Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 8

Xwedê Merivên Temiz Hiz Dike

Xwedê Merivên Temiz Hiz Dike

“Hindava temiza tu temiz î” (ZEBÛR 18:26, DT)

1-3. (a) Çima dê bona temizaya zara xwe xem dike? (b) Yehowa çima dixwaze ku xizmetkarên wî temiz û pîroz bin, û çi me hêlan dike temizayê xwey kin?

ÇAXÊ dê tevî zara xwe dixwaze cîkîda here, ew xem dike ku zara wê şûştî be û kincên temiz jî lê bin. Çimkî ew fem dike, ku temizayî gelek ferz e bona sihet-qewata zarê. Ew usa jî fem dike, wekî bi zara tê kifşê ku dê-bav bi rastî çi cûreyî ne.

2 Yehowa Bavê meyî ezmana, dixwaze wekî xizmetkarên wî temiz bin. Di Xebera wîda nivîsar e: “Hindava temiza tu temiz î” (Zebûr 18:26, DT ) *. Yehowa me hiz dike û ew zane ku temizayî mera karê tîne. Xwedayê me hîviyê ye, ku em ça Şedên wî, bidine kifşê ku Xwedayê me bi rastî çi cûreyî ye. Bi rastî jî, hergê em temiz bin û xwe baş kifş kin, bi wê yekê Yehowa wê bê hurmetkirinê û navê wî jî vê bê pîrozkirinê. (Hezeqêl 36:22; bixûne 1 Petrûs 2:12.)

3 Em zanin, ku Xwedê merivên temiz hiz dike, û ev yek me hêlan dike ku temizayê xwey kin. Çimkî em wî hiz dikin, em dixwazin bi jîyîna xwe wî hurmet kin. Em usa jî dixwazin xwe nava hizkirina wîda xwey kin. Lema jî, were em xeber din derheqa wê yekê hela çima em gerekê temizayê xwey kin, çi tê hesabê ku temiz bin û çi cûreyî dikarin temizayê xwey kin. Lêkolîna usa wê alî me bike, em bizanibin hela mera lazim e di tiştekîda xwe biguhêzin, yan na.

EM ÇIMA GEREKÊ TEMIZAYÊ XWEY KIN?

4, 5. (a) Meniya sereke kîjan e, ku em gerekê temizayê xwey kin? (b) Temizaya Yehowa ça tê kifşê ji efirandinên wî, yê ku em divînin?

4 Yehowa bi mesela xwe me hîn dike. Xebera wî me hêlan dike: “Çev bidine Xwedê” (Efesî 5:1). Yehowa hemû aliyava temiz û pîroz e, lema jî em ça xizmetkarên wî gerekê temizayê xwey kin. (Bixûne Qanûna Kahîntiyê 11:44, 45.)

5 Temizaya Yehowa, û usa jî kirên û hunurên wîye din, ji efirînên wî têne kifşê (Romayî 1:20). Xwedê erd usa çêkir wekî ew bona meriya bibe maleke temiz û hewas. Erd usa hatiye çêkirinê ku dikare xwexa xwe temiz ke. Mesele Yehowa gerdûnê usa çêkiriye, ku hewa û av timê temiz dibe. Ji vir tê kifşê, ku bona efirandarê erdê temizayî gelek ferz e (Yêremya 10:12). Û nihêrandina me jî gerekê usa be.

6, 7. Di qanûna Mûsada ça dihate kifşê ferzbûna wê yekê, wekî kî ku Xwedêra xizmet dike gerekê temiz be?

6 Meniya duda ku em çima gerekê temizayê xwey kin ew e, ku Yehowa Hukumdarê me ye, û ew ji xizmetkarên xwe evê yekê dewa dike. Ji wê qanûna ku Yehowa dabû Îsraêliya, tê kifşê ku temizayî xizmetkirinêva, qayîm girêdayî bû. Di Qanûnêda hatibû nivîsarê, wekî roja paqijbûnê serekkahîn gerekê ne ku tenê carekê, lê du cara xwe bişûşta (Qanûna Kahîntiyê 16:4, 23, 24). Pêşiya ku kahîna Yehowara qurban bianiyana, gerekê dest-piyê xwe bişûştana (Derketin 30:17-21; 2 Dîrok 4:6). Di Qanûnêda usa jî 70 menî hatibûn nivîsarê, ku kengê meriv dihate hesabê netemiz. Îzina merivê netemiz tunebû ku di xizmetkirinêda tiştekî bike. Hergê Îsraêlî hindava vê qanûnê bêtalaş bûya, wî çaxî wîra mirin diket (Qanûna Kahîntiyê 15:31). Kî ku paqijbûn înkar dikir, xwe û kincên xwe nedişûşt, ji nava civînê dihate derxistinê (Jimar 19:17-20).

