Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 11

Zewaca Her Kesî Bira Hurmet be

Zewaca Her Kesî Bira Hurmet be

“Şa be tevî jina xweye cahiltiyê” (METELOK 5:18, DT).

1, 2. Emê kîjan pirsê şirovekin, û çima?

HERGÊ tu zewicî yî yan jî mêrkirî yî, gelo zewaca te tera şabûnê tîne? Dibek malbeta teda problêmên pir mezin hene? Dibek dilsarbûn ketiye orta we? Yan jî tu zewaca xwe hesab dikî barekî giran û te şabûna xwe unda kiriye? Hergê erê, dibek jî tu zef ber xwe dikevî wekî heleqetiya we îda nêzîk û baş nîne. Bê şik, ça Mesîhî tu dixwazî wekî zewaca te hurmetê bîne Yehowa Xwedêra, çimkî tu wî hiz dikî. Dibek dereca te zef te diçerçirîne û dilê te dêşîne. Lê nefikire ku îlac îda tune.

2 Roja îroyîn nava Mesîhiyada hene gelek jin û mêrên baş, zewaca kîjana ku berê halekî xirabda bû. Lê wana zewaca xwe qewî kiriye. Hergê wana karibûye zewaca xwe qewî kin, tuyê jî bikaribî zewacêda bextewar bî. Were em pêbihesin çi cûreyî?

NÊZÎKÎ XWEDÊ Û NÊZÎKÎ HEVDU BIN

3, 4. Hergê jin û mêr nêzîkî Xwedê bin, ev yek wê ça alî wan bike ku nêzîkî hevdu bin? Meselê bîne.

3 Hergê jin û mêr dixebitin ku nêzîkî Xwedê bin, bi wê yekê ewana wê bikaribin nêzîkî hev jî bin. Bide ber çevê xwe alîkî çiyayê mezin jin sekiniye lê aliyê din mêr. Heta ewana jêrê ne navbera orta wan gelek mezin e, dêmek ew zef dûrî hev in. Hergê ewana çiyêva hilkişin, navbera orta wan hêdî-hêdî wê kêm be. Ji vê meselê tu çi dikarî hîn bî?

4 Ew qewata ku jin û mêr didine xebatê wekî bi dil û can Xwedêra xizmet kin, em dikarin beramberî wê qewatê kin, kîjan ku lazim e bidin xebatê wekî çiyêva hilkişin. Hizkirin hindava Yehowa we hêlan dike, ku hemû qewata xwe bidin xebatê seva ku çiyêva hilkişin. Lê hergê hûn hindava hevdu sar in, ev tê hesabê ku rast e hûn çiyêva hildikişin, lê ji cûre-cûre aliyava. Hergê hûn nesekinin û berdewam kin çiyêva hilkişin, zanî axiriyê wê çi biqewime? Belê, hûnê hêdî-hêdî nêzîkî hev bin. Dêmek çiqas hê zêde hûn qewatê bidine xebatê seva nêzîkî Xwedê bin, haqas hê zêde hûnê bikaribin nêzîkî hevdu bin. Bi rastî, seva ku nêzîkî hev du bin, berê pêşin gerekê nêzîkî Xwedê bin. Lema jî were em pêbihesin ka ça dikarin nêzîkî Xwedê bin.

Hergê em zaniyarên ji Kitêba Pîroz pêk bînin emê zewaca xwe qewî kin

5. (a) Çi gerekê bikî wekî nêzîkî Xwedê bî û nêzîkî jin yan mêrê xwe bî? (b) Nihêrandina Yehowa hindava zewacê çi cûreyî ye?

5 Ferz e, ku jin û mêr şîretên Xwedê bidine xebatê, yên ku pirsên zewacêva girêdayî ne. Ev şîretên wî, di Kitêba Pîrozda nivîsar in (Zebûr 25:4; Îşaya 48:17, 18). Werên em dîna xwe bidin ku Pawlosê şandî çi şîret nivîsî: “Zewaca her kesî bira hurmet be” (Îbranî 13:4, DT). Nihêrandina Yehowa hindava zewacê hema bi vî cûreyî ye, dêmek Yehowa zewacê gelek qîmet dike.

