Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 17

Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be

Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
  • Çira em gerekê Xwedêra dua bikin?

  • Çi em gerekê bikin, wekî Xwedê duayên me bibihê?

  • Xwedê çawa caba duayên me dide?

Yahowa Xwedayê “ku erd û ezman efirandiye” hazir e duayên me bibih

1, 2. Çira duakirin qedrekî gelek mezin e seva me, û çira ferz e ku bizanibin, çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa duakirninê?

SEVA Yahowa “ku erd û ezman efirandiye”, hemû milet mîna dilopeke ji avê ne (Zebûr 115:15; Îşaya 40:15). Di Kitêba Pîrozda usa nivîsar e: “Yahowa nêzîkê hemû kesên ku gazî li wî dikine; hemû kesên, ku bi rastiyê gazî li wî dikin. Ew xwesteka kesên ku ji wî ditirsin, pêk tîne û qîrînên wanên ji bo alîkariyê dibihîze” (Zebûr 145:18, 19AB). Tu tenê bide hesabê xwe, wekî Efirandarê himzor ku her tişt efirandiye, nêzîkî me ye û guh dide me, hergê em rast gazî wî dikin. Bi rastiyê jî seva me qedrekî çiqas mezin e, ku em dikarin Xwedêra dua bikin!

2 Hergê em dixwazin ku Yahowa duayên me bibihê, em gerekê usa wîra dua bikin çawa ew dixwaze. Lê hergê em nizanin, çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa duakirinê, emê ça bikaribin rast dua bikin? Lema jî ferz e ku pêbihesin ji Kitêba Pîroz ça gerekê dua bikin, çimkî duakirin alî me dike wekî em nêzîkî Yahowa bin.

ÇIRA GEREKÊ YAHOWARA DUA BIKIN?

3. Çira em gerekê Yahowara dua bikin?

3 Em gerekê Yahowara dua bikin, çimkî ew xwexa me teglîf dike ku evê yekê bikin. Di Xebera Xwedêda nivîsar e: “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirên we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7). Lema jî em naxwazin evê pêşkêşê, ya ku Serwêrê himzor daye me, unda kin.

4. Çi cûreyî, duakirin heleqetiya me tevî Yahowa qewî dike?

4 Duakirin usa jî alî me dike, wekî heleqetiya me tevî Yahowa hê bişide. Mesele, hevalên rast rastî hev tên û tevî hev xeber didin ne tenê wî çaxî gava wanara tiştek lazim e. Wanara gelek hewas e tevî hev wede derbaz kin, çimkî ewana dikarin hêsa dilê xwe hev dura vekin, û derheqa problêmên xwe û nêt-fikirên xwe hevra bêjin. Ev yek hevaltiya wan gelekî dişidîne. Hevaltiya me tevî Yahowa jî hema usa dikare bişide. Bi alîkariya vê kitêbê tu gelek tişt pêhesiyayî, ku çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa Yahowa, hunur-xeysetên wî û usa jî derheqa qirara wî. Niha tu îda zanî ku Yahowa heye û ew yekî ça ne, û dikarî heleqetiya xwe tevî wî qewî kî. Duakirin mecalê dide te, ku derheqa nêt-fikirên xwe Bavê xweyî ezmanara bêjî. Û bi vê yekê tuyê hê nêzîkî wî bî (Aqûb 4:8).

ÇI JI ME TÊ DEWAKIRINÊ?

5. Ji çi tê kifşê, ku Yahowa ne hemû duakirina dibihê?

5 Gelo Yahowa hemû dua dibihê? Dîna xwe bidê ku wedê Îşaya pêxember, Yahowa çi gote cimeta Îsraêlî, çaxê wana nedixwest gura wî bikirana: “Dema hûn zef dua bikin jî ezê guhdarî nekim; destên we bi xûnêva tijî ye!” (Îşaya 1:15). Ji vir tê kifşê wekî kirên meriya dikarin bibine meniya wê yekê, ku Yahowa guh nede duayên wan. Hergê em dixwazin ku duayên me dilê Yahowa xweş bên, em gerekê bizanibin çend dewakirinên ferz.