7 Rast e, em niha bin Qanûna Mûsada nînin, lê bi alîkariya wê qanûnê em dikarin bizanibin nihêrandina Yehowa di hemû pirsada. Di Qanûnêda dihate kifşê, wekî kî ku Xwedêra qulix dike gerekê temiz be. Yehowa nehatiye guhastinê (Malaxî 3:6). Yehowa tenê wî çaxî wê qebûl ke xizmeta me, hergê xizmeta me “paqij û bêleke” be (Aqûb 1:27, ÎM). Lema jî em gerekê bizanibin ku Xwedê çi ji me dewa dike.

ÇI TÊ HESABÊ BER ÇEVÊ XWEDÊ TEMIZ BIN

8. Yehowa dixwaze ku em kîjan tiştada temizayê xwey kin?

8 Çaxê Kitêba Pîroz derheqa temizayê xeber dide ew tenê derheqa temizaya fîzîkî nabêje. Seva ku ber çevê Xwedê temiz bin, em gerekê jîyînêda hemû aliyava temiz bin. Yehowa dixwaze wekî em çar aliyada temizayê xwey kin: aliyê ruhanîda, namûsiyêda, fikirada û aliyê fîzîkîda. Werên em bona van her çar cûrê temizayê xeber din.

9, 10. Temizaya ruhanî çi tê hesabê û Mesîhiyên rast xwe ji çi xwey dikin?

9 Temizaya ruhanî. Seva ku meriv ruhanîda temiz be, gerekê xizmetkirina temiz tevî rêligiya qelp neke yek. Çaxê Îsraêlî ji Babîlonê derketin û vegeriyane Orşelîmê, wana gerekê guh bida vê dewakirinê: “Ji wir derkevin, destê xwe li yê mindar nexin! . . . xwe paqij bikin” (Îşaya 52:11). Îsraêlî îlahî bona vê yekê derbazî Orşelîmê bûn, wekî xizmetkirina Yehowara tezeda saz kin. Ev xizmetkirin gerekê temiz û bê leke bûya, dêmek gerekê tev hînkirin û eyd-qeydên Babîlonê, yên ku Yehowa Xwedê bêhurmet dikin, nebûya yek.

10 Roja îroyîn Mesîhiyên rast gerekê fesal bin, wekî ji bo rêlîgiya qelp lekê neynin ser xwe. (Bixûne 1 Korintî 10:21.) Fesalbûn di van pirsada gelek ferz e, çimkî hukumê rêlîgiyên qelp gelek belabûyî ye. Mesele, rêlîgiyên qelp dibêjin wekî paşî mirinê ruhê meriva dîsa berdewam dike dijî. Xêncî vê yekê ewana dîsa gelek tiştên nerast hîn dikin. Meriv baweriya xwe van hînkirina tînin, lema jî nan-xwarinê dibine ser mezelên miriyên xwe (Waîz 9:5, 6, 10). Mesîhiyên rast xwe dûr digirin ji wan eyd-qeyda, yên ku rêlîgiyên qelpva girêdayî ne *. Emê îzinê nedin, wekî kesek ser me usa hukum ke, ku em miqabilî normên Kitêba Pîroz derên, kîjan ku xizmetkirina temiz e (Karên Şandiya 5:29).

11. Namûsiyêda temiz bimînin çi tê hesabê û ev yek çima bona me lazim û ferz e?

11 Temizaya namûsê. Seva ku namûsêda temiz bimînin, gerekê ji hemû cûre bênamûsiyê birevin. (Bixûne Efesî 5:5.) Seva me gelek ferz e ku temizaya namûsê xwey kin. Ça ku emê di vê kitêbêda ji serê din pêbihesin, seva ku nava hizkirina Xwedêda bimînin, em gerekê “ji qaviyê birevin”. Çimkî ew qav yên ku gunê xwe nadine rûyê xwe “wê Padşatiya Xwedê war nebin” (1 Korintî 6:9, 10, 18). Merivên usa ber çevê Xwedê “kirêt-heram” in. Hergê ewana pirsên namûsiyêda temizayê xwey nekin “mirina duda” wê hîviya wan be (Eyantî 21:8).

