Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 16

Miqabilî Şeytan û Hunurên Wî be

Miqabilî Şeytan û Hunurên Wî be

“Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve” (AQÛB 4:7).

1, 2. Nixumandin kêra şabûnê tîne?

HERGÊ tu zûdava Yehowara xizmet dikî, niha te gelek car ser civatên mezin gotarên bona nixumandinê bihîstiye. Çaxê yên ku li ser cêrga pêşin rûniştine, radibine piya, wekî caba xwe bidin li ser pirsên bona nixumandinê, şabûneke mezin dikeve dilê te. Wê demê temam çapika lêdixin û girme-girm odê dikeve. Çaxê divînî ku dîsa komek ji merivên qîmet, safî kirine wekî aliyê Xwedê bin, dibek çevên te jî tije hêsir dibin. Wan dema em şabûneke mezin distînin!

2 Em salê çend cara nixumandinê divînin, lê milyaket her tim divînin. Bide ber çevê xwe li ezmana şabûneke ça ne, çaxê ewana divînin ku her heftî bi hezara meriv li ser temamiya dinyayê dibin yek tevî teşkîleta Xwedê! (Lûqa 15:7, 10). Bêşik, milyaket pir şa dibin bona wê hevzêdebûnê! (Hagay 2:7) .

ŞEYTAN MÎRÊ-CINA “MÎNA ŞÊR MIRE-MIRA WÎ YE, DIGERE”

3. Çima Şeytan “ça şêr mire-mira wî ye, digere”, û ew çi dixwaze bike?

3 Hene kesên usa jî yên ku qayîm hêrs dikevin, çaxê divînin ku meriv têne nixumandinê. Ew hene Şeytan û cin. Ewana teyax nakin, çaxê divînin ku bi hezara meriv pişta xwe didine vê dinya xirabbûyî. Çimkî Şeytan elam kir, ku tu kes Yehowara ji hizkirinê xizmet nake û tu kes cêribandinên giranda wê wîra amin nemîne. (Bixûne Îbo 2:4, 5.) Çaxê kesek xwe tesmîlî Yehowa dike, ew îzbat dike ku Şeytan derewîn e. Ev yek bona Şeytan mîna sîlê ye, eva tê hesabê ku her heftî Şeytan bi hezara sîla distîne. Ecêbmayî nîne ku Şeytan “mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke!” (1Petrûs 5:8). Ew “şêr” dixwaze heleqetiya me tevî Yehowa biqetîne yan jî xirab ke (Zebûr 7:1, 2; 2 Tîmotêyo 3:12).

Her car, çaxê kesek xwe tesmîlî Xwedê dike û tê nixumandinê, îzbat dibe ku Şeytan derewîn e

4, 5. (a) Ça tê kifşê wekî Yehowa bi temamî azayî nedaye Şeytan? (b) Mesîhiyên rast çida bawer in?

4 Rast e dijminê me zef sert e, lê em gerekê ji wî netirsin. Çima? Çimkî Yehowa bi temamî azayî nedaye wî. Evê yekê em ji ku zanin? Ya pêşin, Yehowa pêşda got, ku “elaleteke . . . mezin” dêmek Mesîhiyên rast wê ji “tengasîya mezin” derbaz bin (Eyantî 7:9, 14). Em zanin ku pêxembertiyên Xwedê timê têne sêrî. Şeytan xwexa jî zane, ku nikare cimeta Xwedê pêda bixalifîne.

5 Ew yek ku Yehowa bi temamî azayî nedaye Şeytan, usa jî tê kifşê ji gotina xizmetkarekî Xwedêyî berê Azariya. Ewî Asaf padşara got: “Her ku hûn bi Xudanra bin, ew jî bi wera be”. (2 Dîrok 15:2; bixûne 1 Korintî 10:13.) Gelek meselên berê didine kifşê ku Şeytan tu car nikaribûye hûfî xwe ke wan xizmetkarên Xwedê, yên ku heleqetiya qewî tevî Yehowa xweyî kirine (Îbranî 11:4-40). Roja îroyîn ew Mesîhî, heleqetiya kîjanî ku tevî Yehowa qewî ye, dikare miqabilî Şeytan derê û wî alt ke. Xebera Xwedê me dide bawerkirinê: “Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve” (Aqûb 4:7).

