Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Çira Mesîhiyên Rast Bona Xwedêra Qulix kin, Xaç Nadin Xebatê

Çira Mesîhiyên Rast Bona Xwedêra Qulix kin, Xaç Nadin Xebatê

BI MÎLYONA merî wedê qulixkirina xwe Xwedêra, xaç hurmet dikin û didin xebatê. Di “Ensîklopêdiya Brîtanîda” nivîsiye, ku “seva mesîhiya, xaç ev tiştekî gele ferz e”. Lê bi rastiyê mesîhiyên rast, bona Xwedêra qulix kin, xaç nadin xebatê. Lê zanî çira?

Menîke ferz ew e, ku bi rastiyê Îsa Mesîh ne li ser xaç hatibû dardakirinê. Xebera stevros ji zimanê Yûnanî geleka tercime kirin ça “xaç”. Lê bi rastiyê ev xeber tê hesabê “dar, stûn yan kênar”. Di edebyeteke eyanda, derheqa vê yekê usa hatibû nivîsarê: “Xebera [stevros] nayê hesabê, du dar ser hev, tevayî mixkirî.  . . . Usa jî di Kitêba Pîrozda nivîsarên Yûnaniyada [Peymana Nû], tu cîkî nehatiye xebitandinê giliyê usa, wekî xaç bê hesabê”.

Nivîskarên Kitêba Pîroz, gava derheqa dardakirina Îsa dinivîsîn, dîsa xeberek dane xebatê. Ev bi Yûnanî xebera ksîlon e (Karên Şandiya 5:30; 10:39; 13:29; Galatî 3:13; 1 Petrûs 2:24). Ev xeber jî tê hesabê “dar, stûn yan kênar”.

Hermanê Fûlde di kitêba xweda bi navê “Das Kreuz und die Kreuzigung” (Xaç û Dardakirin), şirovekiriye derheqa wê yekê, çira wedê cezakirinê, meriyên berê carna dar yanê jî stûn didane xebatê. Hermanê Fûlde aha nivîsiye: “Li wî çaxî, bax ne hemû ciya hebûn, lema jî seva ku dîwana kesekî bikin, meriya stûn yan kênar didane xebatê. Wana stûn dikirine erdê. Paşê ev meriv li ser dardadikirin, destên wî hildibirandin û mix dikirin, nigên wî jî girêdidan”.

Di Kitêba Pîrozda hene gele îzbatkirin ku didine kifşê, wekî Îsa Mesîh ne li ser xaç hatibû dardakirinê. Derheqa vê yekê Pawlosê şandî digot: “Mesîh em ji wê nifira Qanûnê kirîn, ew dewsa me kete bin wê nifirê, çimkî nivîsar e: ‘Nifir li wî be, yê ku darva tê dardakirinê’” (Galatî 3:13). Li vir Pawlos giliyên ji kitêba Qanûna Ducarî 21:22, 23 diwekilîne, û li vir ew dîna me dide li ser dar, ne ku li ser xaç. Em usa jî pêhesiyan, wekî ew merî, yê ku darva dihate dardakirinê, nifir li wî bû. Lema jî mesîhiyên rast, xaç û şikilê Îsa li ser xaç dardakirî, di malên xweda xwey nakin û nadine xebatê.

Tu îzbatikirina vê yekê tune, ku mesîhiyên pêşin heta qirna 3, wedê qulixkirina xwe Xwedêra, xaç didan xebatê. Lê îda di qirna 4-da, Konstantînê Împêrator xwe kifş kir ça mesîhî û xaç qebûl kir ça sîmbola mesîhiya. Firqî tune ewî bi çi nêtî ev yek kir, lê em zanin ku xaç qe tevî Îsa Mesîh tevgirêdayî nîne. Xaç tevî pûtparistiyê tevgirêdayî ye. Di “Ensîklopêdiya Katolîkaye Tezeda” usa nivîsar e: “Xaç ça Mesîhî usa jî ne mesîhî didan xebatê”. Dîsa cûre-cûre edebyet hene, yên ku eyan dikin ku xaç tevî eyd-qeydên xirab tevgirêdayî ye, di wedê kîjanada meriva qavî dikirin, û usa jî xaç tevgirêdayî ye tevî hebandina tevê.

Lê hergê xaç tevî pûtparistiyê û xirabiyê girêdayî ye, çira mesîhiya destpêkirin ew bidine xebatê? Seva ku pûtparist hêsa bikaribin bibine mesîhî. Ça jî hebe, Kitêba Pîroz dibêje, ku di hebandina rastda tu tiştên pûtparistî gerekê tune be (2 Korintî 6:14-18). Kitêba Pîroz tu pûtparistiyê qebûl nake (Derketin 20:4, 5; 1 Korintî 10:14). Ça tê kifşê cem mesîhiyên rast gele menî hene, wekî wedê hebandinê xaç nedin xebatê. *

^ abz. 5 Hê zêde elametî derheqa xaç, binihêre kitêba “Şêwirkirin ser Hîmê Kitêba Pîroz”, ser rûpêla 89-93, yê ku Şedên Yahowa neşir kirin.