BIRA HIZKIRINA TEYE BI DIL HINDAVA XWEDÊ, TE HÊLAN KE

6. Em ji kontêksta Îbranî 13:4 çi pêdihesin û çira lazim e ku evê yekê bîra xweda xwey kin?

6 Hergê hûn her du jî xizmetkarên Yehowa ne, wekî usa ne hûn zanin ku zewac qîmet e û pîroz e, û hîmdarê zewacê Yehowa ye. (Bixûne Metta 19:4-6.) Lê hergê malbeta we niha rastî problêma tê, wekî usa ne tenê bizanibî ku zewac gerekê bê hurmetkirinê, bes nîne ku hûn bikaribin hindava hev bi qedir bin, û hizkirinê jî bidine kifşê. Xêncî zanebûnê şixul jî lazim e. Dîna xwe bidê Pawlosê şandî çi dibêje derheqa hurmetkirina zewacê. Ewî nedigot ku “zewac, hurmet e”, lê got wekî “zewaca her kesî bira hurmet be”. Bi van xebera Pawlos ne ku dixwest bigota ku zewac xwexa hurmet e, lê ewî hêlan da her kesî wekî usa bikin ku zewaca wan hurmet be. Hergê hûn derheqa vê yekê kûr bifikirin, ev yek wê alî we bike ku hûn qedirê hev bigirin. Werê niha em pêbihesin çima ew yek usa ferz e.

7. (a) Kîjan prînsîpên Xwedê em diqedînin û çima? (b) Guhdarîkirin çi karê tîne?

7 Hela bifikire, tu ça diqedînî temiyên Kitêba Pîroze mayîn, mesele, belakirina mizgîniya xêrê, yan jî çûyîna li ser civata (Metta 28:19; Îbranî 10:24, 25). Rast e, ne hêsa ye ku van temiya timê biqedînî. Çimkî wedê xizmetê meriv dibek hindava mizgîniyê bêtalaş bin, yan jî dibek tu ji xebatê usa westiyayî têy, wekî tera gelek çetin dibe ku herî civatê. Lê çi jî hebe, yeke tu derheqa Padşatiya Xwedê elam dikî û diçî civata jî. Tu kes nikare te bide sekinandinê, hela hê Şeytan Mîrê-cina jî! Lê gelo çima? Çimkî hizkirina teye bi dil hindava Xwedê, te hêlan dike temiyên wî biqedînî (1  Yûhenna 5:3). Lê guhdarîkirin çi karê tîne? Çaxê tu mizgîniyê bela dikî û diçî ser civata, bi vê yekê tu rihetiyê û şabûnê distînî, çimkî tu zanî ku qirara Yehowa diqedînî. Û ev hemû tişt qewatê dide te (Nehemiya 8:10). Lê gelo ji vê yekê em çi dikarin hîn bin?

8, 9. (a) Çi dikare me hêlan ke guh bidine vê temiyê ku zewac hurmet be, û çima? (b) Emê kîjan du pirsa şirovekin?

8 Hizkirina teye mezin hindava Xwedê te hêlan dike bînî sêrî temiyên wî, dêmek mizgîniyê bela kî û herî ser civata, hela hê wî çaxî jî, çaxê rastî peyketina têyî. Ev hizkirin usa jî dikare te hêlan ke, ku guh bidî ewê şîreta Kitêba Pîroz, wekî hela hê wî çaxî jî zewacê hurmet kî, çaxê ev yek tera zef çetin e (Îbranî 13:4; Zebûr 18:29; Waîz 5:4). Xêncî vê yekê, ça xizmetkirin û hazirbûna te ser civata keremên pir mezin tîne, usa jî Yehowa wê kerem ke ewê qewata te, kîjan ku tu didî xebatê, wekî zewaca xwe hurmet kî (1  Têsalonîkî 1:3; Îbranî 6:10).

9 Lê çi cûreyî dikarî zewaca xwe hurmet kî? Lazim e xwe dûr bigirî ji xeberdan û kirên usa, kîjan ku heleqetiya te orta jin yan mêrê te dikare xirab ke. Xêncî vê yekê, wekî zewaca xwe qewî kî lazim e tiştên usa bikî, çi ku wê zewaca te qewî ke.

XWE DÛR BIGIRE JI XEBERDAN Û KIRÊN USA, YÊN KU ZEWACÊ BÊHURMET DIKIN

10, 11. (a) Çi zewacê bêhurmet dike? (b) Kîjan pirsê gerekê bidî jin yan mêrê xwe?

10 Carekê Mesîhîke mêrkirî got: “Ez Yehowara dua dikim ku qewatê bide min, û alî min bike teyax kim”. Gelo çi teyax ke? Ewê şirovekir: “Mêrê min bi xeberên xwe min birîndar dike. Rast e, ser bedena min birînên kutanê tune ne, lê giliyên wîye tûj dilê min birîndar dikin. Mesele, xeberên wîye usa “Tu barekî giran î!”, “Tu qe ne tiştek î!” Evê kulfetê xeber dida derheqa bêhurmetkirinê di malbetêda, ev yek bi rastî jî problêmeke gelek mezin e.