6. Seva ku Xwedê duayên me bibihê, çi dewakirineke ferz heye, û ça em gerekê nîşan kin ku evê dewakirinê pêk tînin?

6 Dewakirineke ferz ev e, ku baweriya xwe nîşan kî. (Bixûne Marqos 11:24). Pawlosê şandî nivîsî: “Bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin” (Îbranî 11:6). Belê, seva ku baweriya rast nîşan kî, gere ne ku tenê bizanibî wekî Xwedê heye û ku ew duayên me dibihê û caba wan dide. Em gerekê bawerbûnê bi kirên xwe îzbat kin. Dêmek bi emirê xweyî her rojî gerekê bidine kifşê, ku bawerbûna me heye (Aqûb 2:26).

7. (a) Çira em gerekê bi qedir Yahowara dua bikin? (b) Ça em dikarin nîşan kin helalî û milûktiya xwe, çaxê Xwedêra dua dikin?

7 Yahowa usa jî dixwaze ku em bi milûktiyê û helaliyê wîra dua bikin. Û ew hêja ye, wekî em bi milûktiyê tevî wî xeber din. Mesele çaxê merî ber wezîr yan jî ber serokê welat disekine, timê bi qedir tevî wan xeber dide, çimkî ew zane ku firqiya orta wî û wan çi ye. Lê çiqas hê zêde em gerekê bi qedir tevî Yahowa xeber din! (Zebûr 138:6). Çimkî ew “Xwedêyê Herî” Zor e (Destpêbûn 17:1, PKM). Çaxê em dua dikin, em gerekê bi milûktiyê bidine kifşê, wekî zanin ku em himberî Xwedê kî ne. Milûktî wê alî me bike ku duayên me pirxeber yan jî bi ezberî nîbin, dewsê emê bi helalî û bi dil û can wîra dua bikin (Metta 6:7, 8).

8. Ça em dikarin anegorî duayên xwe bijîn?

8 Seva ku Xwedê me bibihê, em usa jî gerekê anegorî duayên xwe şixul bikin. Yahowa hîviyê ye ku em qewata xwe gişkî bidin xebatê, wekî anegorî duayên xwe bijîn. Mesele, çaxê em dua dikin û dibêjin: “Nanê meyî rojê, roj bi roj bide me”, dêmek em gerekê bixebitin û xebathiz bin (Metta 6:11; 2 Têsalonîkî 3:10). Hergê di tiştekîda sistbûna me heye, û derheqa vê yekê em Xwedêra dua dikin û alîkariyê ji wî dixwazin, em xwexa jî gerekê ji wan hemû tişta xwe dûr bigirin, çi ku dikare me bide şaşkirinê (Kolosî 3:5). Xêncî van yeka dîsa hine pirs derheqa duakirinê hene, û em gerekê bizanibin caba van pirsa.

CABÊN ÇEND PIRSA DERHEQA DUAKIRINÊ

9. Kêra em gerekê dua bikin û bi navê kê?

9 Kêra em gerekê dua bikin? Îsa Mesîh şagirtên xwe hîn dikir dua bikin: “Bavê meyî ezmanara” (Metta 6:9). Lema jî em gerekê tenê Yahowara dua bikin. Yahowa dixwaze wekî em bi navê Kurê wî, Îsa Mesîh wîra dua bikin. Gelo çira? Çimkî ça em ji serê 5 pêhesiyan, Îsa Mesîh hate li ser erdê seva ku emirê xwe bide ça kirîn û me ji gune û mirinê xilaz ke (Yûhenna 3:16; Romayî 5:12). Ew heye serekkahînê kifşkirî, ku dikare şaşiyên û gunên me bibaxşîne. Ew usa jî hate kifşkirinê ça Hakim (Yûhenna 5:22; Îbranî 6:20). Ahan çira Kitêba Pîroz me hîn dike, ku bi navê Îsa Mesîh Xwedêra dua bikin. Derheqa xwe Îsa got: “Ez im, rê, rastî û jiyîn. Tenê pê min yek dikare bê cem Bavê” (Yûhenna 14:6). Hergê em dixwazin ku duayên me bêne bihîstinê, em gerekê tenê Yahowara dua bikin û bi navê Kurê wî Îsa Mesîh.