“ŞERÊ ME . . . MIQABILÎ ORDÎYED RUHANÎYE XIRABE”

6. Şeytan ça şer dike tevî me her kesî?

6 Şeytan Mîrê-cina nikare şerê ruhanîda serkeve, lê me her kesî başqe-başqe dikare alt ke, hergê em hişyarbûna xwe xweyî nekin. Şeytan zane ku hergê ew bikaribe heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke, wê hêsa me alt ke. Lê ça ew dixwaze heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke? Bi alîkariya peyketina zulmî, û bi şerê pêşberî me her kesî, û usa jî bi fêlbaziyê û mixenetiyê. Were em ewan mêtodên Şeytan şirovekin.

7. Çima Şeytan bi zulmî pey xizmetkarên Yehowa dikeve?

7 Peyketina zulmî. Yûhennayê şandî nivîsiye: “Temamîya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). Ew gilî hemû Mesîhiyên rast hîn dike, wekî ewana fesal bin û haş ji xwe hebin. Çimkî Şeytan zeftî xwe kiriye temamiya dinya xirab, niha jî ewî hiş aqilê xwe daye ser xizmetkarên Yehowa, kîjan ku nakevine bin hukumê wî, û ew bi hêrs pey wan dikeve (Mîxa 4:1; Yûhenna 15:19; Eyantî 12:12, 17). Şeytan pir hêrs e, çimkî zane ku wedê wî hindik maye, û ew peyketina xwe hê qewî dike. Roja îroyîn Şeytan hê zêde qewatê xerc dike, wekî heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke.

8. Pawlos bi xebera “şer” çi dixwest bigota?

8 Şerê pêşberî me her kesî başqe-başqe. Pawlosê şandî temî da, ku xûşk û bira haş ji xwe hebin: “Şerê me . . . miqabilî ordîyêd ruhanîye xirabe li dîyarê ezmana ne” (Efesî 6:12). Xebera Yûnanî kîjan ku hatiye welgerandinê ça “şer”, tê hesabê şerê bi desta yan jî şerê orta du meriva. Pawlos dixwest kifş kira ku em her kes tevî kesên ruhaniye xirab di şerda nin. Firqî tune welatê meda belabûyî ye ev bawerbûn ku kesên ruhaniye xirab hene yanê na, em gerekê timê bîra xweda xweyî kin ku çaxê me xwe tesmîlî Yehowa kir, ça bêjî em derketine şêr tevî ruhên xirab. Her Mesîhîk hema wê demêda çaxê xwe tesmîlî Yehowa dike, eseyî dikeve nava wî şerî. Lema jî ecêbmayî nîne ku Pawlos Mesîhiyên ji Efesîra sê cara got, wekî “qewîn bisekinin” (Efesî 6:11, 13, 14).

9. (a) Çima Şeytan û cin telikên cûre-cûre didine xebatê? (b) Çima Şeytan dixebite ku me şaş ke, lê em ça dikarin miqabilî wî bin? (Binihêre çargoşa “ Fesal Be ji Mixenetiya Şeytan!”) (c) Derheqa kîjan telikê emê niha xeber din?

