Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 14

Her Tiştîda Rast û Helal bin

Her Tiştîda Rast û Helal bin

“Em . . . dixwazin ku her tiştî rast bikin” (ÎBRANÎ 13:18).

1, 2. Çima Yehowa şa dibe çaxê divîne ku em dixwazin rast û dilpak bin? Bi meselê şiroveke.

DÊ TEVÎ kurê xweyî biçûk ji dikanê dertê. Gede nişkêva disekine û tiştê destê xweda dinihêre. Ewî ji dikanê tiştek hildabû seva pê bilîze û bîr kiribû wekî dayne dewsê, yan jî diya xwera bêje ku jêra bikire. Ew destpêdike bigirî. Dê ber dilê wîda tê û jêra dibêje, ku ew paşda here û ewî tiştî paşda bide û baxşandinê bixwaze. Çaxê zar hema usa jî dike, dê pir şa dibe û firnaq dibe zara xwera. Çima?

2 Bi rastî dê-bav gelek şa dibin çaxê divînin ku zara wan rast û dilpak e. Usa jî em dikarin bêjin derheqa bavê xweyî li ezmana, “Xwedayê rastiyê” (Zebûr 31:5, ÎM). Yehowa gelek şa dibe çaxê divîne ku em ruhanîda mezin dibin û dixwazin rast û dilpak bin. Çimkî em dixwazin dilê Xwedê şa kin û nava hizkirina wîda bimînin, lema jî ça ku Pawlos got “em . . . dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbranî 13:18). Werên em binihêrin hela di jîyînêda kîjan çar derecada mera çetin e rast û dilpak bin. Paşê emê pêbihesin hela rastî û dilpakî çi kerema tîne.

HINDAVA XWEDA RAST Û DILPAK BIN

3-5. (a) Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa telika xwexapandinê? (b) Çi vê alî me bike seva ku em hindava xweda rast û dilpak bin?

3 Berê pêşin em gerekê hîn bin ku hindava xweda rast û dilpak bin. Rast e ev yek ne hêsa ye, çimkî merivê gunekar hêsa dikare şaş bê xwexapandinêda. Îsa, Mesîhiyên Lawdikyayîra got, wekî ewana xwexa xwe dixapînin, wana tirê ku ewana dewletî ne, lê bi rastî ewana ruhanîda “belengaz, kor û tezî” bûn. Rastî jî ewana çiqas gune bûn! (Eyantî 3:17). Lawdikyayî bi xwexapandinê ketibûne halekî çetin.

4 Usa jî em dikarin bînine bîra xwe giliyê Aqûb: “Hergê yek xwe xwedênas hesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasiya wî pûç e” (Aqûb 1:26). Belê, kî ku zimanê xwe nikare û ewî tirê Yehowa xizmetkirina wî qebûl dike, bi vê yekê ew xwexa xwe dixapîne. Xizmetkirina usa ber çevê Xwedê pûç e. Lê çi wê alî me bike, wekî em nekevine telika xwexapandinê?

5 Aqûb rastiya xebera Xwedê beramberî neynîkê dike. Ew me hêlan dike wekî em xwe binihêrin vê neynîkêda, dêmek qanûnê Xwedêye kamilda û çida ku lazim e xwe biguhêzin. (Bixûne Aqûb 1:23-25.) Kitêba Pîroz me hîn dike ku em rast û dilpak bin hindava xweda û bivînin hela çida lazim e em xwe biguhêzin (Lûrînên Yêremya 3:40; Hagay 1:5). Xêncî vê yekê, em dikarin Yehowara dua bikin û hîvî ji wî bikin, ku ew dilê me binihêre û alî me bike, ku şaşî û kemasyê me meva eyan bin, wekî em xwe rast kin (Zebûr 139:23, 24). Nerastî, ev heye sistbûn. Bavê meyî li ezmana nefret dike nerastiyê, em jî gerekê nerastiyê nefret bikin. Di Kitêba Metelok 3:32-da tê gotinê: “Xudan ji rêşaşa dikerihe, lê belê hevaltiya wî bi rastanra ye”. Yehowa dikare alî me bike ku em ser nerastiyê usa binihêrin ça ku ew dinihêre û usa xwe bivînin ça ku ew me divîne. Bîne bîra xwe Pawlos çi got: “Em . . . dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbranî 13:18). Niha em nikarin bi temamî kamil bin, lê em bi dil û can dixwazin ku hemû tiştî rast bikin.

