Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 12

Jîyîna ku Xwedê Xweş tê

Jîyîna ku Xwedê Xweş tê
  • Ça tu dikarî bibî dostê Xwedê?

  • Ev pirsa ku Mîrê-cina miqabilî Yahowa pêşda anî, ça te dikeve?

  • Çi Yahowa xweş nayê?

  • Ça tu dikarî usa bijîyî, wekî Xwedê xweş bê?

1, 2. Navê wan meriva bêje, yên ku Yahowa bijart ça dostên xweyî nêzîk.

TEYÊ tevî kîjan merivî bixwesta hevaltî bikira? Hilbet teyê bixwesta tevî merivekî usa hevaltî bikira, wekî nihêrandin û dişirmîşbûna wî mîna ya te bûya. Û dîsa merîkî usa wê te xweş bihata yê ku milûk, helal û qenc bûya.

2 Di nav terîxiyêda Yahowa hine merî bijartin, wekî bibine dostên wî. Mesele, Yahowa derheqa Birahîm pêxember got, ku ew dostê wî ye. (Bixûne Îşaya 41:8; Aqûb 2:23.) Derheqa Dawid pêxember Yahowa got: “Min . . . merîk dilê xwera dît”, çimkî Dawid merîkî usa bû, ku Xwedê xweş dihat (Karên Şandiya 13:22). Lê derheqa Daniyêl pêxember tê gotinê, ku Yahowa ew hesab kir ça yekî ezîz (Daniyêl 9:23).

3. Yahowa seva çi hine merî bijart ça dostên xwe?

3 Çira Yahowa, Birahîm, Dawid û Daniyêl pêxember, hesab dikir dostên xwe? Yahowa gote Birahîm: “Te guhdariya min kir” (Destpêbûn 22:18, PKM). Ji vir tê kifşê, ku Yahowa nêzîkî wan meriva dibe, yên ku bi milûktiyê gura wî dikin. Cimeta Îsraêlîra jî Yahowa got: “Gotina min guhdarî bikin û ezê ji wera bibim Xwedê û hûnê jî ji minra bibin netewe [cimet]” (Yêremya 7:23). Hergê tu gura Yahowa bikî, tê jî bikaribî bibî dostê wî.

YAHOWA DOSTÊN XWE QEWÎ DIKE

4, 5. Ça Yahowa qulixkarên xwe qewî dike?

4 Hela dişirmîş be, tê çiqas karê bistînî hergê bibî dostê Xwedê. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e ku Yahowa hemû tiştî dike, wekî alî wan meriva bike, “yên ku dilên wan bi wîra yek in” (2 Dîrok 16:9). Lê ça Yahowa dikare te qewî ke? Di kitêba Zebûra 32:8-da derheqa vê yekê usa tê gotinê: “Ezê te perwerde [hîn] bikim û rêya ku tu di wêda here, rê te bidim; ezê şîreta bidim te, çevê min li ser teda ye”.

5 Bi rastiyê jî, xemkirina Yahowa çiqas bi dilovanî ye! Hergê tu qayîl bî, ew wê rêberiyê te bike û çevê wî wê li ser te be. Xwedê dixwaze di çetinayada û cêribandinada alî te bike. (Bixûne Zebûr 55:22.) Lema jî hergê tu bi temamiya dilê xwe Yahowara qulix dikî, tu jî dikarî mîna Zebûrbêj bi baweriyê bêjî: “Xudan her tim danîm pêşiya xwe, qet nalerizim; ji ber ku ew li aliyê minî rastva sekiniye” (Zebûr 16:8; 63:8). Belê, Yahowa dikare alî te bike, wekî tu usa bijîyî ku Xwedê xweş bêyî. Lê ça em îda pêhesiyan dijminê Xwedê heye, ku dixwaze rê me bigire, wekî em nikaribin dilê Xwedê şa kin.