12, 13. Çi tevgirêdan heye orta fikira û kirinê, û em çi cûreyî dikarin xwey kin temizaya fikira?

12 Temizaya fikira. Fikir dibin berbi kirinê. Hergê em îzinê bidin ku fikirên nebaş hişê meda rûnên, zû yan dereng ew wê me bibine berbi kirên nebaş (Metta 5:28; 15:18-20). Lê hergê em hişê xwe bi fikirên temiz tije kin, wî çaxî emê bikaribin kirên temiz bikin. (Bixûne Fîlîpî 4:8.) Lê gelo em çawa dikarin temizaya fikira xwey kin? Ya ewil em gerekê ji wedederbazkirinên usa birevin, kîjan ku dikarin fikirên me xirab kin *. Xêncî vê yekê, em gerekê her gav Xebera Xwedê hîn bin, wekî hişê xwe bi fikirên temiz tije kin (Zebûr 19:8, 9).

13 Seva ku nava hizkirina Xwedêda bimînin, em gerekê temizaya ruhanî, namûsê û fikira xwey kin. Derheqa van cûrê temizaya hê zêde tê şirovekirinê di serê dinda. Lê niha em xeber din derheqa temizaya fîzîkî.

EM ÇA DIKARIN XWEY KIN TEMIZAYA FÎZÎKÎ?

14. Çima rast nîne bêjin ku xweykirina temizayê tenê îşê min e?

14 Temizaya fîzîkî tê hesabê ku em xwe û hemû tiştên dor-berê xwe temiz xwey kin. Kesek dikare bêje: “Ez temizayê xwey kim, yan na ew îşê min e”. Lê Şedên Yehowa usa nafikirin. Ça me îda xeber da, bona Yehowa temizaya me gelek ferz e. Çimkî temizayî mera karê tîne, lê hê ferz ew e ku navê Xwedê pîroz dibe. Bîne bîra xwe ew mesela ku pêşda hatibû gotinê. Çaxê zar timê neşûştî ye û kincên netemiz jî lê ye, ev yek dide kifşê ku dê-bavê wî çi cûreyî ne. Em naxwazin bi cûrê jîyîna xwe û kincxwekirina xwe Bavê xweyî ezmana bêhurmet kin, û ew mizgîniya ku bela dikin bêqîmet kin. Di Xebera Xwedêda nivîsar e: “Em . . . tu tiştîda nebine bayîsê ketina tu kesî, wekî qulixê me neyê lomekarkirinê. Lê her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine kifşê, çawa qulixkarêd Xwedê” (2 Korintî 6:3, 4). Gelo ça dikarin temizaya bedenê xwey kin?

15, 16. Çi dikeve nav temzaya şexsîda, û kincên me gerekê çi cûreyî bin?

15 Temzaya şexsî û kincxwekirin. Rast e di her welatekîda kûltûr û jîyîn cûrekî ye, lê av û sabûn hemû welatada destdikeve, seva ku timê xwe bişon û pey temizaya xwe û zarên xwe binihêrin. Wê gelek baş be wekî xwera bikin xeyset ku pêşiya hazirkirina xwarinê yan jî nanxwarinê destê xwe pê sabûnê bişon, usa jî çaxê em ji destavê dertên, yan jî çaxê me paçikê zarê guhast û wî şûşt. Hergê em timê destê xwe pê sabûnê dişon ev yek wê me ji nexweşiya xwey ke û hela hê jîyîna me jî xilaz ke. Bi alîkariya vê yekê, em dikarin vîrûsên pir zor bidine sekinandinê û xwe xwey kin ji nexweşiyên usa, ji bo çi jî dîarêya pêşda tê. Di wan welatada kîderê ku kanalîzasiya tune ye edeba xwe gerekê nava xaliyêda çel kin, mesele usa çawa Îsraêliya dikirin (Qanûna Ducarî 23:12, 13).

