Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Derbazkirina Cejina “Şîva Xudan”, Navê Xwedê Rûmet Dike

Derbazkirina Cejina “Şîva Xudan”, Navê Xwedê Rûmet Dike

MESÎHIYARA temî hatibû dayînê, wekî ewana Roja Bîranîna mirina Îsa Mesîh derbaz kin, vê cejinêra di Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê “Şîva Xudan” (1 Korintî 11:20). Lê çira ev cejin usa ferz e? Kîderê û ça gerekê bê derbazkirinê?

li gora salnema Îbranî. Lê tu zanî meha Nîsanê, bi salnema Îbranî kengê destpêdibû? Ev roja çaxê şev û roj dibine weke hev, tê hesabê anegorî. Hingê biharê nêzîkî anegoriyê, yan pêşiya anegoriyê yan jî paşê, roja ku hîva teze derdiket, dihate hesabê yekê Nîsanê. Ji vê hîva teze paşî 13 roja, 14 meha Nîsanê bû. Wê rojê dêmek 14 Nîsanê gava ro diçû ava, cimeta Îbranî her sal cejina Derbazbûnê derbaz dikirin.

Lê sala 33-ya, 14 Nîsanê Îsa cejineke teze kifş kir. Vê rojê Îsa Mesîh tevî şagirtên xwe di otaxekêda top bûn, wekî cara paşin cejina Derbazbûnê derbaz ke. Wê êvarê, gava Cihûda Îsxeryotî ji otaxê derket û çû, Îsa cejina Şîva Xudan derbaz kir. Bi vê yekê Îsa da kifşê, wekî her sal dewsa cejina Derbazbûnê, cejina Şîva Xudan gerekê bê derbazkirinê. Lema jî salê carekê ev cejin tê derbazkirinê.

Mettayê Nivîskar usa gilî dike: “Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: ‘Han hildin bixwin. Eva bedena min e. Peyra kas hilda şikirî da, da wan û wanara got: Hûn hemû jî ji vê vexwin, eva xûna min e bona peymanê, ku bona baxşandina gunên geleka tê rêtinê’” (Metta 26:26-28).

Lê gelo şagirtên Îsa bi rastiyê bedena Îsa xwarin, yan jî xûna wî vexwarin? Femdarî ye wekî na, ev yek wê bihata hesabê merivxurî û bi vê yekê ewana wê miqabilî qanûnên Xwedê derketana (Destpêbûn 9:3, 4; Qanûna Kahîntiyê 17:10). Ça ji kitêba Lûqa 22:20 tê kifşê, Îsa Mesîh giliyên usa dibêje: “Eva kasa peymana nû ye, pê xûna min girêdayî, ku bona we tê rêtinê”. Lê ev kas dikaribû rastî jî “peymana nû” bûya? Na, çimkî peyman tiştekî usa nîne wekî bikaribî destê xwe bidî, lema jî kas tiştekî din tê hesabê.

Nan û şerav ev sîmbol in. Nan bi sîmbolîkê tê hesabê bedena Îsaye qedandî. Paşî cejina Derbazbûnê, ya ku Îsa tevî şagirtên xwe derbaz kirin, nan çi ku mabû Îsa hilda û da şagirtên xwe. Ev nan bê hevîrtirşk çêdikirin (Derketin 12:8). Di Kitêba Pîrozda hevîrtirşk bi sîmbolîkê tê hesabê, ça tiştekî bi gune, yan jî tiştekî bi qusûr. Lema jî nanê bê hevîrtirşk, tê hesabê bedena Îsaye qedandî yê ku ewî berva da. Bedena wî bê qusûr û bê gune bû (Metta 16:11, 12; 1 Korintî 5:6, 7; 1 Petrûs 2:22; 1 Yûhenna 2:1, 2).

Şerava sor jî bi sîmbolîkê tê hesabê xûna Îsa. Bi saya xûna Îsa, ku hate rêtinê, peymana teze kete qewatê. Îsa got ku xûna wî “bona baxşandina gunên geleka tê rêtinê”. Bi saya vê yekê, merî ber çevê Xwedê dikarin temiz bin û hin jî ewana dikarin tevî Yahowa di peymana nûda bin (Îbranî 9:14; 10:16, 17). Ev peyman yan jî pevketin, seva 144 000 mesîhiyên amin mecalê vedike, seva ku ewana li ezmana bijîn. Li wir ewana wê bibine ça padşa, kahîn, wekî bi kareke mezin seva meriya, padşatiyê bikin (Destpêbûn 22:18; Yêremya 31:31-33; 1 Petrûs 2:9; Eyantî 20:6; 14:1-3).

Lê gelo wedê Êvara Bîranînê, îzina kê heye ji van sîmbola bixwin û vexwin? Îzina wan meriya heye, yên ku di vê peymana nûda nin û gumana wan jî jîyîna li ezmana ye. Bi saya ruhê pîroz, ewana tê derdixin û li ser xwe texmîn dikin ku ewana ji aliyê Xwedêda hatine jibartinê, seva ku li ezmana bibine padşa (Romayî 8:16). Xêncî wê yekê, Îsa Mesîh xwexa tevî wan peymana padşatiyê kifş kir (Lûqa 22:29).

Lê çi em dikarin bêjin derheqa wan meriya, gumana kîjana heye ku bijîn di cinetê li ser erdê? Ewana hema usa dikin, ça ku Îsa temî dabû. Ewana evê cejinê bi qedir derbaz dikin, lê ji sîmbola naxwin û venaxwin. Salê carekê, 14 meha Nîsanê, gava ro diçe ava, Şedên Yahowa ev Roja bîranînê derbaz dikin. Rast e ji wan meriya yên ku li ezmana gerekê bijîn, li ser dinyayê niha tenê çend hezar mane, lê ev eyd seva hemû mesîhiya tiştekî gele ferz tê hesabê. Wedê vê eydê her kes dikare derheqa hizkirina Yahowa û Îsa Mesîh hê kûr dişirmîş be (Yûhenna 3:16).