MÎRÊ-CINA AMINIYA MERIVA DATÎNE BIN ŞIKÊ

6. Hindava hemû meriva, Mîrê-cina çi kire bin şikê?

6 Ji serê 11 em pêhesiyan, ku Şeytan Mîrê-cina îzina Xwedê serwêrtiyê bike, kire bin şikê. Ewî buxdan avîte Xwedê û ji giliyê wî dihate kifşê, wekî nerast e ku Yahowa îzinê nade Adem û Hêwayê xwexa safî kin, çi ye qencî û çi ye xirabî. Paşî vê yekê, çaxê Adem û Hêwayê gune kirin û erd bi zuretên wan tije bû, Mîrê-cina aminiya û helaliya hemû meriva kire bin şikê. Bi wê yekê ewî dixwest bigota yan çi, ‘Merî ne ji bo hizkirinê Xwedêra qulix dikin. Ez dikarim hemû meriya ji Xwedê dûr xim’. Ew yek ku Mîrê-cina usa dişirmîş dibe, rind tê kifşê ji mesela merîkî bi navê Îbo. Kî bû Îbo û ça Şeytan Mîrê-cina aminiya wî kire bin şikê?

7, 8. (a) Îbo çida ne mîna merivên dor-berê xwe bû? (b) Ça Mîrê-cina aminiya Îbo kire bin şikê?

7 Îbo weke 3 600 sal pêşda dijît. Ew merîkî rast bû û derheqa wî Yahowa giliyên usa got: “Li dinê yê mîna wî tune, merîkî rast û helal, ew Xwedê ditirse û ji xirabiyê xwe dûr digire” (Îbo 1:8, DT). Îbo hertim dilê Xwedê şa dikir.

8 Mîrê-cina aminiya Îbo kire bin şikê. Ewî Yahowara got: “Ne tu wî, mala wî û her tiştê wî xwey dikî. Te hemû kirên destê wî bereket kiriye, û heywanên wî te li ser erdê zêde kiriye. Lê hela kerem ke, destê xwe dirêjî hemû hebûna wî bike. Bi rastiyê ew wê li ber rûyê te nifira te bike” (Îbo 1:10, DT).

9. Ça Yahowa caba pirsa Mîrê-cina da û çira?

9 Şeytan Mîrê-cina got, ku Îbo tenê seva kara xwe Xwedêra qulix dike. Mîrê-cina usa jî got, ku hergê Îbo bê cêribandinê, ewê Xwedê înkar ke. Lê ça Yahowa gerekê caba pirsa Mîrê-cina bida? Çimkî aminiya Îbo kete bin şikê, lema jî Yahowa îzin da Mîrê-cina ku ew Îbo bicêribîne. Bi vê yekê wê rind bihata kifşê, ku bi rastiyê Îbo Xwedê hiz dike yan na?

ÎBO TÊ CÊRIBANDINÊ

10. Îbo kete çi cûre cêribandina û evan cêribandina Îbo ça derbaz kir?

10 Mîrê-cina, Îbo bi gele cûre cêriband. Nîvê ji heywanên wî hatine talankirinê, yên din jî hatine kuştinê. Xulamê wî jî nîvê zef hatine kuştinê. Bi vê yekê Îbo, di aliyê hebûnêda kete halekî giran. Paşê Îbo dîsa bêbextîke giran dît, deh zarên wî wedê bagera qayîm, mirin. Di nava van hemû cêribandinada Îbo “gune nekir û di tu tiştekî xirabda Xwedê neheq nekir” (Îbo 1:22, DT).

11. (a) Şeytan Mîrê-cina dîsa ça Îbo neheq kir, û Yahowa ça cab da? (b) Îbo ev nexweşiya giran ça derbaz kir?

11 Lê evê yekê, Şeytan Mîrê-cina neda sekinandinê. Ew usa dişirmîş dibû: “Îbo hemû hebûka xwe, xulam û zarên xwe unda kir, nehate şkênandinê, lê hergê wî bi nexweşîke giran nexweş bêxin, ewê Xwedê înkar ke”. Yahowa îzin da Mîrê-cina, wekî ew Îbo bi nexweşîke mirdar û giran nexweş bêxe. Lê hela hê ev nexweşiya giran jî, baweriya Îbo neda undakirinê. Ewî bi bawerbûnê got: “Heta mirinê bêqusûrtiya xwe nahêlim!” (Îbo 27:5, DT).

