Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 14

Ça Dikarin Malbeta Xwe Bextewar kin

Ça Dikarin Malbeta Xwe Bextewar kin
  • Çi lazim e bikî, seva ku bibî mêrê baş?

  • Ça kulfet dikare bibe jina baş?

  • Çi tê hesabê bibî dê-bavê baş?

  • Ça zar dikarin usa bikin, wekî malbet bextewar be?

1. Çi lazim e seva ku malbet bextewar be?

YAHOWA XWEDÊ dixwaze, wekî malbeta te bextewar be. Di Xebera wîda, dêmek Kitêba Pîrozda hene rêberî seva her kesê di malbetêda. Usa jî li vir tê gilîkirinê, wekî neferên malbetê çi gerekê bikin. Hergê her kes di malbetêda, şîretên Xwedê biqedîne, ev yek wê wana bextewar ke. Îsa Mesîh got: “Xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin” (Lûqa 11:28).

2. Seva ku malbet bextewar be, çi lazim e fem bikin?

2 Seva ku malbet bextewar be, lazim e em fem bikin ku sazkarê malbetê Yahowa Xwedê ye, li ser kîjanî Îsa got: “Bavê me” (Metta 6:9). Çimkî Bavê meyî ezmana heye sazkarê malbetê, lema jî ew rind zane çi lazim e bikin, wekî malbet bextewar be. Lê çi di Kitêba Pîrozda tê gotinê, derheqa şixulê her kesê di malbetêda?

YAHOWA SAZKARÊ MALBETÊ YE

3. Ça Kitêba Pîroz şirovedike sazkirina malbetê, û ji ku em zanin ku ev yek rast e?

3 Yahowa merivên pêşin Adem û Hêwa efirandin û ewana tevî hev kire mêr-jin. Ewî ewana cîwar kirin di cineta bedewda, dêmek di baxçê Adenêda. Paşê jî Yahowa wanara got, ku ewana gerekê zara bînin “şîn bin, û li hev zêde bin, erdê tijî kin” (Destpêbûn 1:26-28; 2:18, 21-24, PKM). Ev yek çi ku di kitêba Destpêbûnêda derheqa sazkirina malbetê nivîsar e, çîrok nîne, çimkî Îsa Mesîh jî derheqa vê yekê digot (Metta 19:4, 5). Rast e roja îroyîn em rastî gele çetnaya tên û emirê me usa nîne çawa Xwedê qirar kiribû, lê yeke malbet dikarin bextewar bin. Were em binihêrin çi lazim e seva vê yekê.

4. (a) Ça her kes di malbetêda dikare malbetê bextewar ke? (b) Çira bona bextewarbûna malbetê, ferz e pêbihesî derheqa emirê Îsa Mesîh?

4 Hergê her kes di malbetêda çev bide Xwedê û hizkirinê nîşan ke, malbet dikare bextewar be (Efesî 5:1, 2). Lê ça em dikarin çev bidine Xwedêyê ku em nikarin bibînin? Yahowa Xwedê Kurê xweyî tayê tenê şande erdê, û bi saya Îsa Mesîh em dikarin pêbihesin û hînbin hizkirina Xwedê (Yûhenna 1:14, 18). Çaxê Kurê Xwedê Îsa Mesîh li ser erdê bû, ewî hemû tişt mîna Bavê xweyî ezmana dikir. Kî ku Îsa didît û dibihîst, ça bêjî Xwedê didît û dibihîst (Yûhenna 14:9). Lema jî çaxê em pêdihesin derheqa vê yekê, ku ça Îsa hizkirin nîşan dikir û mîna wî dikin, bi vê yekê her kes ji me malbeta xwera bextewariyê tîne.

MESELE SEVA MÊRA

5, 6. (a) Îsa hindava civatê ça xwe kifş dike û ewî çi mesele hîşt seva mêra? (b) Çi em gerekê bikin seva ku baxşandina guna bistînin?

5 Di Kitêba Pîrozda tê gotinê ku mêr tevî jina xwe gerekê usa bin, çawa Îsa tevî şagirtên xwe. Were em binihêrin van giliyên Kitêba Pîroz: “Mêrno, jinêd xwe hiz bikin, çawa ku Mesîh civîn hiz kir û jiyîna xwe ber wêva da.  . . . Usa jî gerekê mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe. Yê ku jina xwe hiz dike, ew xwe hiz dike” (Efesî 5:23, 25, 28).

