevin, qirara Xwedê diqedînin û bi vê yekê nêzîkî Xwedê dibin, em îda gerekê ji Mîrê-cina û cina netirsin. (Bixûne Aqûb 4:7, 8.) Çimkî qewata cina himberî qewata Xwedayê himzor, gelek kêm e. Di wedê Nuhda ewana hatibûn cezakirinê û di axiriyêda jî Xwedê wê dîwana wana bike (Cihûda 6). Lê bira bîra te neçe, wekî milyaketên Yahowaye qewat jî dikarin me ji cina xwey kin (2 Padşatî 6:15-17). Ev milyaket gele dişirmîş dibin bona halxweşiya me û dixwazin, wekî em miqabilî cina derkevin. Û ev milyaketên amin, me qewî dikin. Lema jî were em timê hê nêzîkî Yahowa û milyaketên wîye amin bin. Gele ferz e şîretên ji Kitêba Pîroz bidî xebatê, û ji van hemû tişta çi ku sêrbaziyêva girêdayî ye, xwe xwey kî (1 Petrûs 5:6, 7; 2 Petrûs 2:9). Hergê tu usa bikî, dikarî guman bî, ku tê ji cina bêyî xwey kirinê.

19 Lê çira Xwedê dihêle, wekî cin hebin û çira Xwedê dihêle, wekî zulmî hebe, ji bo çi jî merî haqas diçerçirin? Derheqa van pirsa emê di serê mayînda pêbihesin.