RAST Û DILPAK BIN DI MALBETÊDA

Dilpakî wê me xwey ke ji wan tişta kîjan ku wê me bidin şermê

6. Çima gerekê Mesîhî hindava hevda rast û dilpak bin û çi gerekê nekin?

6 Rastî û dilpakiya Mesîhiya di malbetêda, gerekê bê kifşê. Lema jî jin û mêr gerekê hevdura helal bin û ji hevdu tu tiştî veneşêrin. Zewaca Mesîhiyada gerekê tune bin tiştên usa xirab û netemiz, çawa flîrt tevî kesekî yan jî heleqetiya dizîva bi întêrnêtê û usa jî hemû cûre pornografî. Yazix, hine Mesîhiyên ku zewacêda nin, dizîkava tiştê usa dikin. Lê ev yek nerastî ye. Dîna xwe bidê Dawid padşayê xwedêxof çi got: “Ez bi derewînara rûnanim û bi durûyanra nameşim” (Zebûr 26:4). Hergê mêr yan jina te heye, tu car tiştên usa neke çi ku tu bixazî ji jin yan mêrê xwe veşêrî.

7, 8. Kîjan meselên ji Kitêba Pîroz dikarin alî zara bikin, wekî hîn bin rast û dilpak bin?

7 Dê bav wê baş bikin, hergê bi meselên Kitêba Pîroz zarê xwera nîşan kin ku çiqas ferz e rast û dilpakî. Ewana dikarin şirovekin derheqa nerastiyê Akan ku him dizî kir, û him jî xwest diziya xwe veşêre. Usa jî dikarin gilî kin derheqa Gehazî, yê ku bona kara xwe derew kir. Û derheqa Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku pere dizî û qelpî kir, seva Îsa bide girtinê (Yêşûa 6:17-19; 7:11-25; 2 Padşatî 5:14-16, 20-27; Metta 26:14, 15; Yûhenna 12:6).

8 Usa jî wê baş be, wekî zarara şirovekin derheqa wan meriya yê ku meselên baş in. Mesele, Aqûb kurên xwe hêlan kirin, ku paşda bidin wan pera kîjan ku bi texmîna wî şaş bibûn û kiribûne torbê wan. Qîza Yeftah sozê bavê xwe pêpes nekir û anî sêrî, rast e ev yek jêra hêsa nîbû lê yeke ewê kir. Îsa netirsiya ji wan meriya yên ku hatibûn wî bigirin û xwexa wanara got ku ew e Îsa. Ewî ew yek kir wekî pêxembertiyê bîne serî û hevalên xwe xwey ke (Destpêbûn 43:12; Hakimtî 11:30-40; Yûhenna 18:3-11). Di Kitêba Pîrozda dîsa gelek meselên mayîn jî hene, bi alîkariya kîjana dê bav dikarin zarên xwe hîn kin, wekî ewana rastî û dilpakiyê hiz kin û qîmet kin.

9. Hergê dê bav dixwazin derheqa rastiyê û dilpakiyê mesela baş bin seva zarên xwe, ewana çi gerekê nekin û ev yek çima ferz e?

9 Lê ew yek bes nîne ku tenê zarara şirovekin. Pawlosê şandî nivîsî: “Lê belê awa tu ku hevalê xwe hîn dikî, xwexa xwe hîn nakî? Dannasîn dikî, ku nedizin, lê tu didizî?” (Romayî 2:21). Hine dê-bav tenê xeber didin bona rastî û dilpakiyê, lê anegorî gotina xwe nakin. Bi wê yekê ewana bona zarên xwe dibine meseleke xirab. Dibeke ewana bona dizîke biçûk aha bêjin “îjar çi, usa gişk jî dikin” yan jî “de çi ye, ew dereweke ne giran e”. Lê bi rastî dizî, heye dizî, firqî tune qîmetê wî tiştî çiqas e, û derew jî derew e, firqî tune derheqa çi ye û çiqas nerast hatiye gotinê. (Bixûne Lûqa 16:10.) * Zar zef zû qelpiyê texmîn dikin, û ew dikare xirab li ser wana hukum be (Efesî 6:4). Lê hergê zar ji mesela dê-bavê xweye baş, rastiyê û dilpakiyê hîn be, ew çaxê mezin be wê navê Yehowa pîroz ke di vê dinya nerastda (Metelok 22:6).