6 Belê, Îsa hindava civatê hizkirin eyan dikir, bi vê yekê ewî meseleke baş hîşt seva mêra. Rast e şagirtên Îsa gunekar bûn, lê ewî ewana “heta dereca here bilind jî . . . hiz kirin” û hela hê emirê xwe jî seva wan berva da (Yûhenna 13:1; 15:13). Kitêba Pîroz mêra hêlan dike: “Kulfetêd xwe hiz bikin, dilê wan neêşînin” (Kolosî 3:19). Lê çi dikare alî mêra bike, seva ku evê şîretê hela hê wî çaxî jî biqedînin, çaxê jin tiştên nerast dike? Mêr gerekê timê bîne bîra xwe, ku ew jî şaşiya berdide û wîra jî baxşandina Xwedê lazim e. Lê mêr çi gerekê bike, wekî Xwedê wî bibaxşîne? Ew gerekê bibaxşîne wan meriya kî ku miqabilî wî gune dikin, dêmek ev tê hesabê ku ew gerekê jina xwe jî bibaxşîne. Belê, jin jî gerekê evê şîretê biqedîne. (Bixûne Metta 6:12, 14, 15). Bi rastiyê jî çawa hine merî dibêjin, zewac wî çaxî bextewar e, çaxê mêr û jin hazir in hevdu bibaxşînin.

7. Îsa çi hildida hesab, û bi vê yekê ewî çi mesele hîşt seva mêra?

7 Mêr usa jî gerekê çev bidine Îsa Mesîh di wê yekêda, ku ew hergav derheqa şagirtên xwe dişirmîş dibû û wana fem dikir. Îsa hildida hesab qewata wan û hewcên wan. Mesele çaxê şagirtên wî westiyayî bûn, Îsa wanara got: “De werin em tenê herine cîkî xewle û hinekî rihet bin” (Marqos 6:30-32). Jin jî hêja ne, wekî derheqa wan dişirmîş bin û xem kin. Kitêba Pîroz jina beramberî “qisimê sist” dike û hêlana dide mêra, wekî “qedirê wan bigirin”. Gelo çira? Çimkî mêr û jin pêşkêşa ji Xwedê, dêmek jîyînê, wê weke hev bistînin (1 Petrûs 3:7). Timê gerekê bîra mêrada be, wekî Yahowa meriya qîmet dike ne ku ji bo vê yekê, ku ev mêr e yan jin e, lê meriya qîmet dike seva aminbûna wan (Zebûr 101:6).

8. (a) Çira dikarin bêjin, wekî “yê ku jina xwe hiz dike, ew xwe hiz dike”? (b) Seva mêr û jin çi tê hesabê bibine “bedenek”?

8 Di Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yê ku jina xwe hiz dike, ew xwe hiz dike”. Îsa derheqa mêr û jina usa got: “Îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in” (Metta 19:6). Ev tê hesabê, wekî mêr û jin gerekê tenê tevîhev razên û hevra bin, tu kesekî dinra nîbin û tev ranezên (Metelok 5:15-21; Îbranî 13:4). Hergê her kes ji wan nekeve heyra xwe lê dişirmîş bin bona hewcên hev, ewana wê bikaribin himberî hev amin bimînin (1 Korintî 7:3-5). Usa jî lazim e ku mêr û jin dîna xwe bidine wan giliya: “Tu kes, tu cara ji bedena xwe nefret nekiriye, lê ew bedena xwe xwey dike”. Mêr gerekê jina xwe weke xwe hiz bike, û gerekê bîra wîda be, wekî ew li ber serkarê xwe Îsa Mesîh, cabdar e (Efesî 5:29; 1 Korintî 11:3).

9. Di kitêba Fîlîpî 1:8-da derheqa kîjan hunurê Îsa tê gotinê, û çira mêr gerekê evî hunurî hindava jina xwe nîşan kin?

9 Pawlosê şandî digot ku Îsa Mesîh “dilovanî” nîşan dikir (Fîlîpî 1:8, ÎM). Çimkî Îsa dilovan bû, gelek meriv dixwestin nêzîkî wî bin, bi saya vê yekê hine jin jî bûne peyçûyên wî (Yûhenna 20:1, 11-13, 16). Her jin dixwaze, wekî mêr hindava wê hiza dilovan û nazik nîşan ke.

MESELE SEVA JINA

10. Îsa çi mesele da jina?

