Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Gelo Lazim e Em Cejina Derbaz kin?

Gelo Lazim e Em Cejina Derbaz kin?

CEJINÊN navdare rêlîgiyayî û yên ne rêlîgiyayî, yên ku roja îroyîn di gele welatada derbaz dikin, ew ne li ser hîmê Kitêba Pîroz in. Lê wekî usa ne, ev hemû cejin ji ku hatine? Hergê mecala te heye ku di kitêbxanêda lêkolînê bikî, wê tera hewas be pêbihesî, hela cûre-cûre kitêb û ensîklopêdî çi dibêjin derheqa wan cejina yên ku di welatê teda eyan in. Were em bibînin çend mesela.

Eyda Sala Teze. Roja derbazkirina Sala Teze û usa jî eyd-qeydên vê rojêva girêdayî, di her welatekîda cûre-cûre wededa tê kirinê û her kes bi cûrê xwe dike. Derheqa wê yekê ku ev cejin ji ku hat, “World Bûk” ensîklopêdiyada usa tê gotinê: “D.M. sala 46-da, serwêrê Romê Îyûlî Sêzar, 1 Yanûayê (Çile) kifş kir ça roja Cejina Sala Teze”. Romayiya ev roj tesmîlî Yanûs kirin, yê ku xudanê dergeh, deriya û hemû destpêbûna bû. Lema jî, ça qedir bona vî xudanê Yanûs, navê vê mehê danîne Yanûay. Du rûyê Yanûs hebûn, yek pêşiyê dinihêrî yê din jî parava. Ahan, ça tê kifşê hîmê cejina derbazkirina Sala Teze, ji eyd-qeydên nerast hatiye.

Eyda Êzdî. Evê cejinê xilaziya meha Kanûna Pêşin (Dêsambirê) derbaz dikin. Rêlîgiya Êzdîtî hîn dike, ku ev roj heye roja bûyîna xudan Yêzîd (Ezdah). Di kitêba “Êzdî-Rêlîgiya û Milet”, derheqa vê cejinê usa hatiye nivîsarê: “Roja eyda Êzdî dikeve roja bûyîna Avêsta, xudan Mîtra, yê ku derbaz dikirin meha Kanûna Pêşin di heftiya sisiyada. Ça eyan e 25 Dêsambirê, katolîk usa jî derbaz dikirin roja bûyîna Îsa Mesîh (Kirismis), û 7 Yanûayê (Çile) jî li gora salnema Yûliyaya kevin, mesîhî jî ev cejin derbaz dikirin”. Ji vir zelal tê kifşê ku cejina Eyda Êzdî, ji rêlîgiyayên qelp hatiye.

Roja Mezela. Evê rojê meha Hezîranê (Jûyên) derbaz dikin. Meniya vê rojêye ferz ew e, ku merî diçine li ser mezelê miriyên xwe. Vê rojê, her malbetek nanê miriya derdixe û xwarinê tînin li ser mezela bona miriyên xwe. Bi rastiyê merî here li ser mezelê miriyên xwe, di vê yekêda tiştekî nerast tune. Çimkî qulixkarên Xwedêye rast jî diçûne li ser tirbên miriyên xwe, û şîna wan dikirin (Yûhenna 11:31). Lê hine cûre qeydên ku wedê eyda Roja Mezela têne kirinê, mesele xeberdan tevî miriya û nanê miriya, bi rastiyê girêdayî ne tevî baweriya nerast, wekî yan çi paşî mirinê emir berdewan dibe. Qulixkarên Yahowa fem dikin wekî merî şîna miriyên xwe bike, here li ser mezel, û miriyên xwe bîne bîra xwe, di vê yekêda tiştekî nerast tune. Lê ewana tucar wan eyd-qeydên ku miqabilî qanûnên Kitêba Pîroz dertên, nakin (Waîz 9:5, 10).

Cejinên Din. Em nikarin xeberdin derheqa wan hemû cejina yên ku di nav temamiya dinyayêda derbaz dikin. Lê femdarî ye ku Yahowa qebûl nake van cejina, yên ku meriya yanê teşkîleta hurmet dikin (Yêremya 17: 5-7; Karên Şandiya 10:25, 26). Hergê tu bizanibî her eyd ji kîderê tê, tera hê hêsa be safî kî, ku kîjan cejinê Xwedê qebûl dike û kîjanê na. Ferz e evê yekê bînî bîra xwe (Îşaya 52:11; Eyantî 18:4). Prînsîpên Kitêba Pîroz derheqa kîjana ku di serê 16-da tê gilîkirinê, vê alî te bikin pêbihesî, ku ça Yahowa dinihêre li ser derbazkirina cûre-cûre cejina.