Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 13

Binihêre li ser Emir usa Ça Xwedê Dinihêre

Binihêre li ser Emir usa Ça Xwedê Dinihêre
  • Xwedê ça dinihêre li ser emir?

  • Ça Xwedê dinihêre li ser zarberkirinê?

  • Ça em dikarin nîşan kin, ku emir qîmet dikin?

1. Kî ye efirandarê hemû bînbera?

YÊREMYA pêxember got ku Yahowa “Xwedayê . . . zindî ye” (Yêremya 10:10). Xêncî vê yekê Yahowa Xwedê, Efirandarê hemû bînbera ye. Efrînên ruhanî wîra digotin: “Te her tişt efirandin û bi xwestina te ew efirîn û hene” (Eyantî 4:11). Dawid padşa jî, di kilama xweye pesindayînêda Xwedêra digot: “Çavkaniya jiyanê tu yî” (Zebûr 36:9). Bi rastiyê jî emir pêşkêş e ji Xwedê.

2. Ça Yahowa emirê me xwey dike?

2 Yahowa ne ku tenê em efirandine, lê usa jî emirê me xwey dike (Karên Şandiya 17:28). Ew, xwarinê, avê û hewayê dide me, yên ku seva emirê me ferz in. Ewî usa jî erd efirand, seva ku em li ser bijîn. (Bixûne Karên Şandiya 14:15-17.) Yahowa hemû tişt usa çêkir, wekî emir seva me hewaskar be. Lê seva ku em bi rastiyê di emirê xweda bextewar bin, mera lazim e qanûnên Xwedê hîn bin û di emirê xweda biqedînin (Îşaya 48:17, 18).

QÎMETKIRINA EMIR

3. Ça Xwedê nihêrî li ser kuştina Habîl?

3 Yahowa dixwaze, wekî em emirê xwe û usa jî emirê merivên din qîmet kin. Mesele, di rojên Adem û Hêwayêda, kurê wan Qayîn li ser birê xwe Habîl zef hêrs ket. Hingê Xwedê temî da Qayîn û jêra got, ku hêrsbûna wî, dikare wî berbi gunekirina giran bibe. Qayîn guh neda vê temiyê. Ew “gihîşte birê xwe Habîl û ew kuşt” (Destpêbûn 4:3-8, PKM). Yahowa, Qayîn seva kuştina birê wî, ceza kir (Destpêbûn 4:9-11).

4. Xwedê ça di qanûna Mûsada da kifşê, ku gerekê emir qîmet kin?

4 Hezar sal derbaz bûn, Yahowa cimeta Îsraêlîra qanûn dan, wekî bikaribin Xwedêra usa qulix kin, ça ew dixwaze. Ev qanûn, Yahowa bi Mûsa pêxember derbazî cimetê dikir, lema jî carna ser van qanûna dibêjin, qanûna Mûsa. Ji van qanûna, yek ev e: “Nekujî” (Qanûna Ducarî 5:17, PKM). Ev qanûn cimeta Îsraêlîra nîşan dikir, ku Yahowa emir gele qîmet dike, û wekî merî jî emirê hev gerekê qîmet kin.

5. Ça em gerekê binihêrin li ser zarberkirinê?

5 Lê çi em dikarin bêjin derheqa zara ku hê ji diya xwe nebûye? Derheqa vê yekê di qanûna Mûsada usa dihate gotinê: “Gava meriv hevra şer kin û derb jina duhalî keve, zara wê wede zûtir bibe û zirareke mayîn tunebe, hingê bira mêrê wê çiqas ku ji wan bixwaze, bi qirara hakimtiyê bê dayînê. Lê hergê zirarek bibe, hingê gerekê emir ji ber emirva be”. (Bixûne Derketin 21:22, 23, PKM.) Bi vê qanûnê dihate kifşê, ku hergê rûyê kesekîda zara zikê dêda bihata kuştinê, ev kes gunekar derdiket. Ji vir tê kifşê, ku Yahowa emirê zara ku hela hê zikê dêda ye jî, gele qîmet dike. (Bixûne Zebûr 127:3.) Ev yek tê hesabê, wekî zarberkirin nerast e.

6. Çira îzin tune meriva nefret kin?

6 Qîmetkirina emir usa jî tê hesabê, ku himberî meriva, rast dişirmîş bin. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Her kesê ku birê wî ber çeva reş e, ew mêrkuj e û hûn zanin ku nava tu mêrkujîda jiyîna heta-hetayê tune” (1 Yûhenna 3:15). Hergê em dixwazin heta-hetayê bijîn, em gerekê dilê xwe ji hemû cûre nefretiyê temiz kin, çimkî nefretkirin dibe sebebê gele tiştên xirab (1 Yûhenna 3:11, 12). Lema jî gele ferz e, wekî em hîn bin hevdu hiz bikin.