10 Malbet ev ça teşkîlet e (organîzasiyon), seva ku hemû tiştên vê teşkîletê usa be ça lazim e, gerekê serwêr hebe. Serwêrê Îsa Mesîh jî heye. “Serê Mesîh Xwedê ye”, usa jî çawa “serê jinê mêr e” (1 Korintî 11:3). Ev yek ku Îsa çawa gura serwêriya Xwedê dike, meseleke gele rind e, çimkî serwêrê me gişka jî heye û em jî gerekê gura wan bikin.

11. Jin hindava mêrê xwe gerekê ça be û ev yek çi karê dikare bîne?

11 Mêr ne kamil in, ewana jî şaş dibin, lema jî carna ewana nikarin rast borcê xweye serwêrtiyê biqedînin. Lê wekî usa ne jin hindava mêr gerekê çi cûreyî be? Jin gerekê mêrê xwe bona şaşiyê wî, nuxsan dêmek nimiz neke û ne jî bixwaze serwêrtiyê bigire destê xwe. Jin gerekê bîr neke, wekî Xwedê yên milûk qîmet dike (1 Petrûs 3:4). Hergê jin milûk be, ewê texmîn ke ku di çetnayêda jî hêsa ye gura mêrê xwe bike, û ev yek Xwedê xweş tê. Xêncî vê yekê di Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “jin ji mêrê xwe xof bike [qedr bigire, DT]” (Efesî 5:33). Lê hergê mêrê kesekî hesab nake Îsa ça serê xwe? Kitêba Pîroz wan jinara hêlana dide: “Gura mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, hergê guhdariya xeberê nakin, bi pergaliya jinên xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê gava pergaliya weye xofe [qedr, DT] û nave-namûs bibînin” (1 Petrûs 3:1, 2).

12. Çira hergê jin bi qedir mêrê xwera bêje çi ku ew dişirmîş dibe, ev yek nayê hesabê ne rast?

12 Hergê pirsekêda jin tevî mêrê xwe ne razî ye, firqî tune mêrê wê mesîhî ye yanê na, ew dikare bi aqilayî û nerm fikirên xwe bêje mêrê xwe, û ev yek nayê hesabê ku jin qedirê mêrê xwe nagire. Dibek dişirmîşbûna jinê rast e, û hergê mêr giliyê wê qebûl ke, ev yek dikare karê bîne malbetêra. Mesele, çaxê Birahîm tevî jina xwe Serayê di pirsa malbetêda qayîl nîbû, Yahowa gote Birahîm: “Guhdariya . . . wê bike”. (Bixûne Destpêbûn 21:9-12, PKM). Lê hergê mêr îda hemû tişt safî kir û safîkirina wî miqabilî qanûna Xwedê dernayê, hingê jin gerekê gura mêrê xwe bike û safîkirina wî qebûl ke (Karên Şandiya 5:29; Efesî 5:24).

Serayê çi meseleke baş hîştiye seva jina?

13. (a) Kitêba Tîto 2:4, 5 çida jina hêlan dike? (b) Çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa başqejîtinê û hevqetandinê?

13 Hergê jin hemû tiştî usa dike, çawa ji wê tê xwestinê, bi vê yekê ew seva halxweşiya malbetê gele tişt dike. Mesele Kitêba Pîroz hêlana dide jinên mêrkirî: “Mêr û zarêd xwe hiz bikin, aqilda giran bin, nav-namûs, malkir, heyf, gura mêrê xweda bin” (Tîto 2:4, 5). Jina ku şixulê xweye jintiyê û dêtiyê li gora wan temiya dike, ji aliyê malbeta xwe hizkirinê û qedir qazinc dike. (Bixûne Metelok 31:10, 28). Çimkî her mêr û jin gunekar in, lema jî carna ewana dikarin rastî çetinayên giran bên, ji bo çi jî ewana dikarin başqe bijîn, yan jî hev biqetin. Hine derecên usa hene ku Kitêba Pîroz dihêle wekî jin mêr başqe bijîn. Lê safîkirina usa gerekê sera-bera nîbe, lê bi aqilayî be, çimkî derheqa vê yekê di Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Bira jin ji mêr neqete. . . . Û mêr jî bira jina xwe bernede” (1 Korintî 7:10, 11). Lê hergê jina kesekî yan mêrê kesekî qaviyê bike, tenê wî çaxî, ça di Kitêba Pîrozda nivîsare, ewana dikarin hev biqetin (Metta 19:9).

MESELEKE BAŞ SEVA DÊ-BAVA

14. Îsa hindava zarada çawa bû û çida zar hewce ne?