11 Yazix, ku jin û mêrê Mesîhî di malbetêda xeberên necayîz hevdura dibêjin, ji bo çi jî êmosiyonalî gelek hevdu birîndar dikin, û ev birîn hêsa derbaz nabe! Femdarî ye, ku zewaca wan jin û mêra, yên ku hevdu bêhurmet dikin, nayê hurmetkirinê. Lê gelo zewaca teda ev problêm hene? Seva ku caba vê pirsê bizanibî, dikarî ji jin yan mêrê xwe pirs kî: “Giliyê min ça ser te hukum dikin?” Hergê ji caba wî (wê) tê kifşê, ku giliyê te timê jin yan mêrê te êmosiyonalî birîndar dike, bixebite ku xwe biguhêzî. (Galatî 5:15; bixûne Efesî 4:31.)

12. Xwedê çima dikare xizmetkirina kesekî pûç hesab ke?

12 Bîr neke wekî xeberdana te di malbetêda gelek hukum dibe ser heleqetiya te tevî Yehowa. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Hergê yek xwe xwedênas hesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasiya wî pûç e” (Aqûb 1:26). Xeberdana te, tevî xizmetkirina te Xwedêra, gelek girêdayî ye. Lema jî Kitêba Pîroz fikireke usa qebûl nake: ku hergê meriv Xwedêra xizmet dike, îzin e wekî dîna xwe nedê hela di malbeta wîda çi diqewime. Lê hîvî ji te dikin xwe nexapîne. Eva pirseke gelek ferz e. (Bixûne 1  Petrûs 3:7.) Dibek feresetên te hene, û tu bi xîret Xwedêra xizmet dikî, lê hergê tu jin yan mêrê xwe bêhurmet dikî û zanî wekî îzin tune, wî çaxî tu zewaca xwe bêhurmet dikî û Xwedê dikare xizmetkirina te pûç hesab ke.

13. Ça jin û mêr dikarin êmosiyonalî hevdu birîndar kin?

13 Cara jî jin û mêr nafikirin çi dikin û bi kirên xwe dilê hevdu dêşînin. Werên em derheqa du mesela xeber din. Mesela pêşin: Mesîhî ya ku tenê zara xwe mezin dike, timê birê zewicîra têlê dixe, wekî şîreta ji wî bistîne, û hevra dirêj xeber didin. Mesela duda: Birê azep her heftî gelek car tevî xûşka mêrkirî xizmet dike. Dibek nêt-fikirên wî birê zewicî û xûşka mêrkirî xirab nînin, lê ferz ew e ku kirên wan çi cûreyî hukum dibe li ser jin yan mêrê wan. Kulfetek ya ku dereca usada bû, got: “Ez bona mêrê xwe qe ne tiştek im: çimkî ew gelek wedê xwe xerc dike bona xûşkeke din. Ev yek gelek dilê min dêşîne”.

14. (a) Di Destpêbûn 2:24-da çi tê kifşkirinê derheqa zewacê? (b) Em çi pirsê gerekê bidine xwe?

14 Femdarî ye wekî ev jin û ewên ku dereca usada nin, çira dixeydin. Çimkî jin yan mêrê wan pişt guhê xweva davêjin rêberiya ferz, derheqa jin û mêra: “Mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destpêbûn 2:24, PKM). Rast e, ewên ku zewacêda nin gerekê dîsa berdewam kin qedirê dê û bavê xwe bigirin, lê qirara Xwedê ew e ku jin û mêr berê pêşin bona hevdu xem bikin. Em gerekê evê prînsîpê bidine xebatê bona xûşk û bira jî. Rast e, em wana zef hiz dikin, lê berê ewil em gerekê jin yan mêrê xwe hiz bikin. Lema jî çaxê mêrê zewicî tevî xûşkeke din, yan jî jina mêrkirî tevî birakî din, gelek wede xwe xerc dike, bi vê yekê ew dikare ziyaneke mezin bide malbeta xwe. Dibek malbeta teda jî problêma usa heye? Pirsê bide xwe: “Ez bi rastî êpêce wedê xwe xerc dikim bona jin yan mêrê xwe? Û usa wî (wê) hiz dikim û guh didimê, ça ku ew hêja ye?