7. Kîjan in ev xeyset, bi kîjanî merî nîşan dikin ku emir qîmet nakin?

7 Lê ça em dikarin emirê xwe qîmet kin? Bi teybetî ye ku tu kes ji meriva naxwaze bimire, lê hine meriv bona kêfa dilê xwe, emirê xwe dikine bin qeziyayê. Mesele, gelek ji wana narkotîkê didine xebatê, tûtûnê, belgê kirkirkê, yan jî xaş-xaşkê dikişînin. Tiştên usa zîyanê didine sihet-qewata meriya, û gele car dibine sebebê mirina wan. Ew merî, yên ku tiştên usa didine xebatê û evê yekê xwera dikine xeyset, ewana hesab nakin, wekî emir pîroz e. Kirên usa xirab, ber çevê Xwedê heram in. (Bixûne Romayî 6:19; 12:1; 2 Korintî 7:1.) Hergê em dixwazin, wekî Xwedê qulixkirina me qebûl ke, em gerekê kirên usa xirab biterkînin. Dibe ev yek mera gele çetin be, lê Yahowa dikare alî me bike. Ew zef qîmet dike çaxê em qewatê didine xebatê, seva ku van tişta biterkînin. Çimkî bi vê yekê em didine kifşê, ku em emir qîmet dikin ça pêşkêşa ji Xwedê.

8. Çira em gerekê xem bikin, wekî zîyan negihîje ne me, ne jî merivên din?

8 Hergê em emir qîmet dikin, em gerekê miqat bin wekî zîyan negihîje ne emirê me, ne jî emirê merivên din. Em gerekê bê fesal nîbin û emir bona hewasa xwe yan jî kêfa dilê xwe, nekine bin qeziyayê, dêmek badîhewa turuş nekin. Mesele, xwe dûr bigirin ji avtoajotina qayîm û bê fesal, usa jî ji mijûlbûna meşqa (sporta) xof û zorbetî (Metta 4:5-7). Di qanûna Xwedêda, ya ku ewî dabû cimeta Îsraêlî, usa dihate gotinê: “Gava tu mala nû çêkî, ser banî dora wê sûreke nimiz çêke, wekî tu xûnê neynî li ser mala xwe, gava yek ji ser ban bikeve” (Qanûna Ducarî 22:8, PKM). Anegorî vê qanûnê em gerekê pey wê yekê binihêrin, ku nerdevana mala me usa çêkirî be, wekî kesek jorda nekeve û zîyanê nestîne. Hergê avta te heye, teselîke hela bona ajotinê bê qeziya ye, û paşê bajo. Usa bike, wekî mala te yan jî avta te, zîyanê nedine ne te, ne jî xelqê.

9. Hergê em emir qîmet dikin, di hindava heywanada emê ça bin?

9 Lê çi em dikarin bêjin derheqa emirê heywana? Emirê wan jî seva Efirandar pîroz e. Yahowa îzinê dide, wekî heywana bikujin, tenê seva xwarinê, kinca, yan jî hergê ev heywan meriyara zîyanê dikare bîne (Destpêbûn 3:21; 9:3; Derketin 21:28). Lê hergê merî hindava heywana bêrem e, yan jî bêmenî û kêfa dilê xwera wana dikuje, ev yek nerast e. Çimkî bi vê yekê, merî nîşan dike, ku emir qîmet nake û pîroz hesab nake (Metelok 12:10).

QÎMETKIRINA XÛNÊ

10. Ça Yahowa nîşan kir, ku xûn û emir hevva girêdayî ne?

10 Paşî wê yekê, çaxê Qayîn birê xwe Habîl kuşt, Yahowa gote wî: “Dengê xûna birê te ji erdê şikiyatê xwe li min dike” (Destpêbûn 4:10, PKM). Çaxê Xwedê derheqa xûna Habîl got, bi wê yekê Xwedê derheqa emirê wî xeber dida. Qayîn emirê Habîl ji wî sitand, û ji bo vê yekê, ew gerekê bihata cezakirinê. Xûna Habîl, yan emirê wî, ça bêjî şikiyatê xwe li Xwedê kir seva heqiyê. Ew yek, ku xûn û emir hevva girêdayî ne, usa jî hate kifşê paşî Sêlava Dinyayê, di wedê Nuhda. Pêşiya Sêlavê, meriya tenê êmîş, pincar, genim, gûz û çerez dixwarin. Paşî Sêlavê, Yahowa gote Nuh û kurên wî: “Her heywanêd ku dihejin xurekê we be.  . . . Tenê goşt saxiyêda [yan emirva], awa gotî xûnêva nexwin” (Destpêbûn 1:29; 9:3, 4, PKM). Ça tê kifşê, seva Yahowa xûn û emir hevva girêdayî ne û yek in.