14 Îsa meseleke baş hîşt seva dê-bava, ku ewana hindava zarada gerekê çawa bin. Carekê çaxê şagirtên Îsa nehîştin, wekî zar nêzîkî wî bin ewî got: “Bira ew zarok bêne cem min, pêşiya wan negirin”. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “ew zar dane hemêza xwe, destê xwe danî ser wan û dua li wan kir” (Marqos 10:13-16). Hergê Îsa Mesîh timê seva zara wede didît, dêmek dê-bav jî gerekê seva zarên xwe wede bibînin. Dê-bav gerekê tevî zara gelek wede derbaz bikin, ne ku tenê çend deqa. Ewana gerekê gelek wede xerc kin seva hînkirin û şîretkirina zara, çimkî evê yekê Yahowa ji dê-bava dewa dike. (Bixûne Qanûna Ducarî 6:4-9).

15. Dê-bav çi dikarin bikin, seva ku zarên xwe xwey kin?

15 Dinyayêda zulmî hê zêde dibe, lema jî lazim e, wekî dê-bav zarên xwe ji merivên zinêkar xwey kin, îlahî ji wan meriva kî ku dixwazin zara xirab kin û zîyanê bidine wan. Dîna xwe bidê ça Îsa şagirtên xwe xwey dikir, li ser kîjana ewî bi hizkirin got “lawno”. Çaxê Îsa girtin û gerekê bikuştana, ewî xem kir wekî şagirtên wî bêne berdanê (Yûhenna 13:33; 18:7-9). Dê-bavno, hûn gerekê dîna xwe bidine zarên xwe û seva wan xem kin, çimkî Mîrê-cina dixwaze zîyanê bide zarên we. Hûn gerekê pêşda şîreta bidine zarên xwe û tevî wan xeberdin derheqa wê yekê, çi ku dikare qeziyê wanara bîne * (1 Petrûs 5:8). Tu car bedena zara, ruhaniya wan û namûsa wan usa bin qeziyêda nîbûye, çawa roja îroyîn bin qeziyêda ne.

Dê-bav çi dikarin hîn bin ji mesela Îsa hindava zara?

16. Ça Îsa dinihêrî li ser kêmasiya şagirtên xwe û çi dê-bav dikarin hîn bin ji mesela wî?

16 Şev pêşiya mirina Îsa, şagirtên wî hevra ketine dewê hela kî ji wan herî mezin e. Dewsa ku Îsa li ser wan hêrsketa, evî bi hizkirin û pê mesela ewana şîret kirin (Lûqa 22:24-27; Yûhenna 13:3-8). Dê-bavno, hûn texmîn dikin ça gerekê çev bidine mesela Îsa, di vê yekêda çaxê zara şîret dikin? Rast e, zarara cezakirin jî lazim e, lê ev gerekê “bi dadiyênva [bi heqiyê, DT]” bê kirinê, ne ku bi hêrsketinê û neheqiyê. Tu gerekê tevî wana bê femî xeber nedî çimkî giliyê bê femî dikarin “mîna şûr” bibirin (Yêremya 30:11; Metelok 12:18). Tu gerekê zara xwe usa şîret kî û ceza kî, wekî paşê ew fem ke ku ev şîretkirin çi kar wîra anî (Efesî 6:4; Îbranî 12:9-11).

MESELE SEVA ZARA

17. Îsa çi meseleke baş hîşt seva zara?

17 Gelo zar dikarin hîn bin ji Îsa? Belê ewana dikarin! Îsa meseleke baş hîşt, ku ça zar gerekê gura dê-bavê xwe bikin. Ewî got: “Bavê çawa ez hîn kirime, ez usa xeber didim” serda jî zêde kir: “Ez her gav kirinêd ku wî xweş tên, dikim” (Yûhenna 8:28, 29). Îsa gura Bavê xweyî ezmana dikir, û Kitêba Pîroz zara hêlan dike, wekî ewana gura dê-bavê xwe bikin. (Bixûne Efesî 6:1-3). Rast e Îsa Kurê Xwedê bû û qedandî bû, lê ewî timê gura dê-bavê xwe Ûsiv û Meryemê dikir, yên ku merivên nekamil bûn. Û ev yek jî seva hemû neferê malbeta Îsa bextewarbûn dianî (Lûqa 2:4, 5, 51, 52).

18. Çira Îsa timê gura Bavê xweyî ezmana dikir, û dilê kî îro şa dikin zar çaxê gura dê-bavê xwe dikin?