RAST Û DILPAK BIN DI CIVATÊDA

10. Em derheqa çi gerekê bîr nekin fesal bin, seva ku heleqetiya me tevî xûşk-bira rast û helal be?

10 Bi saya heleqetiya me tevî xûşk-bira, em rastî û dilpakiyê hîn dibin. Ça em ji serê 12 pêhesiyan, em gerekê fesal bidin xebatê pêşkêşa xeberdanê, îlahî tevî xûşk-birên ruhanî. Çimkî xeberdan, hêsa dikare derbazî gevestiyê be hela hê buxdana jî! Mesele, hergê em tiştekî dibihên û sed selefî nizanin rast e yan na û cîkî din gilî dikin, bi vê yekê em tevî derewîna dibine yek. Lema jî wê rind be ku em zimanê xwe bikaribin (Metelok 10:19). Xêncî vê yekê çi ku em dibihên hergê rast be jî, ne cayîz e gilî kin. Çimkî dibek ew yek qe ne şixulê me ye, hin jî bi vê yekê nayê kifşê hizkirina me (1 Têsalonîkî 4:11). Hinek sert xeber didin û hesab dikin ku ewana rast in, lê xeberdana me gerekê nerm û merîfetî be. (Bixûne Kolosî 4:6.)

11, 12. (a) Merivê ku gunê giran kiriye, ew çi cûreyî xwexa gunê xwe hê giran dike? (b) Kîjan e nerastiyên Şeytan derheqa gunê giran, û ça em dikarin nehêlin ser me hukum be? (c) Ça em dikarin himberî teşkîleta Yehowa rast bin?

11 Zef ferz e rast û dilpak bin tevî wana, kî ku di civatêda cabdariya hildidin ser xwe. Diqewime ku hinek, gunê giran bikin û çaxê rûspî di civatêda ji wan bipirsin, dibek ewana derewa bikin û kirên xwe veşêrin. Bi vê yekê ewana gunê xwe hê giran dikin. Mesîhiyên usa bi jîyîna durûtî dijîn, ewana didine kifşê ku Yehowara xizmet dikin, lê bi rastî ewana nava gunên giranda nin û bi derewa dijîn (Zebûr 12:2). Hinek jî rûspiyara nîvî rast dibêjin lê tiştên ferz vedişêrin (Karên Şandiya 5:1-11). Gelek car merî lema tiştê usa dikin, çimkî dikevine bin hukumê Şeytan û nerastiyê bawer dikin. Binihêre çargoşê “ Derewên Şeytan Derheqa Gunên Giran.”.

12 Usa jî gerekê himberî teşkîleta Yehowa rast û helal bin, çaxê em caba xwe dinivîsin û usa didin. Mesele, çaxê em hesabê xizmeta xwe didin em hemû tiştî rast dinivîsin, yan na? Û usa jî em çaxê bona qulixkirinekê kaxazê tije dikin, em gerekê usa nenivîsin ku rastiyê pênehesin bona sihet-qewata me yan jî bona her tiştên mayîn. (Bixûne Metelok 6:16-19.)

13. Em ça dikarin tevî xûşk yan birê xwe rast û dilpak bin, çaxê tevî hev dixebitin?

13 Em gerekê usa jî rast û helal bin tevî xûşk-bira, çaxê tevî hev xebatê dikin. Em gerekê bîr nekin, wekî civatêda yan jî wedê xizmetê gerekê pirsên xebatêva mijûl nebin. Hergê em, xûşk yan bira bal xwe didine xebatê, em gerekê hindava wan rast û dilpak bin, wedêda heqê xebata wan bidin û haqasî, çiqas ku me pêşda xeber daye. Usa jî em gerekê biqedînin wan hemû borcdariya çi ku bi qanûnê ji me tê xwestinê (1 Tîmotêyo 5:18; Aqûb 5:1-4). Çaxê em dixebitin bal mesîhî, em gerekê xebatê wededa destpêkin û wedê xebatê bixebitin, ne ku wede unda kin (2 Têsalonîkî 3:10). Hergê xweyê xebatê xûşk yan birê me ye, ew borcdar nîne firqiyê dayne orta me û xebetçiyên din, mesele rojên aza, yan jî pera hê zêde bide me, û tiştên dinda (Efesî 6:5-8).