Îbo seva aminiya xwe hate keremkirinê

12. Ça Îbo bi kirên xwe îzbat kir, ku Mîrê-cina derewîn e?

12 Îbo nizanibû, ku Mîrê-cina ye sebebê kul-derdên wî. Ew ne jî haş vê pirsa ferz hebû, ya ku Mîrê-cina derheqa serwêrtiya Xwedê pêşda anîbû. Îbo tirê, ku Yahowa ye sebebê kul-derdên wî (Îbo 6:4; 16:11-14). Lê yeke Îbo amin ma Xwedêra. Bi aminiya xwe, ewî Mîrê-cinara îzbat kir, wekî ew ne bona kara xwe, lê bi hizkirin Xwedêra qulix dike.

13. Aminiya Îbo bû meniya çi?

13 Aminiya Îbo bû menî, wekî Yahowa caba pirsa Mîrê-cina bide. Îbo bi rastiyê jî bû dostê Xwedê û Yahowa seva aminiya wî, ew xelat kir (Îbo 42:12-17).

ÇAWA PIRSA MÎRÊ-CINA TE DIKEVE?

14, 15. Çira em dikarin bêjin, ku pirsa Mîrê-cina ne ku tenê Îbo dikeve, lê usa jî hemû meriva?

14 Pirsa ku Mîrê-cina derheqa aminiyê rakir, ne tenê Îbo diket, ev pirs te jî dikeve. Û ev yek rind tê kifşê ji Metelok 27:11-da, kîderê Yahowa dibêje: “Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, wekî ez bikaribim caba wî bidim kî ku min rezîl dike (DT)”. Ev gilî, yên ku bi seda sal paşî mirina Îbo hatin nivîsarê, nîşan dikin ku Şeytan Mîrê-cina dîsa jî Xwedê bê hormet dike û qulixkarên wî neheq dike. Çaxê em bi emirekî usa dijîn, yê ku Xwedê xweş tê, bi vê yekê em caba pirsa Mîrê-cinaye derew didin û dilê Yahowa şa dikin. Ev yek ça li ser te hukum dibe? Bi rastiyê jî qedrekî gelek mezine, ku em dikarin caba pirsa Mîrê-cinaye derew bidin, hela hê wî çaxî jî hergê lazim be tiştekî di emirê xweda biguhêzin!

15 Dîna xwe bidê, Mîrê-cina giliyên usa got: “Belê, meriv bona canê xwe, heger çiyî wî hebe, dide” (Îbo 2:4). Bi xebera “meriv”, Mîrê-cina eşkere da kifşê ku xeyba wî, ne ku tenê Îbo diket, lê usa jî hemû meriva dikeve. Eva yeka tiştekî gele ferz e, çimkî Şeytan Mîrê-cina aminiya te jî hindava Xwedê kire bin şikê. Ew dixwaze, wekî çaxê tu rastî çetinaya bêyî gura Xwedê nekî û ji riya wîye rast derêyî. Lê ça Mîrê-cina dixwaze evê nêta xwe bîne sêrî?

16. (a) Bi çi cûreyî Şeytan Mîrê-cina dixwaze meriya ji Xwedê dûr xe? (b) Ça Şeytan Mîrê-cina dikare rê te bigire?

