Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 1

“Em Hizkirina Xwe Hindava Xwedêda Didine Kifşê”

“Em Hizkirina Xwe Hindava Xwedêda Didine Kifşê”

“Bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyêd wî diqedînin. Û temiyêd wî ne giran in” (1 YÛHENNA 5:3)..

1, 2. Seva çi tu Yehowa Xwedê hiz dikî?

TU XWEDÊ hiz dikî? Hergê te xwe tesmîlî Yehowa Xwedê kiriye, dêmek tu wî bi dil û can bêjî: “Belê” û tu rast dikî. Mera çetin nîne Yehowa hiz bikin. Çimkî hizkirina me hindava Xwedê, ev heye caba hizkirina Xwedê hindava me. Kitêba Pîroz derheqa vê yekê usa dibêje: “Em hiz dikin, çimkî ewî [Yehowa] pêşda em hizkirin” (1 Yûhenna 4:19).

2 Bi rastî pêşiyê Yehowa em hiz kirin. Ewî erdê bedew daye me ku li ser bijîn. Ew xem dike derheqa hewcên meyî bedenî (Metta 5:45). Lê hê ferz ew e, ku Yehowa xem dike bona hewcên meyî ruhanî. Ewî Xebera xwe Kitêba Pîroz da me. Xêncî vê yekê, ew me hêlan dike wekî em wîra dua bikin û me dide bawerkirinê ku wê me bibihê. Him jî ew ruhê xweyî pîroz dide me seva alî me bike (Zebûr 65:2; Lûqa 11:13). Û herî girîng ew e, ku Yehowa, Kurê xweyî hizkirî şand, wekî me ji gune û mirinê aza ke. Belê, Yehowa hizkirineke pir mezin hindava me da kifşê! (Bixûne Yûhenna 3:16; Romayî 5:8.)

3. (a) Çi lazim e bikin, wekî nava hizkirina Yehowada bimînin? (b) Derheqa kîjan pirseke ferz em gerekê bifikirin û kîderê em dikarin caba vê pirsê bivînin?

3 Yehowa dixwaze wekî em heta-hetayê karê bistînin ji hizkirina wî. Ev yek meva girêdayî ye. Xebera Xwedê me hêlan dike: “Xwe nava wê hizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin, . . . ku jîyîna heta-hetayê bide we” (Cihûda 21). Xebera “xwey kin”, dide kifşê wekî lazim e ji aliyê xweda qewatê bidine xebatê, ku bikaribin nava hizkirina Xwedêda bimînin. Em gerekê bi şixulên xwe caba hizkirina Xwedê bidin. Hela bifikirin li ser pirseke usa: “Ça ez dikarim hizkirina xwe hindava Xwedê bidime kifşê?” Caba vê pirsê em divînin giliyê Yûhennayê şandîda, yê ku ji bîna ber Xwedê usa nivîsî: “Bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyêd wî diqedînin. Û temiyêd wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3). Em gerekê kûr lêkolîn bikin, ku nêta van giliya pêbihesin, çimkî em dixwazin Xwedêra nîşan kin, wekî em wî hiz dikin.

ÇA “EM HIZKIRINA XWE HINDAVA XWEDÊDA DIDINE KIFŞÊ”

4, 5. (a) Giliyê “hizkirina...hindava Xwedêda” çi têne hesabê? (b) Gilî ke, ku ça hizkirina te hindava Yehowa, dilê teda pêşda hat.

4 Yûhennayê şandî, bi van giliya “hizkirina . . . hindava Xwedêda”, çi dixwest bigota? Ewî ne ku derheqa hizkirina Xwedê hindava meda digot, lê derheqa hizkirina me hindava Xwedê. Dikarî bikî bîra xwe, ku çi çax dilê teda hizkirin hindava Yehowa pêşda hat?

Bi xwetesmîlkirinê û nixumandinê em didine kifşê, ku dixwazin bi hizkirin gura Yehowa bikin

5 Bike bîra xwe ew wede, çaxê tu cara pêşin rastiyê derheqa Yehowa Xwedê û nêt-fikirên wî pêhesiyayî, û usa jî ku ew wede çaxê bawerbûn bal te pêşda hat. Pêşiyê te fem kir, wekî tu gunekar hatî bûyînê û ji Xwedê qetiyayî bûyî. Lê Yehowa bi saya Îsa Mesîh, mecal daye te ku bigihîjî kamiliyê, û bistînî jîyîna heta-hetayê yê ku Adem unda kir (Metta 20:28; Romayî 5:12, 18). Paşê te destpêkir bişêkirînî qurbana qîmet, ya ku Yehowa da, çaxê Kurê xweyî lapî ezîz şand, ku bona te bimire. Evê yekê dilê te girt û te destpêkir Yehowa Xwedê hez bikî, çimkî ewî hindava teda hizkirineke mezin nîşan kiriye. (Bixûne 1 Yûhenna 4:9, 10.)