15. Li gora Metta 5:28 ji çi gerekê fesal bin û çima?

15 Hergê birên zewicî guhdayîna zêde dide kifşê himberî xûşkekê, yan jî xûşka mêrkirî hindava biraki, ev gelek bêaqilayî ye, usa ewana tevî agir dilîzin. Yazix, lê hineka bi vê yekê bal xwe pêşda anîne hestê romantîkî, hindava wan tevî kîjana ku ewana zef nêzîk dibûn (Metta 5:28). Axiriyêda hestê usa, ewana berbi kirên usa birin, kîjan ku hê zêde zewacê bêhurmet dike. Werê em pêbihesin Pawlosê şandî çi got derheqa vê yekê.

“CÎ-NIVÎN HELAL BE”

16. Pawlos derheqa zewacê çi temî da?

16 Paşî vê şîretê ku “zewaca her kesî bira hurmet be”, Pawlosê şandî dîsa şîretek da: “Cî-nivîn helal be, çimkî Xwedê wê dîwana çevder û zinêkara bike” (Îbranî 13:4). Bi xebera “cî-nivîn” Pawlos dixwest bigota: heleqetiya sêksûal orta jin û mêr. Heleqetiya usa tenê zewacêda dikare helal be, dêmek bi namûsî be. Lema jî Mesîhî gerekê guh bidine xeberên ji bîna ber Xwedê: “Şa be tevî jina xweye cahiltiyê” (Metelok 5:18, DT).

17. (a) Çira Mesîhî nihêrandina wê dinyayê ser qaviyê, qebûl nakin? (b) Ça em dikarin çev bidine Îbo?

17 Kî ku dikeve heleqetiya sêksûal ne tevî jin yan mêrê xwe, lê tevî merivê mayîn, nîşan dike ku qedirê qanûnên Xwedê nagire. Roja îroyîn gelek meriv difikirin ku qavîkirinêda tiştekî xirab tune. Lê nihêrandina meriya gerekê ser Mesîhiya hukum nebe. Çimkî Mesîhî fem dikin ku axiriya-axiriyê “Xwedê dîwana çevder û zinêkara bike” (Îbranî 10:31; 12:29). Lema jî Mesîhiyên rast di van pirsada, xwe qewî nihêrandina Yehowava digirin. (Bixûne Romayî 12:9.) Werê em bînine bîra xwe giliyê Îbo pêxember: “Min bi çavên xwe re peymanekê çê kir” (Îbo 31:1). Mesîhiyên rast çevê xwe xwey dikin ji tiştên usa ku axiriyê berbi qaviyê dibin. Ewana miqatî cevê xwe dibin, wekî li ser merivên din bi temê xirab nenihêrin (Binihêre Elametiyên Zêde bi navê “Nihêrandina Kitêba Pîroz ser wê yekê Çaxê Başqe Dijîn û ji Hev Diqetin”).

18. (a) Qavîkirin ber çevê Xwedê gunekî çiqas giran e? (b) Qavîkirin û pûtparistî çida weke hev in?

18 Ber çevê Xwedê qavîkirin gunekî gelek giran e. Qanûna Mûsa mera rind dide kifşê, ku Yehowa ça dinihêre li ser qaviyê. Di Îsraêlêda qavîkirin û pûtparistî gunên weke hev giran bûn, heqê van herdu guna mirin bû (Qanûna Kahîntiyê 20:2, 10). Lê zanî çida ew her du gune weke hev in? Hergê Îsraêlî serê xwe ber pûta datanî, bi wê yekê ewî sozê xweyî ku dabû Yehowa nedianî sêrî. Lê hergê qavî dikir, sozê xweyî ku dabû mêrê xwe, yan jina xwe, nedianî sêrî. Dêmek ewan herdu jî mixenetî û nemamî dikirin. (Derketin 19:5, 6; Qanûna Ducarî 5:9; bixûne Malaxî 2:14.) Lema jî, ber çevê Xwedêyê amin ew herdu jî hêjayî cezakirinê bûn (Zebûr 33:4).

19. Çi dikare hê zêde me hêlan ke, ku tu car qaviyê nekin, û çima?