10. Çira eseyî nîne, ku çaxê Xwedêra dua dikin bisekinin yan rûnên?

10 Gelo çaxê Xwedêra dua dikî, ferz e xem bikî hela tu ça disekinî yan rûdinêyî? Na. Yahowa ji me dewa nake ku wedê duakirinê em eseyî gerekê bi cûrekî bisekinin, yan jî rûnên, yan jî destê xwe hilkişînin. Kitêba Pîroz me hîn dike, ku çaxê merî dua dike, ev dikare rûniştî dua bike, yan li ser piya bisekine, yan serê xwe berjêr ke, yan jî li ser çoka dua bike (1 Dîrok 17:16; Nehemiya 8:6; Daniyêl 6:10; Marqos 11:25). Ferz nîne, merî çawa sekiniye gava Xwedêra dua dike, ferz e ku ew bi dilê xwe dua bike. Em kîderê jî bin, her roj çaxê em şixul dikin yan jî çaxê nişkêva rastî çetinaya tên, em dikarin di dilê xweda dua bikin. Dibe tu kes haş pê tune be ku em dua dikin, lê Yahowa duayên usa jî dibihê (Nehemiya 2:1-6).

11. Derheqa çi em dikarin dua bikin?

11 Derheqa çi em dikarin dua bikin? Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Heger em tiştekî li gora xwestina . . . [Yahowa] jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14). Dêmek çi ku miqabilî qirara Xwedê naçe, em dikarin derheqa wan hemû tişta dua bikin. Lê gelo hergê em derheqa çetinayên xwe wîra dua bikin, ev jî wê li gora qirara Xwedê be? Belê, wê li gora qirara wî be! Duakirin ev mîna xeberdana tevî hevalekî nêzîk e. Em dikarin bi dilsaxî Xwedêra dua bikin û “dilê xwe li ber wî vekin” (Zebûr 62:8, AB). Em gerekê ruhê pîroz ji Xwedê bixwazin, çimkî bi saya vê yekê emê xirabiyê nekin (Lûqa 11:13). Em usa jî dikarin rêberiyê ji wî bixwazin, seva ku hemû tiştî bi aqlayî safî kin û seva ku qewatê bide me, wekî di çetinayada teyax kin (Aqûb 1:5). Hergê em gune bikin, em gerekê li ser hîmê qurbanbûna Îsa Mesîh baxşandinê ji Xwedê bixwazin (Efesî 1:3, 7). Lê femdarî ye, wekî em ne tenê gerekê derheqa xwe dua bikin. Em usa jî gerekê derheqa neferên mala xwe û derheqa xûşk-birên xweye ruhanî, dua bikin (Karên Şandiya 12:5; Kolosî 4:12).

12. Pêşiyê em gerekê derheqa çi dua bikin?

12 Ya pêşin, em gerekê derheqa wan tişta dua bikin çi ku Yahowa Xwedêva girêdayî ye. Bal me gelek menî hene, ji bo çi jî em gerekê bi zarê xwe Xwedê rûmet kin û seva her qenciya wî, razîbûna xwe wîra eyan kin (1 Dîrok 29:10-13). Di kitêba Metta 6:9-13-da, tê gilîkirinê ku Îsa hîn dikir dua bikin, wekî navê Xwedê pîroz be. (Bixûne.) Usa jî Îsa hîn kir ku em gerekê dua bikin wekî Padşatiya Xwedê bê, û wekî qirara wî pêk bê çawa li ezman usa jî li ser erdê. Û tenê paşî van pirsên ferz, Îsa destpêdike bêje derheqa problêmên gendî. Hergê em jî usa dua bikin, dêmek pêşiyê seva pirsên ku Xwedêva girêdayî ne dişirmîş bin, emê nîşan kin ku em ne tenê derheqa halxweşiya xwe dişirmîş dibin.