11. Kîjan qanûna Xwedê kete qewatê paşî rojên Nuh?

11 Emê himberî xûnê qedir nîşan kin, hergê xwe ji xûnxwarinê xwey kin. Di qanûnêda, ya ku Yahowa dabû cimeta Îsraêlî dihate gotinê: “Lê nebî-nebî ku tu xûnê bixwî, çimkî xûn emir e, emir tevî goşt nexwî. Wê nexwe, mîna avê birêje li ser erdê” (Qanûna Ducarî 12:23, 24, PKM). 800 sal pêşiya van giliya, derheqa xûnê Xwedê temî dabû Nuh, ev temî hê qewatêda bû. Di vê pirsêda, nihêrandina Yahowa zelal bû: Qulixkarên wî dikaribûn goştê heywana bixwarana, lê tenê bê xûn. Ewana gerekê xûn birêtana erdê, ça bêjî emirê efrîna paşda vegerandana Xwedê.

12. Di qirna yekêda, bi saya ruhê pîroz derheqa xûnê çi temî hate dayînê, ya ku heta roja îroyîn jî tê xebatê?

12 Temiya vî cûreyî, mesîhiyara jî hatibû dayînê. Di qirna yekêda şagirt û mêrên din, yên ku rêberî didane şagirtên Îsa, tevayî top bûn seva ku safî kin, kîjan temî her kes di civata mesîhiyada gerekê biqedîne. Wana usa safî kir: “Ruhê Pîroz xweş hat, usa jî li me, ku tu barî nedine ser milê we, pêştirî van tiştên hewce: Dûrî qurbanên pûta, xûnê, mirariyê [goştê xûn têda maye] û bênamûsiyê bin” (Karên Şandiya 15:28, 29; 21:25). Ji vê yekê tê kifşê, wekî em gerekê xwe ji xûnê xwey kin. Ev yek ber çevê Xwedê usa ferz e, ça ku ji pûtparistiyê û qaviyê xwe xwey kî.

Hergê hekîm tera bigota, ku xwe ji îçkê dûr bigire, teyê îçkê berî tamarên xwe bida?

13. Bi meselê nîşan ke, ku çira ev temî wekî xwe ji xûnê xwey kin, ev wê yekê jî dikeve ku xûnê berî xwe nedin?

13 Gelo temiya ku xwe ji xûnê xwey kin, tê hesabê wekî îzin tune xûnê berî xwe din? Belê usa tê hesabê. Were em xeber din derheqa meselekê. Bide hesabê xwe hekîm tera gotiye, wekî tu gerekê ji îçkê dûr bî. Gelo wê rast be usa dişirmîş bî: “Minra îzin tune vexwim îçkê, lê dikarim berî tamarên xwe dim”. Femdarî ye na! Anegorî vê yekê, xwe ji xûnê xwey kin tê hesabê, ku bi tu cûra nehêlin xûn bikeve bedena me. Lema jî ev temî derheqa xûnê, tê hesabê wekî em îzinê nadine tu kesî xûnê berî me din.

14. Hergê hekîm dibêje mesîhî ku ew gerekê xûnê berî xwe de, ewê çi bike?

14 Lê çi gerekê bike mesîhî, hergê birîneke kûr standiye, û wîra opêrasiya lazim e? Bide hesabê xwe, hekîm wîra dibêje ku xûnê gere berî wî din, yan na ew wê bimire. Femdarî ye ku tu mesîhî naxwaze bimire. Lema jî mesîhî, seva ku pêşkêşa ji Xwedê, dêmek emir xwey ke, wê mêtodê qenckirinêye usa qebûl ke, yên ku hewcê xûnxebitandinê nînin. Ew wê, hergê tê standinê, bijbêre qenckirineke baş, bê xûnxebitandin, dêmek pê dermanên dewsa xûnê.

15. Emê çi karê bistînin, hergê qanûnên Xwedê biqedînin?

15 Lê gelo mesîhî wê miqabilî qanûna Xwedê here, seva ku di vê dinyayêda çend sala emirê xwe dirêj ke? Îsa got: “Kî ku dixwaze emirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kî ku emirê xwe bona min unda ke, ewê bibîne” (Metta 16:25). Em naxwazin bimirin. Lê hergê em bi înkarkirina qanûna Xwedê dixwazin emirê xweyî niha xilaz kin, diqewime emirê heta-hetayê em unda kin. Lema jî aliyê meda wê aqilayî be, aminiya xwe qanûnên Xwedêye heq bînin. Heyneser em dikarin bawer bikin, ku hergê bi menîkî em bimirin jî, Jîyîndarê me wedê saxkirina miriya, wê me bîne bîra xwe û ev pêşkêşa qîmet dêmek emir, dîsa paşda bide me (Yûhenna 5:28, 29; Îbranî 11:6).