19 Rast e îro em bin qanûnê Mûsada nînin. Lê hergê timê bîra meda be, ku qavî di Îsraêlêda guneki giran dihate hesabê, emê hêlan bin ku tu car gunekî usa giran nekin. Mesele hergê kesek te bipirse: Tuyê herî dêrê û ber pûta çok wedî, yan jî dua bikî? Bêy şik tuyê bêjî: Na! Lê hergê bona vê yekê gelek pere bidine te, tuyê bikî? Sed selefî na! Tuyê tu car nekî, usa nîne? Bi rastî jî, ev fikir ku Yehowara mixenetiyê bikin û ber pûta serê xwe daynin, ber çevê Mesîhiyên rast gelek reş e. Weke vê yekê, ew fikir ku qaviyê bikin gerekê ber çevê Mesîhiya reş be. Çimkî bi qaviyê em mixenetiyê dikin him jin yan mêrê xwera, him jî Xwedêra. Bi rastiyê jî qavîkirin gunekî gelek giran e (Zebûr 51:1, 4; Kolosî 3:5). Em t’u car naxwazin pê kirên xwe dilê Şeytan şa kin, û naxwazin ne Yehowa ne jî zewaca ku ewî saz kiriye bêhurmet kin.

ÇAWA DIKARIN ZEWACA XWE QEWÎ KIN

20. Çi dikare biqewime di hine malbetada? Bi mesele şiroveke.

20 Em gerekê ne ku tenê ji wan şixula birevin, yên ku zewacê bêhurmet dikin, lê usa jî bixebitin ku qedirgirtina hindava hev zêde kin. Lê ça em dikarin evê yekê bikin? Bide ber çevê xwe ku zewac mal e, lê xeber û kirên baş ev hene navmal û tiştên pê kîjana ku malê dixemilînin. Hergê hûn hevra nêzîk û amin in, wî çaxî dikarin zewaca we beramberî mala usa bikin, ya ku bedew û xemilandî ye. Lê hergê hûn hindava hevda sar in, wî çaxî zewaca we mîna maleke neçêkirî û nexemilandî ye. Lema jî hergê tu dixwazî biqedînî ew qanûna Xwedê, ku zewac gerekê hurmet be, wî çaxî tu gerekê çarekê bikî. Bi rastî jî, hergê tiştek ku tera qîmet e xirab bûye, tuyê eseyî cefê bikişînî û ewî tiştî çêkî û teze kî. Di kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xanî bi zaniyarî tê ava kirin û bi aqil tê zeximandin. Û bi saya zanyariyê odeyên wê û bi her cûreyî kûtalên bi qîmet û xweşik ve tijî dibin” (Metelok 24:3, 4). Were em pêbihesin, ku çawa dikarin evan xebera di malbetêda bidine xebatê.

21. Çawa em dikarin zewaca xwe qewî kin? (Binihêre usa jî çargoşê “ Ez Ça Dikarim Zewaca Xwe Hê Bextewar Kim”)

21 Hizkirina dilpakî, baweriya qewî û xwedêxofî, ew hene tiştên “bi qîmet û xweşik” yên ku malbetê bextewar û bedew dikin (Metelok 15:16,17; 1 Petrûs1:7). Bi alîkariya wan hunura zewac qewî dibe. Dîna xwe bide giliyê ji metelok ku jorê nivîsar e. Çawa xanî bi tiştên qîmet tê tijekirinê? Bi alîkariya zaniyariyê. Zaniyariyên ji Kitêba Pîroz dikarin nihêrandina meriya biguhêzin û hêlan kin ku hizkirina xweye hindava hev qewî kin (Romayî 12:2; Fîlîpî 1:9). Çaxê mêr û jin tevayî rêzên Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, rêza ya her rojî dixûnin, usa jî çaxê ji “Birca Qerewiliyê” yan ji “Hişyar bin” gotarên usa dixûnin yên ku bona malbetê ne, ewana bi sîmbolîk tiştên bedew bona xemilandina mala xwe digerin. Lê çaxê ewana wan şîreta didine xebatê, ew tê hesabê ku ewana wan tiştên bedew tînine mala xwe. Bi vê yekê ew hizkirina ku berê mala we bedew dikir, dikare dîsa wegere.

22. Hergê em ji aliyê xweva hemû tiştî bikin, emê çi karê bistînin?

22 Seva ku hemû tiştên bona xemilandinê di malêda cî war kin, lazim e qewatê bidine xebatê. Lê hergê em ji aliyê xweva hemû tiştî dikin emê şabûnê bistînin. Çimkî bi wê yekê em şîreteke ji Kitêba Pîroz diqedînin, yê ku dibêje: “qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin” (Romayî 12:10; Zebûr 147:11). Lê hê ferz ew e, ku çaxê tu dixebitî wekî zewaca te bê hurmetkirinê, bi wê yekê tu di hizkirina Xwedêda dimînî.