18 Ça zar dikarin çev bidine Îsa û dilê dê-bavê xwe şa bikin? Rast e carna zarara çetin e gura dê-bavê xwe bikin, lê evê yekê Xwedê ji wan dixwaze (Metelok 1:8; 6:20). Îsa timê gura Bavê xweyî ezmana dikir, hela hê wedê çetinayên giran jî. Carekê, çaxê bi qirara Xwedê ji Îsa dihate xwestinê tiştekî gele çetin bike, ewî Bavê xwera got: “Evê kasê [fermanê] ji min dûr xe”. Lê yeke Îsa qirara Xwedê pêk anî, çimkî fem dikir ku Bavê wî diha rind zane, ku vê demê bona wî çi baş e (Lûqa 22:42). Çaxê zar gura dê-bavê xwe dike, ew bi vê yekê dilê wan şa dike, usa jî dilê Bavê xweyî ezmana * (Metelok 23:22-25).

Çaxê zar rastî cêribandina tê, çi gerekê bîne bîra xwe?

19. (a) Çi cûreyî Mîrê-cina zara dide cêribandinê? (b) Ça şixulên zaraye xirab, hukum dibe li ser dê-bava?

19 Mîrê-cina dicêriband Îsa, bêy şik ew wê zara jî bicêribîne, wekî ewana tiştên nerast bikin (Metta 4:1-10). Mîrê-cina seva ku zara bicêribîne hevalên wan dide xebatê, wekî ewana li ser zara hukum bin çimkî seva zara çetin e miqabilî hevalên xwe derên. Lema jî gelek ferz e wekî zar hevaltiyê tevî van meriva neke, yên ku tiştên xirab û nerast dikin (1 Korintî 15:33). Mesele, qîza Aqûb Dînah hevaltî tevî wan meriva dikir, yên ku Xwedêra qulix nedikirin û evê yekê gelek kul-derd jêra anî (Destpêbûn 34:1, 2). Tu tenê bide hesabê xwe, wê derdekî çiqas giran be seva neferên malbetê, çaxê ji wana yek bênamûsiyê bike! (Metelok 17:21, 25).

KILÎTA BEXTEWARBÛNA MALBETÊ

20. Her kes di malbetêda çi gerekê bike, seva ku malbet bextewar be?

20 Çaxê şîretên ji Kitêba Pîroz diqedînin, safîkirina problêmên malbetê hêsa dibe. Belê qedandina van şîreta, ev heye kilîta bextewarbûna malbetê. Mêrno, jinên xwe hiz bikin û hindava wan usa bin çawa Îsa hindava civatê bû. Kulfetno, gura mêrên xwe bikin ça malxê malê, û pey mesela jina qenc herin ya ku di kitêba Metelok 31:10-31-da nivîsar e. Dê-bavno, zarên xwe hîn kin û şîret kin (Metelok 22:6). Bavno, “malxêtiyê rind li mala xwe” bikin (1 Tîmotêyo 3:4, 5; 5:8; Kolosî 3:20). Zarno, gura dê-bavê xweda bin. Di malbetêda tu kes kamil nîne, gişk jî şaşiya dikin. Lema jî milûk bin û baxşandinê ji hevdu bixwazin.

21. Çi axirîke baş hîviya meye û ça em niha dikarin malbeta xwe bextewar kin?

21 Bi rastiyê jî di Kitêba Pîrozda hene gelek rêberî û şîretên qîmet bona emirê malbetê. Xêncî vê yekê Kitêba Pîroz hîn dike derheqa dinya teze, cineta li ser erdê, kîderê ku qulixkarên Xwedêye bextewar wê bijîn (Eyantî 21:3, 4). Bi rastiyê jî axirîke çiqas baş hîviya meye! Roja îroyîn jî malbeta me dikare bextewar be, hergê em rêberiya Xwedê di emirê xweda diqedînin, yên ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e.

^ abz. 15 Şîret ke zarên xwe, wekî ew nehêle kesek destê xwe bide yan jî bilîze tevî ciyên vane şermî, dêmek canê wane şermî. Xêncî vê yekê zara şîret ke, wekî ewana ji wan meriya û ji ciyên usa xwe dûr bigirin, yên ku dikare zîyanê wanara bîne yan jî gele xof e. Hê zêde elametiyên derheqa vê yekê, ku ça zarên xwe ji van tişta xwey kin, binihêre kitêba “Hîn be ji Dersdarê Herî Mezin” serê 32, yên ku Şedên Yahowa neşir kirin.

^ abz. 18 Zar tenê wî çaxî dikare gura dê-bavê xwe neke, hergê ewana ji wî dewa bikin wekî ew miqabilî qanûnên Xwedê derê (Karên Şandiya 5:29).