Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Pêxembertiya Kitêba Pîroz, Derheqa Sala 1914, Gelek Ferz e

Pêxembertiya Kitêba Pîroz, Derheqa Sala 1914, Gelek Ferz e

KOMA meriya yên ku Kitêba Pîroz lêkolîn dikirin, çil sal pêşda elam kirin, ku di sala 1914-da qewimandinên ferz gerekê biqewimin. Gelo çi tiştên ferz di vê salêda qewimîn û çira sala 1914, saleke gelek ferz e?

Di kitêba Lûqa 21:24-da, Îsa giliyên usa dibêje: “Orşelîmê jî ber piyêd miletêd pûtparist here, heta ku wextê wan mileta xilaz be”. Orşelîm dêbajarê (paytextê) Îsraêlê bû, li kîderê jî Padşên ji mala Dawid serwêrtî dikirin (Zebûr 48:1, 2). Ev padşên Orşelîmê, ne mîna Padşên dinêna bûn. Çimkî ewana “li ser texta Xudan” rûniştibûn û bi vê yekê ça wekîlê Xwedê dihatin hesabê (1 Dîrok 29:23). Lema jî Orşelîm bi sîmbolîk serwêrtiya Yahowa dihate hesabê.

Lê gelo, serwêrtiya Yahowa kengê kete bin piyên miletên pûtparista? Ev yek sala 607-da B.D.M. qewimî. Wî çaxî Babîloniya Orşelîm zeft kirin. Û ji wê salê destpêbûyî, tu kes ji rikinyata Dawid “li ser textê Xudan” îda rûnenişt (2 Padşatî 25:1-26). Lê gelo Orşelîm her tim gerekê bin piyên pûtparistada bûya? Na, çimkî Cibrayîl milyaket, derheqa Îsa giliyên usa got, “Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî” (Lûqa 1:32, 33). Dêmek, Orşelîm gelek wext “bin piyêd” pûtparistada wê nîbûya, çimkî Îsa wê bibûya Padşa.

Lê ev yek kengê gerekê biqewimiya? Ji giliyên Îsa tê kifşê, ku serwêrtiya pûtparista gerekê wedê xweda xilazbûya. Ji kitêba Daniyêl serê 4 emê pêbihesin, ku serwêrtiya pûtparista çiqas wede gerekê bikişanda. Mesele di serê 4-da xewna Padşê Babîlonê, Nebûkedneser tê gilîkirinê. Di vê xewnêda padşa baxekî bilind dît, yê ku hate birînê. Seva ku koka bax tezeda şîn nebe, ew bi zincîra hesin û sifir hate girêdanê. Û milyaket serda fermaneke usa dabû: “Û bira ji ser wêva heft wext derbaz bibe” (Daniyêl 4:10-16).

Carna di Kitêba Pîrozda bax tê hesabê serwêrtî (Hezeqêl 17:22-24; 31:2-5). Lema jî ew bax, yê ku hate birînê, bi sîmbolîk dihat hesabê serwêrtiya padşên Orşelîmêye ku li ser textê Xudan rûniştibûn, û ew hate birînê dêmek sekinandinê. Lê ça ji dîtinokê tê kifşê, Orşelîm tenê “heft wexta” gerekê bin piyên pûtparistada bima. Lê gelo “heft wext”, ev çiqas e?

Ji kitêba Eyantî 12:6, 14 tê kifşê, ku “sê sal û nîv [sê û nîv wext, DT]”, tê hesabê “hezar dusid şêst roj”. Dêmek “ heft wext” ev heye du cara 1 260, çi ku 2 520 roj derdikeve. Lê paşî zeftkirina Orşelîmê, gava 2 520 roj derbaz bûn, Orşelîm hela hê “bin piyêd” merivên pûtparistada bû. Dêmek, wedê serwêrtiya pûtparista hê gelek sal gerekê bikişanda. Ji kitêba Jimar 14:34 û Hezeqêl 4:6 tê kifşê, ku salek ji ber rojekêva ye, lema jî em fem dikin ku “heft wext” 2 520 sal in, ne ku 2 520 roj.

Niha were em ji Cotmeha (Oktobirê) sala 607 B.D.M., çaxê ku Orşelîm bi destê Babîloniya hate zeftkirinê û text ji Dawid hate standinê, 2 520 sala hesab kin. Emê bêne nêzîkî Cotmeha sala 1914. Hema wî çaxî “wextê wan mileta xilaz” bû, û Îsa Mesîh ça Padşayê ezmana kifş bû * (Zebûr 2:1-6; Daniyêl 7:13, 14).

Ça jî Îsa pêşda pêxembertî kiribû, pey “hatina” wîra li ser textê Padşatiya ezmana, gerekê gelek tiştên xirab biqewimiyana: şer, xelayî-celayî, erdhej û nexweşiyên giran hebûna (Metta 24:3-8; Lûqa 21:11). Qewimandinên usa dîsa carekê îzbat dikin, ku di sala 1914-da li ezmana bi rastiyê jî Padşatiya Xwedê hate kifşkirinê û ji wî çaxî destpêbû “rojêd axiriyê”, yên ku kifş dikin zemanên xirab (2 Tîmotêyo 3:1-5).

^ abz. 4 Ji B.D.M. sala 607 meha Cotmehê, heta B.D.M. sala 1 meha Cotmehê, 606 sal in. Çimkî sala 0 tune, lema jî ji B.D.M. sala 1 meha Cotmehê, heta D.M. sala 1914, meha Cotmehê, dike 1914 sal. Niha hergê em ser 606 sala zêde kin 1914 sal (606+1914), emê bistînin 2 520 sal.