9 Fêlbazî û mixenetî. Pawlos Mesîhî hêlan kirin ku miqabilî “hunurêd” Şeytan bin (Efesî 6:11). Dîna xwe bide, Pawlos xebera “hunur” bi hesabê gelekanî da xebatê. Ji vir tê kifşê ku ruhên xirab gelek cûre telika didine xebatê û ne badîhewa. Hebûne Mesîhî ku cêribandinekêda qewî sekinîne, lê yeke dinda amin nemane. Lema jî Şeytan Mîrê-cina û cin pey me her kesî dinihêrin seva bivînin em çida sist in û ewê sistbûna me didine xebatê, wekî nêta xwe bînine sêrî. Lê baş e, wekî em ji Kitêba Pîroz haş pê hene ku Şeytan çi telika dide xebatê (2 Korintî 2:11). Vê kitêbêda me îda xeber daye derheqa çend telikên Şeytan, mesele, hebûna vê dinyayê, hevaltiya xirab û bênamûsî. Lê niha were em xeber din dîsa derheqa telikeke Şeytan, sêrbazî (spîrîtîzm).

SÊRBAZÎKIRIN, EW HEYE NEMAMÎ

10. (a) Çi tê hesabê sêrbazî? (b) Yehowa ça dinihêre ser sêrbaziyê, û tu ça dinihêrî ser wê yekê?

10 Merivên ku sêrbaziyêva mijûl dibe ew raste-rast tevî cina dikeve heleqetiyê. Gelek cûrên sêrbaziyê hene, mesele koçektî, felikvekirin, xeberdana tevî miriya û tiştên mayîn. Em rind zanin, wekî ev hemû tişt ber çevê Xwedê reş in (Qanûna Ducarî 18:10-12; Eyantî 21:8). Hergê tiştên heram ber çevê me jî reş bin, wê qet hişê mera jî derbaz nebe ku em tevî cina bikevine heleqetiyê (Romayî 12:9). Ne axir ji bo heleqetiya tevî cina, emê bibine nemamê mirdar hindava Xwedê.

11. Şeytan çima wê gelek şa be, hergê wîra bê standinê kesekî ji me bavêje telika sêrbaziyê? Bi meselê şiroveke.

11 Şeytan zane ku hergê Mesîhî sêrbaziyêva mijûl be, ewê bibe nemamekî mirdar ber çevê Yehowa. Lema jî Şeytan çiqas dikare, dixebite wekî em evê yekê bikin. Çaxê Şeytanra tê standinê ku kesekî bide şaşkirinê wekî sêrbaziyêva mijûl be, ew gelek şa dibe. Gelo çima? Were em meseleke usa bînin: hergê eskerek ordiya xwe bihêle û derbazî ordiya dijmina be, sereskerê ordiya dijmina wê gelek şa be. Dibek jî ev sereskerê ordiya dijmina wê hemû ciya elam ke derheqa kirê wî eskerê nemam, seva ku sereskerê ordiya din bêqedir ke. Bi wî cûreyî hergê Mesîhî sêrbaziyêva mijûl dibe, ew Yehowa dihêle û xwexa xwe dide destê Şeytan Mîrê-cina. Hingê mecala Şeytan wê hebe ku ber hemûya Yehowa bêqedir ke. Bide ber çevê xwe Şeytan çiqas wê şa be. Gelo kesek ji me wê bixwaze usa Şeytan şa ke? Hilbet, na. Em tu car naxwazin bibine nemamê Yehowa.

ŞEYTAN PIRSA PÊŞDA TÎNE KU ŞIKÊ BIÇÎNE

12. Şeytan kîjan mêtoda dide xebatê, seva ku ser fikirên me bona sêrbaziyê, hukum ke?

12 Şeytan tu car nikare me bike nava sêrbaziyê, çimkî ev yek ber çevê me reş e. Lema ew fem dike ku lazim e nihêrandina me biguhêze. Ew hemû mêtoda dide xebatê seva ku Mesîhiya şaş ke, wekî ewana bibine mîna wan meriya “yên ku ji xerabra dibêjin qenc, ji qencra dibêjin xerab” (Îşaya 5:20). Seva ku bigihîje wê nêtê, ew mêtodeke cêribandî dide xebatê: pirsa pêşda tîne wekî, şikê biçîne.

