Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Navê Xwedê Çi tê Hesabê û Ça Wî Didine Xebatê

Navê Xwedê Çi tê Hesabê û Ça Wî Didine Xebatê

DI KITÊBA Pîroz Derketin 3:15-da, giliyên usa nivîsar in: “Dîsa Xwedê gote Mûsa: ‘Aha bêjî zarêd Îsraêl: Xudan, Xwedêyê kal-bavên we, Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb ez şandim cem we. Heta-hetayê navê min ev e û hemû nisilada ezê aha bême bîranînê (PKM)’”. Hine terciman, li vir dewsa navê Yahowa dinivîsin “Xudan” yan jî “Xwedê”, hinek jî navê Yahowa didin xebatê. Lê gelo bi rastiyê gerekê ça be? Gerekê bê gotinê “Yahowa”, yan sernavên usa, ça mesele “Xudan”?

Navê Xwedê bi herfên Îbranî

Bi rastiyê di vê rêzêda derheqa navê Xwedê xeberdan diçe. Serê-sêrîda, Kitêba Pîroze orîjînal nîvê zef li ser zimanê Îbranî hatiye nivîsarê, û di vê orîjînalêda navê Xwedê tê xebitandinê. Ev nav bi herfên Îbranî aha tê nivîsarê, יהוה dêmek (YHWH). Lê li ser zimanê Kurmancî, ev nav usa tê nivîsarê “Yahweh” yan “Yahowa”. Lê gelo, ev navê Xwedê di Kitêba Pîrozda tenê carekê hatiye nivîsarê? Na. Di temamiya Kitêba Pîroze orîjînalêda ev nav weke 7 000 car hatiye nivîsarê!

Gelo navê Xwedê çiqasî ferz e? Mesele, Îsa gote meriya wekî ewana usa dua bikin: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be” (Metta 6:9). Derbekê jî Îsa xwexa usa Xwedêra dua kir: “Bavo, navê xwe bilind ke”. Hingê dengek ji ezmên hat: “Min bilind kir û ezê dîsa bilind kim!” (Yûhenna 12:28). Ji vir tê kifşê, ku navê Xwedê gelek ferz e. Lê wekî usa ne, çira hinek tercimana ev nav ji Kitêba Pîroz derxistin û dewsa vê yekê sernavekî din nivîsîn?

Du meniyên vê yekê hene. Ya pêşin, geleka tirê ku ev nav qe gerekê neyê xebatê, çimkî tu kes nizane serê-sêrîda ew ça dihate gotinê. Çimkî di zimanê Îbranîda herfên denganî yên usa ça, “a, ê, û, î, o” tune bûn, lema jî tu kes nikare sed selefî bizanibe, ku cimeta berê li ser zimanê Îbranî ça navê Xwedê YHWH digotin. Lê gelo rast e, wekî ji bo vê yekê navê Xwedê qe nedine xebatê? Mesele, navê Îsa jî îro tu kes nizane berê ça digotin, dibek jî digotin Yêşû, yan Yêhoşû. Lê yeke cimet evî navî usa dibêjin, ça bi zimanê wan tê gotinê. Rast e ewana nizanin ku bi orîjînalê li ser zimanê Îbranî ev nav ça dihate gotinê, lê yeke navê Îsa didin xebatê. Soz xeber, hergê tu herî welatekî din, tê pêbihesî ku dibek navê te jî li wir bi cûrekî din tê gotinê. Lema jî, ew yek ku em nizanin navê Xwedê ça dihate gotinê, gerekê mera nebe menî wekî qet navê Xwedê nedine xebatê.

Meniya duda, ku çima navê Xwedê ji Kitêba Pîroz derxistine, tevgirêdayî ye tevî qeydê miletê Cihû. Navê “Yahweh” yan “Yahowa”, miletê Cihû bona mezinaya Xwedê nedidane xebatê. Ev bawerbûna wana ji vê yekê dihat, ku wana rast nedidane xebatê eva qanûna han: “Navê Xudan Xwedêyê xwe badîhewa nedî ser zarê xwe, çimkî Xudan wê yê ku navê wî badîhewa dide ser zarê xwe, bê ceza nahêle” (Derketin 20:7, PKM).