16. Qulixkarên Xwedê, derheqa xûnê çi safî kirine?

16 Roja îroyîn qulixkarên Xwedêye amin, safî kirine bêyî şik qanûna Xwedêye derheqa xûnê xwey kin. Dixwazî çi jî hebe, ewana xûnê naxwin û ne jî didine xebatê, seva ku xwe qenc kin. * Baweriya wan heye, wekî Efirandar ku xûn efirandiye, hê rind zane çi seva wan baş e. Lê tu bawer dikî, wekî ew hê rind zane çi mera baş e?

XEBITANDINA XÛNÊYE HERE RAST

17. Di Îsraêla berêda meriya çawa xûn rast didane xebatê, wekî Xwedê qebûl dikir?

17 Bi qanûna Mûsa, xûn gerekê bidana xebatê tenê seva nêtekê. Yahowa temîke usa dabû Îsraêliya: “Emirê her bînberî xûnêda ye û min ew da we ku hûn pê wê li ser gorîgehê kewandinê bona emirê xwe bikin, çimkî xûn bona emir kewandinê dike” (Qanûna Kahîntiyê 17:11, PKM). Çaxê Îsraêliya gune dikirin, ewana gerekê heywan qurban kirana, seva ku ji gune bihatana afûkirinê. Xûna heywana pêşiyê hinek gorîgehê dixistin, ya ku di konda bû, û hine wede şûnda, gorîgeha di paristgeha Xwedêda dixistin. Ji vir tê kifşê, ku xebitandina xûnêye rast ev bû, wekî xûn wedê qurbandayîna didane xebatê.

18. Çi kar û kerema em dikarin bistînin, bi saya xûna Îsaye rêtî?

18 Mesîhiyên rast bin qanûna Mûsada nînin, lema jî wanara nelazim e heywana qurban kin û xûna wan qurbangehê xin (Îbranî 10:1). Di rojê Îsraêliyê berêda, xebitanidina xûnêye li ser gorîgehê dida kifşê, qurbandayîneke here qîmet, dêmek qurbanbûyîna Kurê Xwedê, Îsa Mesîh. Ça em ji serê 5 pêhesiyan, Îsa Mesîh emirê xweyî merivayî seva me da û hîşt wekî xûna wî ça qurban bê rêtinê. Paşê ew vegeriya ezmana û carekê bona hertim, qîmetê xûna xweye rêtî anî ber Xwedê (Îbranî 9:11, 12). Evê qurbanê hîm danî bona afûkirina gunên me û seva me rê vekir, wekî em emirê heta-hetayê bistînin (Metta 20:28; Yûhenna 3:16). Bi rastiyê jî çiqas lazim û ferz bû eva xebitandina xûnê! (1 Petrûs 1:18, 19). Çimkî tenê bawerbûna me hindava xûna Îsaye rêtî, dikare me xilaz ke.

Ça tu dikarî nîşan kî ku emir û xûnê qîmet dikî?

19. Çi em gerekê bikin, wekî “cabdarê xûna . . . tu kesî” nîbin?

19 Em çiqas gerekê ji Yahowa Xwedê razî bin, ji bo pêşkêşa wîye bi hizkirin, dêmek emirê me! Lê gelo ev yek gerekê hêlana nede me, seva ku merivara gilî kin derheqa standina emirê heta-hetayê, bi saya bawerbûna qurbanbûna Îsa Mesîh? Hergê em mîna Xwedê bona xilazkirina emirê meriya xem kin û dişirmîş bin, ev yek wê me hêlan ke, bi xîretî û dil û can gilî kin wanara derheqa vê yekê. (Bixûne Hezeqêl 3:17-21.) Hergê em evê borcdariyê bi xîretî dikin, em jî mîna Pawlosê şandî dikarin bêjin: “Cabdarê xûna we tu kesî nînim, çimkî min xwe neda paş, temamiya qirara Xwedê wera got” (Karên Şandiya 20:26, 27). Ew yek ku em meriyara dibêjin derheqa Xwedê û qirara wî, gelek rind eyan dike ku em bi qedir û qîmet dinihêrin li ser emir û xûnê.

^ abz. 16 Seva hê zêde elametî derheqa mêtodê qencikirinêye dewsa xûnberdanê, binihêre broşûra “Ça Xûn Dikare Emirê Te Xilaz ke?”, li ser rûpêla 13-17. Ev broşûr Şedên Yahowa neşir kirine.