13. Şeytan ça pirsa pêşda tîne, ku şikê biçîne?

13 Niha em binihêrin hela Şeytan ew mêtod berê ça dida xebatê. Di baxçê Adenêda ewî ji Hêwayê pirsî: “Rastî Xwedê gotîye wekî ji hemû darêd baxçe gerekê nexwin?” Wedê Îboda, çaxê li ezmana milyaket tevayî top bûn, Şeytan pirs pêşda anî: “Ma Eyûb li cîhê vala ji Xwedê ditirse?” Lê wedê destpêbûna xizmeta Îsaye li ser erdê Şeytan Îsa cêriband: “Heger tu Kurê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan”. Bide hesabê xwe, ku Şeytan îzin da xwe, ku bikene ser wan giliya kîjan ku weke şeş heftî pêşda Yehowa xwexa got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me” (Destpêbûn 3:1, PKM; Îbo 1:9; Metta 3:17; 4:3).

14. (a) Şeytan ça şikê diçine hindava sêrbaziyê? (b) Niha emê derheqa çi xeber din?

14 Roja îroyîn Şeytan dîsa evê mêtodê dide xebatê. Yazix, wîra hate standinê ku hişê hine Mesîhiyada şikê biçîne. Ewana dudilî bûn wê yekêda, ku hine cûre sêrbazî bi rastî ziyanê tînin. Em dikarin bêjin ku hişê wanda fikirê usa derbaz dibe: “Gelo bi rastî sêrbazî ziyanê tîne?” (2 Korintî 11:3). Lê ça em dikarin alî van Mesîhiya bikin wekî ewana nihêrandina xwe biguhêzin? Û çi em dikarin bikin wekî em nekevine wê telika Şeytan? Seva ku caba van pirsa bidin, were em xeber din derheqa du derecê emir, kîderêda ku hene hine cûrên sêrbaziyê yên ku Şeytan bi mixenetiyê daye xebatê. Ev hene wedederbazkirin û xemkirin bona sihet-qewatê.

ŞEYTAN SEVA KARA XWE DIDE XEBATÊ XWASTIN Û HEVCETIYÊN ME

15. (a) Di welatên roavayêda meriv ser sêrbaziyê ça dinihêrin? (b) Ça aqilsiviktiya vê dinyayê derheqa sêrbaziyê, ser hine Mesîhiya hukum bûye?

15 Di welatên roavayêda meriv çiqas diçe sivik dinihêrin li ser koçektiyê, felikvekirinê, û cûrên sêrbaziyêye mayîn. Di sînemada, kitêbada, bernamên têlêvîziyonada û lîstikên komputerêda wan tişta nîşan dikin ça tiştên bêziyan û bona hewasê. Ji wan hine sînem û kitêb usa zef hukum bûne ser hine meriva, ku wana komên sêrbaziyê vekirine. Bi rastî cinara hate standinê meriva bidine bawerkirinê wekî sêrbazî ziyan nîne. Gelo nihêrandina usa derheqa sêrbaziyê, li ser Mesîhiya hukum bûye yan na? Ser nihêrandina hineka hukum bûye. Çi cûreyî? Mesele, Mesîhîk paşî nihêrandina sînemeke usa nêta kîjanî ku ser hîmê sêrbaziyê bû, got: “Min sêrbazî nekiriye, min tenê vê sînemê nihêrî”. Fikirên usa çima ziyan in?

16. Çima ziyan e wedederbazkirina usa, yê ku sêrbaziyêva girêdayî ye?