16 Usa jî lazim e ku em timê kincên xwe bişon, wekî temiz û maqûl bêne kifşê. Eseyî nîne ku kincê Mesîhî gelek biha be yan jî bi moda teze be, lê gerekê bi maqûlî, temiz û berbihêriyê be. (Bixûne 1 Tîmotêyo 2:9, 10.) Em kuda jî herin dixwazin bi kincxwekirina xwe: “Hînkirina bona Xilazkirê me Xwedê, her aliyava bixemilînin” (Tîto 2:10).

17. Çima gerekê mal û heyata me temiz û cî-var be?

17 Mal û heyat. Eseyî nîne ku mala me biha û pir xemilandî be, lê em çiqas dikarin gerekê mala xwe temiz û cî-var xwey kin. Em usa jî tiştên xwe temizayêda dikarin xwey kin, mesele çentê me gerekê temiz be, çaxê em diçine civatê yan jî mizgîniyê bela dikin. Werên em usa jî bîr nekin, ku mal û heyata meye temiz şedetiya baş dide derheqa Xwedêyê me. Çimkî em meriya hîn dikin ku Yehowa Xwedêyê temiz e û ew wê qira wan bîne, “yêd ku dinê xirab dikin”. Xêncî vê yekê, Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe dinyayê bike Cinet (Eyantî 11:18; Lûqa 23:43). Bi rastî jî, em dixwazin bi mala xwe û hemû tiştên xwe merivên dinênara bidine kifşê ku îda nihada em xwera dikin xeyset ku temizayê xwey kin. Çimkî ev yek wê diniya tezeda mera lazim bê.

Xweykirina temizaya fîzîkî tê hesabê xweykirina temizaya bedenê û tiştên dor-berê me

18. Ça em dikarin nîşan kin ku qedirê Oda civatê digirin?

18 Ciyê hebandina me. Hizkirina meye hindava Xwedê me hêlan dike, ku em qîmet kin Oda Civatê, ev heye ciyê hebandina rast. Em dixwazin wekî ciyê hebanina me baş hukum ke ser merivên ku cara pêşin têne civatê. Seva ku Oda Civatê timê temiz û bedew be, lazim e ku odê timê temiz kin û çê kin. Em nîşan dikin ku qedirê ciyê hebandinê digirin, çaxê çiqas dikarin, wî baş xwey dikin. Bona me qedirekî mezin e bi rezedilî miqatî Oda Civata xwe bin, temiz kin û çêkin (2 Dîrok 34:10). Em usa jî Odên Civata mezin û wan ciya kîderê ku em civatên mezin derbaz dikin, temiz xwey kin.

XWE TEMIZ KIN JI XEYSÊT Û KIRÊN HERAM

19. Ji çi em gerekê xwe xwey kin, seva ku temiz bin, û di vê yekêda Kitêba Pîroz ça alî me dike?

19 Seva ku temiz bin, em gerekê xwe xwey kin ji wan tiştên heram ku dikare mera bibe xeyset. Mesele, cixarekişandin, îçkewexvarina zêde usa jî dermanên ku ser hişê meriya hukum dikin, û narkotîk çaxê bê guhdayîna hekîma didine xebatê. Kitêba Pîroz nabêje bona her kirina û tiştên xirab ku vê dinyayêda bela bûne û dikarin mera bibin xeyset. Lê di Xebera Xwedêda hene prînsîp bi alîkariya kîjana ku em dikarin fem bikin, hela nihêrandina Yehowa di van pirsada çi cûreyî ye. Çimkî em zanin çi Yehowa xweş tê, û hizkirina me hindava wî heye, lema em dixwazin usa bijîn çawa ku wî xweş tê. Niha em bona pênc prînsîpên Kitêba Pîroz xeber din.

20, 21. Yehowa dixwaze ku em xwe ji kîjan kirina xwey kin, û kîjan meniya baş em gerekê bîra xweda xwey kin?

20 “Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin” (2  Korintî 7:1). Yehowa dixwaze wekî em xwe xwey kin ji kirên usa, yên ku bedena me diherimînin yan jî ziyanê didine ruhaniya me. Lema jî em gerekê xwe dûr bigirin ji kirên usa, yên ku dikarin mera bibin xeyset, û ziyan in bona beden û psîxîka me.