Dêmek ev qanûn îzinê nade meriya, wekî navê Xwedê nerast bidin xebatê. Lê gelo, hergê meriv navê Xwedê seva hurmet-rûmetkirina wî dide xebatê, dêmek ev jî nerast e? Ew merivên ku kitêbên ji (Peymana Kevin) li ser zimanê Îbranî nivîsîn e, amin bûn ber Xwedê û bi Qanûnên wî dijîtin. Lê wana timê navê Xwedê dida xebatê. Mesele, wana navê Xwedê dida xebatê çaxê ber geleka kilamên Zebûr distiran. Xêncî wê yekê, Yahowa xwexa gote qulixkarên xwe, wekî ewana navê wî bidine xebatê, û kî ku gura wî dikir navê wî dida xebatê (Yowêl 2:32; Karên Şandiya 2:21). Lema jî roja îroyîn mesîhî çev didine Îsa û navê Xwedê bi qedir didin xebatê (Yûhenna 17:26).

Ew tercimanên Kitêba Pîroz, yên ku dewsa navê Xwedê sernavên wî didin xebatê, şaşîke mezin berdidin. Bi vê yekê ewana meriya ji Xwedê dûr dixin, lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî nêzîkî Xwedê bin (Zebûr 25:14). Hela dişirmîş be derheqa hevalekî xweyî nêzîk. Teyê bikaribûya nêzîkî wî bûya, hergê te navê wî nizanibûya? Dêmek, ew meriv yên ku navê Xwedê, Yahowa, pişt guhê xweva davêjin û nadin xebatê, tu car wê nikaribin nêzîkî Xwedê bin. Xêncî vê yekê, gelek qe nizanin navê Xwedê çi tê hesabê. Were em pêbihesin.

Xwedê xwexa qulixkarê xweyî aminra, Mûsara eyan kir, wekî navê wî çi tê hesabê. Çaxê Mûsa derheqa navê Xwedê pirsî, Yahowa usa caba xwe da: “Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim Bibim” (Derketin 3:14, DT). Dêmek, Yahowa dikare bibe ew, kê jî lazim tê, seva ku hemû nêtên xwe û sozên xwe bîne sêrî, ew usa jî dikare usa bike wekî efrînê wî bibe ew kê jî Xwedê dixwaze ku bibe, seva ku qirara xwe bîne sêrî.

Hela xwera bide hesab, yan çi tu dikarî bibî ew, kê jî bixwazî bibî. Tuyê seva merivên xweyî nêzîk çi bikî? Hergê kesek ji wan giran nexweş keve, tuyê bibî hekîmekî qayîm, wekî wî qenc kî. Lê hergê cem hevalekî te çetinayên tevî pera girêdayî hebe, tuyê bibî merivekî gelekî dewletî, wekî alî wî bikî. Lê bi rastiyê, tu kes ji meriya nikare bibe ew kê jî bixwaze. Wedê hînbûna Kitêba Pîroz tê pêbihesî, wekî ça Yahowa dibe ew, kê jî dixwaze, seva ku sozên xwe bîne sêrî. Yahowara gelek hewas e qewata xwe bide xebatê seva kara wan meriya, yên ku wî hiz dikin (2 Dîrok 16:9). Lê ew kî ku derheqa navê Xwedê nizanin, ne jî zanin derheqa wan xeyset-hunurên Xwedê, yên ku em hêja pêhesiyan.

Îda femdarî ye, ku navê Yahowa di Kitêba Pîrozda gerekê bê nivîsarê. Çaxê em zanin ku navê Yahowa çi tê hesabê û navê wî didine xebatê wedê qulixkirnê, em bi vê yekê nêzîkî Bavê xweyî ezmana, Yahowa dibin. *

^ abz. 12 Seva ku derheqa navê Xwedê hê zêde elametiyê bistînî, tu dikarî bixûnî broşûra bi navê, “Navê Xwedê wê Heta-Hetayê Hebe”, yê ku Şedên Yahowa li ser gele zimana derxistine. Binihêre usa jî para 1 biroşûra “Rêberî bona Hînbûna Kitêba Pîroz”.