6. Hizkirina rast ça tê kifşê? Hizkirin hindava Yehowa Xwedê te hêlan kir çi bikî?

6 Hizkirin ev tenê êmosiya û gilî nîne. Hizkirina rast ev hê zêde ye, ne ku tenê bêjin: “Ez Yehowa hiz dikim”. Hizkirina rast mîna baweriyê, bi şixula tê kifşê (Aqûb 2:26). Çaxê tu kesekî hiz dikî, tu tiştê usa dikî, çi ku wî merivîra xweş tê. Lema jî, çaxê dilê teda hizkirin hindava Yehowa pêşda hat, te xwest usa bijîyî ku dilê Bavê xweyî ezmana şa kî. Hergê tu nixumandî yî, dêmek hizkirin û aminiyê tu hêlan kirî, wekî evê safîkirina lape ferz di jîyîna xweda bikî. Seva ku qirara Yehowa bînî sêrî, te xwe tesmîlî wî kiriye, û te tesmîlbûna xwe bi sîmbolîk bi nixumandinê daye kifşê. (Bixûne Romayî 14:7, 8.) Seva ku evê sozê ferz biqedînin, yê ku me wedê xwetesmîlkirinê daye Yehowa, were em binihêrin Yûhennayê şandî dîsa çi dibêje.

“EM TEMIYÊD WÎ DIQEDÎNIN”

7. Kîjan hine temiya Yehowa dide me û çi tê hesabê ew biqedînin?

7 Yûhenna şirovedike, ku Xwedê hiz kin, tê hesabê “temiyêd wî biqedînin”. Gelo kîjan temî? Bi saya Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz, Yehowa mera hine temiyên konkrêt dide. Mesele, ew qedexe dike serxweşbûnê, qaviyê, pûtparistiyê, diziyê û derewiyê (1 Korintî 5:11; 6:18; 10:14; Efesî 4:28; Kolosî 3:9). Biqedînin temiyên Xwedê, tê hesabê ku bijîn li gora wan norma, yên ku di Kitêba Pîrozda nivîsar in.

8, 9. Çawa têderxin ku çi dilê Yehowa xweş tê, çaxê di Kitêba Pîrozda caba konkrêt tune? Meselê bîne.

8 Seva ku dilê Yehowa şa kin, bes nîne tenê gura temiyên wî bikin, lê em gerekê hê zêde bikin. Yehowa seva her derecên jîyîna me, mera sînor û qanûna danayne. Her roj em dikarin bikevine cûre-cûre derece, derheqa kîjana ku di Kitêba Pîrozda temiyên konkrêt tunene. Lê wî çaxî, em ça dikarin têderxin, ku çi dilê Yehowa xweş tê? Di Kitêba Pîrozda zelal tê şirovekirinê nêt-fikirên Yehowa. Çaxê em Kitêba Pîroz hîn dibin, em pêdihesin ku Yehowa çi hiz dike û çi nefret dike. (Bixûne Zebûr 97:10; Metelok 6:16-19.) Em usa jî destpêdikin fem bikin, ku Yehowa kîjan nihêrandin û şixula qebûl dike. Çiqas hê zêde em pêbihesin derheqa xeyset-hunurên Yehowa û qirara wî, haqas hê zêde emê bikaribin nav xweda pêşda bînin nihêrandina wî, û ev yek wê hukum ke li ser safîkirin û şixulên me. Lema jî, hergê em bikevine dereceke usa derheqa kîjanî ku di Kitêba Pîrozda qanûnên konkrêt tune, yeke emê bikaribin “qirara Xudan” têderxin (Efesî 5:17).

9 Mesele, Kitêba Pîroz konkrêt nebêje, wekî têlêvîziyonêda nenihêrin kîno û bernamên usa, kîjanada zorbetiya zulm heye, yan jî qavî û zinî. Lê gelo bona vê yekê mera lazim e qanûna konkrêt, yê ku qedexe dike kînoyên usa binihêrin? Em zanin, ku nihêrandina Yehowa hindava vê yekê ça ne. Di Xebera Xwedêda zelal tê gotinê: “[Yehowa] kesên xerab û yên ku ji zordariyê hez dikin, nefretê dike” (Zebûr 11:5, DO). Di Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê, wekî: “Xwedê wê dîwana çevder û zinêkara bike” (Îbranî 13:4). Hergê em bifikirin li ser van xebera, yên ku ji bîna ber Xwedê hatine nivîsarê, emê bikaribin fem bikin ku bi rastî qirara Yehowa çi ye. Û emê nenihêrin ew bernamên ku Yehowa nefret dike. Eva dinya şixulên bênamûsî dide kifşê ça şabûneke nexirab. Lê hergê em xwe ji van şixula xwey kin, emê dilê Yehowa şa kin. *

10, 11. Çima em gura Yehowa dikin û çi cûreyî?