16 Rast e firqî heye orta sêrbazîdîtinê û pêvamijûlbûnêda, lê ev nayê hesabê ku sêrbaziyê binihêrin, ziyanê nayîne. Çima? Bifikire derheqa vê yekê: Ji Xebera Xwedê tê kifşê, wekî ne Şeytan, ne jî cinên wî nikarin fikirên me bixûnin.  * Lema jî, ça îda hate gotinê, ruhên xirab, seva ku bizanibin em derheqa çi difikirin û sistbûna me çida ne, ewana pey me dinihêrin, hela em çi şixula dikin û kîjan wedederbazkirina dijbêrin. Çaxê ji rabûn-rûniştandina mesîhî tê kifşê, ku wî xweş tê sînem yan jî kitêbên usa kîjanada sêrbaziyê didine kifşê, eva yeka cinara dibe nîşan. Dêmek, ew Mesîhî cinara nîşan dike ku sistbûna wî çida ne, û cin jî evê sistbûnê didine xebatê, wekî ça bêjî wî erdê xin. Usa qewimiye, wekî ew Mesîhiyên ku sêrbaziyê nihêrîne, axiriyêda pêva mijûl bûne jî. (Bixûne Galatî 6:7.)

Çaxê tu nexweş î, alîkariyê ji Xwedê bixwaze

17. Şeytan ça dikare bide xebatê dereca wî, kî ku nexweş e?

17 Şeytan Mîrê-cina seva nêtên xwe bîne sêrî, dide xebatê ne tenê xwestina meye wedederbazkirinê, lê usa jî hewcetiya me bona xemkirina sihet-qewatê. Çi cûreyî? Mesîhî kîjan ku giran nexweş dikeve, û hergê cûre-cûre qenckirina dicêribîne û qenc nabe, dikare baweriya xwe unda ke (Marqos 5:25, 26). Şeytan û cinên wî dikarin evê yekê bidin xebatê. Nêta wan ev e ku bikine ser Mesîhiyê bêbawer, wekî ew guh nede evê temiya Yehowa û bicêribîne ku xwe bi qewata cina û sêrbaziyê qenc ke, kîjan ku gele ziyan in (Îşaya 1:13). Hergê nexweş evê gavê bike, wê heleqetiya xwe tevî Yehowa xirab ke. Were em pêbihesin çi cûreyî?

18. Mesîhî gerekê xwe ji kîjan mêtodên qenckirinê dûr bigire, û çima?

18 Yehowa wan Îsraêliyara kîjan ku qewata cina yan jî sêrbazî qebûl dikirin, got: “Û dema hûn destên xwe vekin, ezê çavên xwe ji we veşêrim; dema hûn zahf duayan bikin jî ezê guhdarî nekim” (Îşaya 1:15). Hilbet, em dixwazin dûr bin ji wan hemû tişta çi ku wê nehêlin ku Xwedê duayê me bibihê, û me ji komekdariya Yehowa biqetînin, îlahî çaxê em nexweş in (Zebûr 41:3). Lema jî, mesîhiyê rast wê xwe dûr bigire ji wan protsêdûrê dîagnosî yan jî mêtodên qenckirinê, yên ku sêrbaziyêva girêdayî ne (Metta 6:13). * Û hingê ev dikare bawer be, ku Yehowa wê alî wî bike (Binihêre çargoşe “ Bi Rastî Ew Sêrbazî Ye?”.

ÇAXÊ ZEF TÊ GILÎKIRINÊ DERHEQA CINA

19. (a) Şeytan dixwaze ku meriv çi bawer bikin? (b) Mesîhiyên rast gerekê xwe ji kîjan gilîkirina dûr bigirin?

19 Di welatên Roavayêda meriv bawer nakin ku hukumê Şeytan ziyandar e. Lê welatên mayînda meriv qayîm ji Şeytan ditirsin. Çimkî Şeytan ewana dane bawerkirinê, wekî yan çi hukumê wî pir zef e. Ji jîyîna wan meriya tê kifşê, ku ewana ji ruhên xirab ditirsin. Mesele ji xebatê, nanxwarinê û razanê. Di wan welatada gelek belabûyî ye gilîkirin derheqa cina. Derheqa wan usa gilî dikin ku meriv bi hewas guh didinê. Lê cayîz e, ku em jî bikevine nava xeberdana usa? Na, xizmetkarên Xwedêyê rast xwe ji vê yekê dûr digirin, bona du meniya.