13. Çi tê gotinê di Kitêba Pîrozda, derheqa vê yekê ku çiqas wede em gerekê dua bikin?

13 Duayên me çiqas wede gerekê bikişîne? Firqî tune em tevî meriyên din dua dikin, yan jî xwexa xwera, di Kitêba Pîrozda nayê nivîsarê çiqas wede em gerekê dua bikin. Mesele, pêşiya xwarinê dikarî kin dua bikî, lê çaxê dilê xwe Xwedêra vedikî, dikarî hê dirêj wîra dua bikî (1 Samûyêl 1:12, 15). Îsa Mesîh sûcdar dikir merivên xwerazî û kubar, yên ku berbi hemûya disekinîn dua dirêj digotin, seva ku duayên wan bêne kifşê (Lûqa 20:46, 47). Duayên usa dilê Xwedê xweş nayên. Seva wî ferz e, wekî em bi dil û can dua bikin. Ça tê kifşê em dikarin haqas Xwedêra dua bikin, çiqas dixwazin û kengê dixwazin, ev derecêva û mecalêva girêdayî ye.

Tu kîderê jî bî, Yahowa timê duayên te wê bibihê

14. Çi tê hesabê “her gav dua bikin” û ça ev yek me dil şa dike?

14 Rojê çiqas cara gere dua bikin? Di Kitêba Pîrozda nivîsar e ku em gerekê “her gav dua bikin” (Romayî 12:12; 1 Têsalonîkî 5:17). Lê ev nayê hesabê ku em gerekê 24 siheta Xwedêra dua bikin. Heyneser, Kitêba Pîroz me hêlan dike, ku her roj dua bikin, timê razîbûna xwe wîra eyan kin bona remtiya wî, usa jî rêberiyê û alîkariyê ji wî bixwazin. Bi rastiyê jî şabûneke çiqas mezin e bizanibî ku dikarî Xwedêra dua bikî, kengê dixwazî û çiqas dixwazî! Hergê em bi rastiyê ev pêşkêşa ji Xwedê, dêmek duakirinê qîmet dikin, emê eseyî wede bibînin, seva ku Bavê xweyî ezmanara xeber din.

15. Çira em gerekê bêjin “Amîn” paşî duakirina xwe, yan jî çaxê duayên kesekî dibihên?

15 Çira xilaziya duakirinê em gerekê bêjin “Amîn”? Xebera “amîn” tê hesabê “belê”, yan “bira usa be”. Ça ji meselên Kitêba Pîroz tê kifşê, wedê berê meriya paşî duakirinê timê digotin “Amîn” (1 Dîrok 16:36; Zebûr 41: 13). Çaxê em jî paşî duakirinê dibêjin “Amîn”, bi vê yekê em nîşan dikin ku giliyên me helal bûn. Lê çaxê kesek dua dike û xilaziyê em bi dengê bilind yan dilê xweda dibêjin “Amîn”, bi vê yekê em didine kifşê ku em qayîl in bi van giliya, çi ku gotin (1 Korintî 14:16).

ÇA XWEDÊ CABA DUAYÊN ME DIDE?

16. Çi em dikarin bawer bikin çaxê dua dikin?

16 Gelo Yahowa bi rastiyê caba duayên me dide? Bêyî şik, belê! Em dikarin bi temamiya dilê xwe bawer bikin, ku Xwedê “yê ku dua dibihîze”, caba mîlyona meriya dide, yên ku bi helalî wîra dua dikin (Zebûr 65:2). Yahowa dikare caba me bide bi saya cûre-cûre tişta û kesa.