10 Çi me hêlan dike temiyên Xwedê biqedînin? Em çima dixwazin her roj usa bijîn, çawa Yehowa dixwaze? Em usa dikin ne seva vê yekê ku ji cezakirina Xwedê birevin, yan ji bo tirsê ku tiştên xirab neyêne serê me, ji bo wê yekê ku em qirara Xwedê hilnadin hesab (Galatî 6:7). Lê em gura Yehowa dikin, çimkî dixwazin nîşan kin ku em wî hiz dikin. Mîna zara ku dixwaze bistîne qebûlkirina bavê xwe, em jî dixwazin qebûlkirina Yehowa bistînin (Zebûr 5:12). Ev Bavê me ye, û em wî hiz dikin. Tu tişt şabûn û rihetiya usa mezin mera nayne, ça zanebûna wê yekê ku Yehowa me qebûl dike (Metelok 12:2).

11 Em ne ji bo mecbûriyê gura Xwedê dikin. * Em naqedînin tenê wan temiya yên ku mera dest didin. Em usa jî gura Xwedê dikin ne tenê wî çaxî, çaxê ev yek mera hêsa ye. Lê em “bi dil û can” gura Xwedê dikin (Romayî 6:17). Em qayîl in tevî giliyê zebûrbêj, yê ku nivîsiye: “Ez ji emirên te zewqê digirim, ji wan hez dikim” (Zebûr 119:47). Belê, em dixwazin gura Yehowa bikin, çimkî ew hêja ye. Him jî Yehowa xwexa ji me dewa dike, ku em bi temamî wîra xizmet kin (Qanûna Ducarî 12:32). Em dixwazin, wekî Yehowa bona me jî wan giliya bêje, çi ku ewî di Xebera xweda derheqa Nuh pêxember gotiye. Belê, Nuh hizkirina xwe hindava Xwedê da kifşê. Ew nava gelek salada gura Xwedê dikir. Di Xebera Xwedêda derheqa wî usa tê gotinê: “Nuh her tişt kir, Xwedê çawa temî dabû wî, ewî usa jî kir” (Destpêbûn 6:22, PKM).

12. Çi çax guhdariya me dilê Yehowa şa dike?

12 Gelo Yehowa Xwedê çi texmîn dike çaxê em bi dil û can gura wî dikin? Di Xebera Xwedêda tê gotinê, ku bi vê yekê em dilê wî şa dikin (Metelok 27:11). Gelo bi rastî guhdariya me dilê Xwedêyê Himzor şa dike? Bê şik! Ev yek dilê wî gelek şa dike û meniya vê yekê heye. Yehowa em efirandine bi azaya bijartinê. Ev tê hesabê ku azaya me heye xwexa safîkirina bikin, dêmek em dikarin bijbêrin gura Xwedê bikin, yan na (Qanûna Ducarî 30:15, 16, 19, 20). Çaxê em bi dil û can gura Yehowa dikin û wî hiz dikin, hingê dilê me, me hêlan dike gura wî bikin. Bi vê yekê em şabûna pir mezin didine Bavê xweyî ezmana (Metelok 11:20). Û him jî em dijbêrin riya jîyînê ya lape baş.

“TEMIYÊD WÎ NE GIRAN IN”

13, 14. Çira em dikarin bêjin, wekî “temiyêd wî ne giran in”? Meselê bîne.

13 Yûhennayê şandî, derheqa temiyên Yehowa tiştê usa dibêje: “Temiyêd wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3). Temiyên Yehowa bi bîlaniyê tije ne û ne giran nin. Merivên qusûrdarra çetin nîne qanûnên Yehowa biqedînin.

14 Em dikarin meseleke usa bînin. Hevalê teyî nêzîk hîvî ji te dike, wekî tu alî wî bikî mala wî ava kî. Û seva vê yekê lazim e, wekî gelek dar cîguhestî kin. Hine ji van dara sivik in û merîkîra hêsa ye ku cîguhestî ke, lê yên din giran in û wekî wana cîguhestî kin du merî lazim in. Hevalê te dara dijbêre û dide te ku cîguhestî bikî. Gelo ewê bixwaze wekî tu ewan dara cîguhestî kî, yên ku ji qewata te der in? Na, çimkî ew naxwaze wekî tu bi vê yekê xwe tel kî. Bi vî cûreyî, Bavê meyî bi hizkirin tije û dilrem tiştên çetin ji me dewa nake (Qanûna Ducarî 30:11-14). Ew wê tu car ji me dewa neke biqedînin temiyên usa giran, ku bona me çetin be. Yehowa zane ku em çiqas dikarin bikin û çiqas nikarin, çimkî “ew . . . efirandina me dizane; di bîra xwe de tîne, ku em ax in” (Zebûr 103:14, DO)..

