Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Kî ye Mixayîlê Serekmilyaket?

Kî ye Mixayîlê Serekmilyaket?

DI KITÊBA Pîrozda derheqa efrînê ruhanî bi navê Mixayîl, tenê çend cara tê gotinê. Û van her cara nivîsar e ku ew, ça bêjî şixul dike. Di kitêba Daniyêlda tê gotinê ku Mixayîl tevî milyaketên zulm şer dike, di nema Cihûdada ew miqabilî Mîrê-cina derdikeve, lê di kitêba Eyantîda tê gotinê, ku ew tevî cina û Mîrê-cina şer dike. Mena navê Mixayîl ev e: “Kî Mîna Xwedê ye?”. Bi vê yekê ku Mixayîl pişta serwêrtiya Yahowa digire û tevî dijminên Xwedê şer dike, ew rind dide kifşê ku navê wî çi tê hesabê.

Hene merivên usa ku çend navên van hene. Mesele, Aqûb pêxember eyan bû ça Îsraêl, Petrûsê şandîra jî digotin Şimhûn (Destpêbûn 49:1, 2; Metta 10:2). Lema jî anegorî vê yekê, Mixayîl ev dîsa navekî Îsa Mesîh ye, usa wîra digotin pêşiya wê yekê ça ew hate li ser erdê û paşî wê yekê, ça ew ji miriya rabû. Were em binihêrin, ku li ser hîmê kîjan rêza ji kitêba Pîroz, em dikarin evê yekê îzbat kin.

Serekmilyaket. Di Xebera Xwedêda nivîsar e ku Mixayîl heye “serekmilyaket” (1 Têsalonîkî 4:16). Dîna xwe bidê ku di Kitêba Pîrozda ev xeber “serekmilyaket”, tenê yekanîda tê nivîsarê û tucar gelekanîda nayê nivîsarê. Dêmek tenê milyaketek dikare serekmilyaket be. Xêncî vê yekê ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, ku derheqa Îsa Mesîh ça derheqa serekmilyaket tê nivîsarê. Derheqa Îsa Mesîh, ku ji miriya hate rakirinê di 1 Têsalonîkî 4:16-da nivîsar e: “Xudanê xwexa bi elametîke fermanî, bi dengê serekmilyaket û lêxistina boriya Xwedê ji ezmên bê xwarê”. Ça ji vê rêzê tê kifşê Îsa bi dengê serekmilyaket xeber dide, dêmek Îsa heye Mixayîlê serekmilyaket.

Serwêrê Ordiya. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, ku “Mixayîl milyaketêd xweva tevî zîyê şer kir, zîyê jî milyaketêd xweva tevî wan” (Eyantî 12:7). Dêmek Mixayîl ev heye Serwêrê ordiya milyaketên amin. Usa jî di Eyantîda nivîsar e, ku Îsa ye Serwêrê ordiya milyaketên amin (Eyantî 19:14-16). Pawlosê şandî jî dinivîsî derheqa “Xudan Îsa” û “milyaketêd” wîye zor (2 Têsalonîkî 1:7; Metta 16:27; 24:31; 1 Petrûs 3:22). Ji Kitêba Pîroz em divînin ku hin Mixayîl e serekê milyaketa, hin Îsa Mesîh (Metta 13:41). Lê xêncî vê yekê, di Kitêba Pîrozda tu cîkîda nayê nivîsarê ku li ezmana du ordiyên milyaketên amin hene û wekî serwêrê ordîkî Mixayîl e, yê dinê jî Îsa ye. Lema jî em fem dikin, ku Mixayîl ev heye Îsa Mesîh. *

^ abz. 1 Hê zêde elametî derheqa wê yekê, ku Mixayîl ev heye navê Kurê Xwedê, hûn dikarin pêbihesin ji “Femkirina Nivîsarê” (Îngl.), para 2, rûpêla 393-394, usa jî ji kitêba “Şêwirkirin ser Hîmê Kitêba Pîroz” rûpêla 361-362, yên ku Şedên Yahowa derxistin.