16 Ça em ji serê 10 pêhesiyan, Mîrê-cina cûre-cûre mêtod dide xebatê, seva ku meriya ji Xwedê dûr xe. Mîrê-cina usa jî hucumî li ser meriya dike, “mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 Petrûs 5:8). Ev yek rind tê kifşê îlahî çaxê heval, bira-pismam yan merivên din riya te digirin, wekî tu Kitêba Pîroz hîn nebî û çi ku ji Kitêba Pîroz pêdihesî di emirê xweda neqedînî * (Yûhenna 15:19, 20). Xêncî vê yekê Şeytan Mîrê-cina usa jî: “Xwe dike dilqê milyaketê ronayî” (2 Korintî 11:14). Ew dikare usa te bixalifîne, ku tu haş xwe tune bî, ça ji riya Xwedê derdikevî û ji Xwedê dûr dikevî. Mîrê-cina usa jî dikare tiştên usa bike, wekî dilê me bişkê, û em dişirmîş bin ku hêjayî qebûlkirina Xwedê nînin (Metelok 24:10). Dixwazî Mîrê-cina mîna “şêr” be, dixwazî xwe kifş ke mîna “milyaketê ronayî”, nêta wî yeke, ew dixwaze îzbat ke, ku wedê cêribandina yan çetinaya tuyê îda Xwedêra qulix nekî. Lê ça tu dikarî caba vê pirsa Mîrê-cina bidî û mîna Îbo aminiya xwe Xwedêra îzbat kî?

LI GORA QANÛNÊN YAHOWA BIJÎ

17. Menî çî ye, wekî bi gora qanûnên Yahowa bijîyî?

17 Hergê tu usa bijîyî ku dilê Xwedê şa bikî, bi wê yekê tu dikarî caba pirsa Mîrê-cina bidî. Lê çi lazim e seva vê yekê? Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya qewata xwe” (Qanûna Ducarî 6:5, PKM). Çiqas hizkirina te hindava Xwedê mezin be, haqas tê bixwazî, wekî bijî usa ça Xwedê ji te dixwaze. Yûhennayê şandî nivîsiye: “Çimkî bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyêd wî diqedînin”. Hergê tu bi temamiya dilê xwe Xwedê hiz bikî tuyê texmîn kî, ku “temiyêd wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3).

18, 19. (a) Kîjan in hine ji van qanûna, yên ku Yahowa dide? (Binihêre çargoşe li ser rûpêla 122.) (b) Em ji ku zanin, ku Yahowa ji me naxwaze wan tişta, çi ku em nikarin bikin?

18 Lê kîjan in ev qanûnên Yahowa? Hinek ji van nîşan dikin, wekî ji çi em gerekê xwe xwey kin. Dîna xwe bide çargoşê li ser rûpêla 122, navê kîjanî usa ye: “Xwe ji wan tişta dûr bigire çi ku Yahowa nefret dike”. Li wir tuyê bibînî, wekî Kitêba Pîroz çi sûcdar dike. Çaxê tu dîna xwe bidî wê yekê, dibek tu dişirmîş bî ku hine ji van tişta, ne xirab in. Lê çaxê tu dişirmîş bî li ser rêzên Kitêba Pîroz, tuyê bibînî ku qanûnên Yahowa bi rastiyê jî çiqa aqilayî ne. Dibek tera gele çetin be tiştekî biguhêzî di emirê xweda û bijîyî usa, ça Xwedê dixwaze. Lê hergê tu hemû tiştî bikî, seva ku dilê Xwedê şa bikî, tuyê bextewarbûnê bistînî (Îşaya 48:17, 18). Bi rastiyê tu dikarî bijîyî usa, wekî dilê Xwedê xweş bêyî. Lê ev yek em ji ku zanin?

19 Yahowa tu car ji me naxwaze wan tişta, çi ku em nikaribin bikin. (Bixûne Qanûna Ducarî 30:11-14.) Ew ji me çêtir zane mecalên me, û zane çi em dikarin bikin û çi na (Zebûr 103:14). Xêncî vê yekê Yahowa dikare qewatê bide me, wekî em bikaribin gura wî bikin. Pawlosê şandî nivîsiye: “Lê Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin” (1 Korintî 10:13). Yahowa usa jî dikare alî te bike û “zorayiya qewatê” bide te, wekî tu bikaribî hemû tiştî teyax kî (2 Korintî 4:7). Paşî wê yekê çaxê Pawlosê şandî rastî gele cêribandina hat, ewî bi bawerbûnê giliyên usa nivîsî: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13).