14. Ew Mesîhiyên ku hevra dibine hevalpar, çi tiştekî bi aqlayî gerekê bikin û çima?

14 Lê ça gerekê bikin çaxê tevî Mesîhî destpêdikin xebatekê nîvekar bikin, dêmek çaxê herdu jî gerekê pera bikine nava xebatê yan jî cûrekî mayîn? Derheqa tiştên usa di Kitêba Pîrozda prînsîpeke ferz nivîsar e, ku gerekê hemû tişt bê nivîsarê û qulkirinê bona îzbat kirinê! Mesele, çaxê Yêremya erd kirî, ewî ew kirîn-firotan ber şeda ser du kaxaza nivîsî û ew kaxaz rind veşartin seva ku çaxê lazim be, ew derxe (Yêremya 32:9-12; usa jî binihêre Destpêbûn 23:16-20). Em jî gerekê usa bikin, ser kaxaz hemû tiştî hûr bi hûr binivîsin û ber şeda qol kin. Eva yeka nayê hesabê ku em aminiya xwe hev naynin. Lê dewsê ew yek alî me dike ku em hev fem kin, ji hev nexeyîdin û şer-dev nekeve orta me û ji hev neqetin. Hemû Mesîhî gerekê bîr nekin, wekî necayîz e ku bona xebatê edilayî û yektiya civatê ziyanê bistîne (1 Korintî 6:1-8). *

RAST Û DILPAK BE DI VÊ DINYAYÊDA

15. Xwedê ça dinihêre ser nerastiyê pirsên xebatêda û Mesîhî gerekê çi cûreyî bin hindava nerastiyê ku vê dinêda bela bûye?

15 Mesîhî gerekê rast û dilpak be ne tenê di civatêda. Pawlos nivîsî: “Em . . . dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbranî 13:18). Efrandarê me gelek dixwaze wekî em rast û dilpak bin aliyê xebatêda. Mesele, di Kitêba Metelokda çar cara tê kifşkirinê wekî çiqas ferz e ku mêzîn rast bin (Metelok 11:1; 20:10, 23). Berê bi mêzîna û bi kevirê mêzîna tiştên firotanê û pere dikişandin. Bal arşvêrşkirên ne dilpak hebû du cûre mêzîn û kevirê mêzîna seva qelpiyê bikin û bixapînin. * Yehowa tiştên usa nefret dike! Seva ku em bimînin nava hizkirina Xwedêda em gerekê rast û dilpak bin her cûre pirsên xebatêda.

16, 17. Roja îroyîn meriv çi cûre qelpiya dikin û Mesîhiyên rast çi qirar kirine?

16 Em ecêbmayî namînin ku der-dorê me pêda derew û xapandin heye, çimkî em zanin ku Şeytan Mîrê-cina serwêrtiyê li ser dinyayê dike. Lema jî em her roj dikarin bikevine cêribandinên usa ku nerastiyê bikin. Seva ku xebatekî bistînin, hine merv timê nerastiyê dibêjin derheqa xwendina xwe û zêde didine kifşê ku xebatêda cêribandî ne û derheqa tiştên mayîn nerast dibêjin. Usa jî kengê merî tije dikin blanka îmîgrasîonê, blanka heqdayînê û çaxê dixwazin alîkariya sotsîalî ji dewletê bistînin ewana elametiyên nerast didin. Gelek şagirtên mektebê dixapînin kengê têsta yan jî êgzamîna didin. Usa jî xwendkarê înstîtûtê gotarê kesekî din mesele, întêrnêtêda divînin û dibêjin ku yan çi ev ya wan e. Gelek meriv seva ku evî tiştî bistînin çi ku dixwazin, tiştekî didine xizmetkarên dewletê ça ruşet. Em bona vê yekê qe ecêbmayî namînin, çimkî Kitêba Pîrozda hatiye gotinê ku “Merivê bibine xwehiz, perehiz . . . neyarêd qencîyê” (2 Tîmotêyo 3:1-5).