17. Çira em dikarin bêjin, ku Xwedê caba duayên me bi saya milyaketa û qulixkarên xwe dide?

17 Yahowa bi saya milyaketên xwe û usa jî bi saya qulixkarên xwe, dikare caba duayên me bide (Îbranî 1:13, 14). Hene gelek qewimandin, çaxê meriya Xwedêra dua dikir, alîkarî ji wî dixwastin seva ku Kitêba Pîroz rind fem bikin, û hine wede şûnda ewana rastî Şedên Yahowa dihatin. Ji meselên usa tê kifşê, ku şixulê dannasînkirinê milyaket rêberî dikin (Eyantî 14:6). Yahowa usa jî seva ku caba duayên me bide, dikare qulixkarê xwe hêlan ke, wekî ew di wedê giranda alîkariyê bide me (Metelok 12:25; Aqûb 2:16).

Yahowa dikare qulixkarê xwe hêlan ke, wekî ew alî me bike, û bi vê yekê Yahowa dikare caba duayên me bide

18. Ça Yahowa bi alîkariya ruhê xweyî pîroz û bi alîkariya Kitêba Pîroz, caba duayên qulixkarên xwe dide?

18 Yahowa usa jî caba duayên me, bi alîkariya ruhê xweyî pîroz û bi Kitêba Pîroz, dide. Mesele, ev dikare bi ruhê pîroz rêberiya me bike û di çetinayada me qewî ke (2 Korintî 4:7). Carna emê caba duayên xwe ji Kitêba Pîroz bistînin. Bi saya vê kitêbê Yahowa rêberiyê dide me, seva ku safîkirinên me bi aqlayî bin. Rêzên ku wê alî me bikin, em dikarin bibînin wedê hînbûna Kitêba Pîroze xwexa û çaxê em edebyeta dixûnin, yên ku li ser hîmê Kitêba Pîroz in, mesele ça ev kitêb. Fikirên ji Kitêba Pîroz yên ku wê alî me bikin, em dikarin li ser civata bibihên, ji xûşk-bira di civatêda yan jî ji rûspiya, yên ku xem dikin derheqa halxweşiya me (Galatî 6:1).

19. Çi em gerekê timê bînin bîra xwe, hergê me tirê ku Yahowa caba duayên me derengî dixe?

19 Hergê me tirê ku Yahowa caba duayên me derengî dixe, ev nayê hesabê ku Xwedêra çetin e caba me bide. Ferz e wekî timê di bîra meda be, ku Yahowa caba duayên me di wededa û li gora qirara xwe wê bide. Ew rind zane hewcên me, û ji me çêtir zane ku ça alî me bike. Carna ew mera mecala dide, wekî em bi kirên xwe nîşan kin ku diqedînin şîretên ji Kitêba Pîroz, kîderê ku tê gotinê wekî em gerekê nesekinin, dêmek “bixwazin . . . bigerin . . . derî xin” (Lûqa 11:5-10). Hergê em evê şîretê pêk bînin, emê nîşan kin baweriya xwe û bidine kifşê, ku ev yek çi ku em ji wî dixwazin, mera gelek ferz e. Dikare biqewime ku Yahowa caba duayên me usa nede, çawa em hîviyê ne. Mesele çaxê em rastî cêribandina tên, dibe Yahowa pêra-pêra me ji cêribandina xilaz neke, lê wê qewatê bide me wekî em bikaribin teyax kin. (Bixûne Fîlîpî 4:13.)

20. Çira em gerekê pêşkêşa ji Xwedê, dêmek duakirinê qîmet kin?

20 Bi rastiyê jî, em çiqas bextewar in ku Efirandarê erdê nêzîkî wan hemû meriya dibe, yên ku di rastiyêda wîra dua dikin. (Bixûne Zebûr 145:18). Werên em timê qîmet kin evê pêşkêşa ji Xwedê, dêmek duakirinê. Ev yek wê alî me bike, wekî em hê nêzîkî wî Xwedêyî bin, yên ku dua dibihê.