20. Mesîhî ça dikare bê hemdê xwe xwestina Şeytan bîne sêrî û wî bi pesina eyan ke?

20 Ya ewlin, gilîkirin derheqa kirên cina, ew kara Şeytan e. Di Kitêba Pîrozda tê kifşkirinê, wekî Şeytan dikare tiştên zor bike. Lê Kitêba Pîroz usa jî dide kifşê, wekî Şeytan “nîşan û keremetên derew” dike (2 Têsalonîkî 2:9, 10). Çimkî Şeytan derewkirinêda hosta ye, lema jî ew dikare usa hukum be ser hişê wan meriva kîjanara ku sêrbazî hewas e, ku ewana derewa bawer bikin. Merivên usa, dikarin bi dilê xweyî sax bawer bikin, ku bi rastî tiştek dîtine yan jî bihîstine, û evê yekê gilî kin. Paşê, ewan giliya devê hev direvînin û hêdî-hêdî tevî wede gilî ser wan giliyada zêde dibin. Hergê mesîhî wan giliya bela ke, bi rastî wê xwestina Şeytan “bavê derewa” bîne sêrî, û bi wê yekê Şeytan wê bê rûmetkirinê (Yûhenna 8:44; 2 Tîmotêyo 2:16).

21. Xeberdana me gerekê derheqa çi be?

21 Ya duda, hergê Mesîhî pêşda ruhên xirabva tevgirêdayî bû, necayîz e wekî ew timê derheqa vê yekê gilî ke. Çima? Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî em “dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkêşî û Kamilkirê bawerîya me” (Îbranî 12:2). Em gerekê hiş û aqilê xwe bidine ser Îsa, ne ku ser Şeytan. Bide hesabê xwe Îsa derheqa Şeytan gelek zanibû ku ew çi dikare bike û çi destê wîva nayê. Lê çaxê ew li ser erdê bû, ewî şagirtên xwera derheqa ruhên xirab gilî nedikir. Dewsê Îsa hiş aqilê xwe dabû ser mizgîniya bona Padşatiyê. Bi vî cûreyî, em jî gerekê çev bidine Îsa û şandiya û xeberdana me tenê derheqa “kirêd Xwedêye mezin” be (Karên Şandiya 2:11; Lûqa 8:1; Romayî 1:11, 12).

22. Em ça dikarin usa bikin ku ser ezmana şabûn hebe?

22 Bi rastî Şeytan dixebite ku bi cûre-cûre mixenetî, telika û bi sêrbaziyê heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke. Hergê em xirabiyê nefret kin û bi dil qenciyê bikin, Şeytan wê nikaribe me bike telika sêrbaziyê. (Bixûne Efesî 4:27.) Bide hesabê xwe, li ser ezmana wê şabûneke ça be, çaxê em berdewam kin “miqabilî hunurên Şeytan Mîrêcin bisekinin” heta ku ew bê kutakirinê (Lûqa 15:7; Efesî 6:11).

^ abz. 16 Ji sernavê Şeytan (Yê Miqabil, Buxdanbêj, Xapînok, Dicêribîne, Derewîn nayê kifşê ku ew dikare dil û fikirên me bixûne. Lê ser Yehowa tê gotinê, ku ew “dila pak [enene DT ] dike”, ser Îsa jî tê gotinê ku ew “dil û nêta enene dike” (Metelok 17:3; Eyantî 2:23).

^ abz. 18 Elametiyên zêde dikarî binihêrî di “Birca Qerewiliyê” da s.1994, 15 Kanûna pêşin, rûpêl 19-22, û “Hişyar Bin” sala 2001, 8 Çile, rûpêl 26-27.