17 Mesîhiyên rast qirar kirine tu car tiştên usa nekin. Ew yek hêsa nîne, çimkî usa tê kifşê ku merivê qelp û nerast bextewar in û pêşda diçin, ciyê bilind digirin vê dinêda (Zebûr 73:1-8). Diqewime ku Mesîhîyî aliyê hebûnêda zirarê kevin çimkî dixwazin “her tiştî” rast bikin. Lê hêja ye usa zirarê kevin? Bêşik hêja ye! Zanî çima? Çimkî meriyên rast wê gelek kerema bistînin.

RASTÎ Û DILPAKÎ ÇI KEREMA TÎNE

18. Çaxê navê meriva heye ku ew dilpak û bi îtbar e, çima ev yek zef tê qîmetkirinê?

18 Çaxê navê meriva heye ku ew dilpak û bi îtbar e, we yekê çêtir tiştek tune (Binihêre çargoşê “ Ez Çiqasî Rast û Dilpak im?”). Bide hesabê xwe, ku ji me her kes dikare navê usa qazanç ke! Çimkî ev yek girêdayî nîne feresetva, hebûnêva, reng rûyê merivava, cûrê qulixêva û tiştên mayînva. Îro hindik meriv dixebitin ku navê baş qazanç kin, lema jî merivê bi navê baş hindik in (Mîxa 7:2). Xêncî wê yekê tenê hinek meriv dilpakiyê qîmet dikin, ewana hela hê dikenin jî ser merivên dilpak. Lê hene merivên usa jî, yên ku qedirê merivên dilpak digirin û aminiya xwe wan tînin. Gelek Şedên Yehowa texmîn kirine ku dilpakiyê wanara kar aniye aliyê hebûnêda. Gelek car wana xebata xwe unda nekiriye, lê hevalxebatçiyê wane nedilpak wê demê xebata xwe unda kirine. Usa jî gelek ciya xebatçiyên dilpak dixwazin û Şedên Yehowa hildidin xebatê.

19. Rastî û dilpakî ça dikare hukum be ser heleqetiya me tevî Yehowa û îsafa me?

19 Rastî û dilpakî wê tera jî gelek kerema bîne. Mesele, îsafa te we temiz be. Pawlosê şandî nivîsiye: “Em eseyî zanin ku îsafa me rihet e” (Îbranî 13:18). Hê zêde, rastî û dilpakiya te, Xwedê eseyî texmîn dike. Çimkî bavê meyî ezmana merivên rast û dilpak hiz dike. (Bixûne Zebûr 15:1, 2; Metelok 22:1.) Belê, kerema lape mezin wê ew be ku hergê tu rast û dilpak bî tuyê nava hizkirina Xwedêda bimînî. Lê seva ku nava hizkirina Xwedêda bimînî, lazim e usa jî xebatçî bî û ji xebata xwe şabûnê bistînî. Vê pirsêda we alî me bike serê din.

^ abz. 9 Hergê Mesîhîra bûye xeyset timê derewa bike seva ku ziyanê bide kesekî ev yek dikare bibe menî, wekî ew ji aliyê civatê bê şîretkirin û rastkirinê. Lê hergê ew tobe nake, wî çaxî wî ji civatê derdixin.

^ abz. 14 Derheqa wê yekê ku çi gerekê bikin çaxê çetinayî hene pirsên xebatêda, binihêre Elametiyên Zêde bi navê “Ça Safî kin Wan Problêma, Çaxê ji bo Xebatê yan Şixulekî, Hev Fem Nakin”.

^ abz. 15 Arşvêrşkira kevirê mêzînê cûrek seva firotanê didane xebatê, cûrê din jî seva kirînê. Usa kirînêda jî, firotanêda jî kara wan hebû. Dibeke wana usa jî diguherîn dirêjayî yan jî giraniya çemilekî mêzînê, bi vî cûreyî wana meriv dixapandin.