21 Di Kitêba Pîrozda menîke baş heye, wekî em “ji hemû kirêtiya . . . xwe paqij kin”. Korintiya duda serê 7 rêza 1 destpêdibe bi giliyê usa: “Em . . . xweyê van soza ne”. Lê gelo ev çi soz in? Rêzên pêşiya vê sozên Yehowa nivîsar in: “Ezê we qebûl kim, bibime Bavê we” (2  Korintî 6:17, 18). De tu bide hesabê xwe: wekî Yehowa soz dide ku wê te xwey ke, bona te xem bike û te usa hiz bike çawa bav zara xwe hiz dike. Lê Yehowa evî sozê xwe wê bîne sêrî tenê wî çaxî, çaxê tu xwe xwey kî ji wan tişta, çi ku dikare “qalib û ruh” biherimîne. Bi rastî jî wê çiqas bêaqilayî be, hergê em îzinê bidin ku tiştên heram, heleqetiya me tevî Bavê meyî ezmana xirab kin!

22-25. Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dikin xwe xwey kin ji kirên û xeysetên heram?

22 “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe” (Metta 22:37). Îsa Mesîh kifş kir ku eva temiya pir zor e (Metta 22:38). Bê gilî, Yehowa hêjayî hizkirina usa ye. Hergê em Yehowa bi temamiya dilê xwe, caniya xwe û hişê xwe hiz dikin, gerekê em xwe xwey kin ji wan kirina, ji bo kîjana emirê me dikare kin be. Yan jî dikare hiş aqilê ku Xwedê pêşkêş daye me bike bin ziyanê.

23 [Yehowa] xwexa emir, bînê û her tiştî dide hemûya” (Karên Şandiya 17:24, 25). Emir ev heye pêşkêş ji Xwedê. Em hiz dikin Jîyîndarê xwe, lema jî dixwazin qedir hindava pêşkêşa wî bidin kifşê. Em direvin ji kirên û xeysetên usa kîjan ku dikarin xirab hukum bin ser sihet-qewatê. Çimkî em fem dikin ku kirên usa nîşan dikin, wekî em qedirê jîyînê nagirin (Zebûr 36:9).

24 “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Metta 22:39). Bi xeyset û kirên heram meriv ziyanê ne ku tenê dide xwe, lê usa jî merivên dor-berê xwe. Mesele, merivê ku cixarê dikişîne ziyanê dide wan meriya, yên ku nakşînin. Xêncî vê yekê, ew bi kirên xwe nîşan dike, ku qanûna Xwedê ya ku dibêje hevalê xwe weke xwe hiz bike, naqedîne. Ew usa jî derewa dike ku Xwedê hiz dike (1  Yûhenna 4:20, 21).

25 “Bike bîra cimetê, ku gura serwêr û hukumeta bikin” (Tîto 3:1). Di gelek welatada qedexekirî ye ku cem meriva narkotîk hebe yan jî ew bide xebatê. Û em, Mesîhiyên rast, narkotîkê ne xweyî dikin ne jî didin xebatê (Romayî 13:1).

26. (a) Çi em gerekê bikin seva ku em hizkirina Xwedêda bimînin? (b) Çima xweykirina temizayê ew tiştekî gelek baş û kar e?

26 Seva ku nava hizkirina Xwedêda bimînin, bes nîne ku tenê alîkîda temiz bin. Em gerekê jîyîna xweda hemû aliyava temizayê xwey kin. Rast e, carna nehêsa ye xwe ji xeyset û kirên xirab xwey kin, lê hergê em bixwazin dikarin evê yekê bikin *. Hergê em usa bikin, emê gelek karê bistînin. Çimkî Yehowa çi me hîn dike gişk bona kara me ye. (Bixûne Îşaya 48:17.) Lê hê ferz ew e ku çaxê em temizayê xwey dikin, bi vê yekê em şabûnê distînin, navê Bavê xweyî ezmana pîroz dikin, û usa jî nava hizkirina wîda dimînin.

^ abz. 2 Xebera orîjînalê ya “temizayî”, ne ku tenê temizaya bedenê tê hesabê, lê usa jî temizaya ruhanî û namûsiyê tê hesabê.

^ abz. 67 Nav hatiye guhastinê.