15. Çima em dikarin bawer bin, wekî temiyên Yehowa kareke mezin mera tînin?

15 Temiyên Yehowa mera giran nînin û kareke mezin tînin. (Bixûne Îşaya 48:17.) Lema jî Mûsa pêxember Îsraêliyara got: “Xudan li me emir kir ku hemû van qeyde-qanûna xwey kin, ji Xudan Xwedêyê xwe bitirsin, wekî temamiya rojêd meda mera qenc be, me sax bihêle mîna roja îroyîn” (Qanûna Ducarî 6:24, PKM). Em jî dikarin bawer bin, wekî ev qanûnên ku Yehowa dide me, seva halxweşiya me ye. Ev bi rastî jî usa ne. Çimkî Yehowa Xwedê bi bîlaniyê tije ye (Romayî 11:33). Lema jî Yehowa zane çi seva me hê baş e. Xêncî vê yekê Yehowa heye hizkirin (1 Yûhenna 4:8). Hizkirin, xeyseta Yehowayî lapî ferz e, yê ku hukum dike li ser hemû gotin û şixulên wî. Hizkirin, hîmê hemû temiya ye, yên ku Yehowa Xwedê dide xizmetkarên xwe.

16. Rast e ev dinya zulm û bedena meye gunekar li ser me hukum dikin, lê çima em bawer in ku dikarin guhdar bin?

16 Femdarî ye, wekî hêsa nîne gura Xwedê bikin. Em gerekê miqabilî vê dinya zulm derên, ya ku li ser me hukum dike û “bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). Xêncî vê yekê, em gerekê miqabilî bedena xweye gunekar derên, ya ku me hêlan dike qanûnên Xwedê înkar kin (Romayî 7:21-25). Lê bi saya hizkirina xwe hindava Xwedê, em dikarin wan hemû temiya pêk bînin. Yehowa kerem dike wan meriya, yên ku dixwazin bi guhdariya xwe hizkirina xwe hindava Xwedê nîşan kin. Ew usa jî ruhê xweyî pîroz dide wan meriya, yên ku “gura wîda” nin û wî qebûl dikin ça serwêrê xwe (Karên Şandiya 5:32). Ev ruh alî me dike, wekî nav meda berên baş pêşda bên, dêmek xeyset-hunurên qîmet ku dikarin alî me bikin guhdar bin (Galatî 5:22, 23).

17, 18. (a) Di vê kitêbêda emê derheqa çi xeber din û wedê şêwirkirinê em çi gerekê bîr nekin? (b) Serê mayînda emê derheqa çi xeber din?

17 Di vê kitêbêda emê xeber din derheqa prînsîp û normên Yehowayî temiz, û usa jî derheqa gelek tiştên din kîderê ku qirara Yehowa tê kifşê. Çaxê em derheqa prînsîpên Yehowa xeber didin, gelek ferz e wekî hine tişt bîra xweda xwey kin. Mesele, Yehowa zorê nake ser me, ku em xwe li prînsîp û qanûnên wî bigirin; lê dewsê Ew dixwaze wekî guhdariya me, bi dil û xwestina me be. Werên em bîr nekin ku Yehowa dixwaze, wekî em bi şixulên xwe îda niha bêne keremkirinê û axiriyêda jî jîyîna herheyî bistînin. Tu car bîr nekin, ku bi guhdariya xwe em dikarin Yehowara nîşan kin ku çiqas em wî hiz dikin.

18 Seva ku em bikaribin tiştên baş ji tiştên xirab têderxin, Yehowa îsaf daye me. Û vê yekêda hizkirina wî tê kifşê. Seva ku îsafa me rind rêberiya me bike, em gerekê îsafa xwe hîn kin. Derheqa vê yekê emê serê dinda xeber din.

^ abz. 9 Di vê kitêbêda, serê 6-da tê şirovekirinê ku ça bijbêrin wedederbazkirina kêrhatî.

^ abz. 11 Hela hê cin jî, car-cara mecbûr in guhdar bin. Çaxê Îsa Mesîh ferman da cina, ku derkevin ji meriya ewana mecbûr bûn gura wî kin û derkevin, lê ev yek wana bi xwestina xwe nekir (Marqos 1:27; 5:7-13).