NAV XWEDA HUNURÊN USA PÊŞDA BÎNE, YÊN KU XWEDÊ XWEŞ TÊN

20. Kîjan hunurên baş tu gerekê nav xweda mezin kî, û çira ev yek gele ferz e?

20 Seva ku bijîyî usa, wekî dilê Xwedê xweş bê, bes nîne tenê xwe ji wan tişta xwey kî, çi ku Xwedê nefret dike. Hergê dixwazî dilê Xwedê şa bikî, tu gerekê hiz bikî wan tişta, çi ku Xwedê hiz dike (Romayî 12:9). Teyê nexwesta tevî merivekî usa nêzîk bûyayî û hevaltî bikira, wekî dişirmîşbûn û nihêrandina wî mîna ya te bûya? Yahowa jî usa dixwaze. Lema jî hemû tiştî bike, wekî wan tişta hiz bikî, çi ku Yahowa hiz dike. Hine ji wan tişta çi, ku Yahowa qîmet dike, di kitêba Zebûra 15-da, tê şirovekirinê. Li wir tê gilî kirinê derheqa wan meriva, yên ku Yahowa wana dostên xwe hesab dike. (Bixûne Zebûr 15:1-5.) Dostên Yahowa dihêlin, wekî qewata Xwedêye Pîroz alî wan bike ku hunurên baş di emirê xweda pêşda bînin. Mesele, bi saya vê qewata Xwedêye Pîroz, em hunurên usa nav xweda mezin dikin ça “hizkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî, milûktî, xwegirtin” (Galatî 5:22, 23).

21. Çi wê alî te bike, wekî hunurên usa nav xweda mezin kî, yên ku Xwedê xweş tên?

21 Hergê tu her-roj Kitêba Pîroz bixûnî û hîn bî, ewê alî te bike hunurên usa nav xweda mezin kî, yên ku Xwedê xweş tên. Çaxê tu pêbihesî Xwedê çi ji te dewa dike, tuyê bikaribî bizanibî ku Yahowa ça dinihêre li ser cûre-cûre pirsa. Ev yek wê alî te bike, wekî nêt-fikirên te bibe mîna nêt-fikirên Xwedê (Îşaya 30:20, 21). Hizkirina te hindava Yahowa çiqas hê qewî be, haqas hê zef tuyê bixwazî bijîyî usa, wekî dilê Xwedê xweş bêyî.

22. Hergê tu bijîyî usa ça Xwedê xweş tê, tuyê çi bînî sêrî?

22 Seva ku bijîn usa, wekî dilê Xwedê xweş bê, lazim e qewatê bidî xebatê. Kitêba Pîroz guhastina emir beramberî wê yekê dike, ça bêjin merivê kevin bi kirên û xeysetên xweva, mîna kinc ji ser xwe bêxin û merivê teze bi kirên û xeysetên teze, mîna kinca teze xwe kin (Kolosî 3:9, 10). Derheqa qanûnên Yahowa zebûrbêj usa nivîsî: “Kesên ku li gorî wan bimeşin, xelata wan pir mezin e” (Zebûr 19:11, AB). Tu jî dikarî bawer kî, wekî jîyîna bi xwestina Xwedê kareke mezin tîne. Hergê tu bijîyî usa ça Xwedê dixwaze, bi vê yekê tê caba pirsa Mîrê-cinaye derew bidî û dilê Yahowa gele şa bikî.

^ abz. 16 Ev nayê hesabê, wekî ev hemû meriyê ku rê te digirin, hema Mîrê-cina rêberiyê wan dike. Lê Mîrê-cina Xwedayê vê dinyayê ye û temamiya dinyayê bin hukumê wîda ne (2 Korintî 4:4; 1 Yûhenna 5:19). Lema jî em gerekê ecêbmayî nemînin, ku çaxê em bi prînsîpên Xwedê bijîn, wê hemû meriya xweş neyê û hinekê miqabilî me derên.