Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Gelo Îsa Zivistanê Hate Bûyînê?

Gelo Îsa Zivistanê Hate Bûyînê?

DI KITÊBA Pîrozda nayê gotinê derheqa roja bûyîna Îsa. Lê ew eşkere dike, wekî Îsa nejî zivistanê hate bûyînê.

Gelo di şeherê Beytlehmêda, kîderê ku Îsa hate bûyînê, zivistanê hevva ça bû? Di meha Kîslêvêda li gora salnema Îbraniya (Noêmbir/Dêsambir), hevva gele sar bû û baran dibarî. Paşî meha Kîslêvê, meha Têbêt dihat (Dêsambir/Yanûyayê). Ev jî meheke gele sar bû û li ser çiya jî car-cara berf dibarî. Were em niha binihêrin, ku çi Kitêba Pîroz dibêje derheqa hevvayê di wan ciyada.

Di kitêba Ezrada nivîsar e, ku di meha Kîslêvêda, bi rastiyê jî hevva gelek sar bû û baran dibarî. Ezra nivîsiye, ku “di meha neha [Kîslêv] roja bîstîda”, cimet li Orşelîmê top bibû. Serda jî ew zêde dike, wekî merî ji bo barana qewî dilerizîn û digotin, ku wextê baranê destpêbûn û ewana nikaribûn li derva bisekiniyana (Ezra 10:9, 13; Yêremya 36:22). Ahan, niha femdarî ye ku çira zivistanê, şivanên wan ciya tevî keriyên xwe, şev derva ne diman.

Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku wê şevê çaxê Îsa hate bûyînê, şivan li çolê ber pezên xwe bûn. Lûqayê nivîskar nivîsiye, ku nêzîkî Beytlehmê, şivan “şev li çolê li ber keriyêd xwe diman û bi nobedarî çevnihêriyê li keriyêd xwe dikirin” (Lûqa 2:8-12). Dîna xwe bidê, ku şivan ne ku tenê roj dihatine çolê, lê ewana li wir diman, û keriyên wan jî şev di çolêda bûn. Gelo şivan zivistanê wedê hevva sar, di çolêda derva wê bijîtana? Femdarî ye, wekî na! Lema jî ev elametiyên derheqa roja bûyîna Îsa, didine kifşê, wekî Îsa zivistanê nehate bûyînê. *

Xebera Xwedê raste-rast mera dibêje, derheqa roja mirina Îsa, lê derheqa roja bûyîna wî, tenê hine tişt derbazî me dike. Ev yek giliyên Sûlêymanê Padşa tîne bîra me, yê ku got: “Navê qenc ji rûnê bînxweş” baştir e “û roja mirinê, ji roja bûyînê . . . xweştir e” (Waîz 7:1). Lema jî Kitêba Pîroz derheqa qulixkirin û mirina Îsa, hûr bi hûr gilî dike, lê derheqa roja bûyîna wî, tenê hine elametiya dide.

Çaxê Îsa hate bûyînê, şivan tevî keriyên xwe di çolêda bûn

^ abz. 1 Hê zêde elametî derheqa vê yekê, binihêre ji kitêba “Şêwirkirin ser Hîmê Kitêba Pîroz” rûpêla, 176-179 yên ku Şedên Yahowa derxistine.