Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 17

“Xwe li ser Baweriya Xwe ya Herî Pîroz Ava Bikin”

“Xwe li ser Baweriya Xwe ya Herî Pîroz Ava Bikin”

“Xwe li ser baweriya xwe ya herî pîroz ava bikin . . . Xwe di hezkirina Xwedê de bigirin” (CIHÛDA 20, 21, ÎM).

1, 2. Em çi gerekê ava kin û qewî kin û çima?

EM GIŞK jî dixwazin sihet-qewat û qewî bin. Seva em sihet-qewat bin mera lazim e xwarina baş bixwin, sportêva mijûl bin, bedena xwey qewî kin. Ewê yekê em gerekê timê bikin. Bona wê yekê, lazim e qewatê xerc kin. Rast e ew yek ne hêsa ye, lê çimkî wê yekêva jîyîna me û axiriya me girêdayî ye, lema jî em gerekê terk nedin bedena xwe qewî kin. Dîsa tiştek heye ku hêja ye wekî em miqat bin û dîna xwe bidinê. Warê em pêbihesin ka ew çi ye.

2 Çaxê Cihûda hêlan da Mesîhiya wekî “xwe di hizkirina Xwedêda bigirin”, ewî usa jî kifş kir ku evê yekê ça bikin: “Xwe li ser baweriya xwe ya herî pîroz ava bikin” (Cihûda 20, 21, ÎM). Tu ça dikarî xwe û baweriya xwe ava kî, dêmek qewî kî, seva ku xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kî? Niha emê binihêrin sê tişta derheqa qewîbûna teye ruhanî.

BAWERIYA XWE QEWÎ KE HINDAWA QANÛNÊN YEHOWAYE RAST

3. Şeytan çida dixwaze me bixapîne?

3 Berî ewlin, mera lazim e baweriya xwe qewî kin hindava qanûnên Xwedê. Bi hînbûna vê kitêbê tu pêhesiyayî derheqa gelek dewakirinên Yehowa, bona rabûn-rûniştandina me. Tu ça dinihêrî ser wan dewakirinên Yehowa? Şeytan dixwaze te bixapîne, wekî tu bifikirî ku prînsîp, qanûn û normên Yehowa sert û giran in. Şeytan evê mêtodê ji baxçê Adenêda heta niha dide xebatê û wîra tê standin (Destpêbûn 3:1-6). Gelo ew wê bikaribe te jî bixapîne? Ev yek teva girêdayî ye.

4, 5. Em gerekê ça bin hindava qanûnên Xwedê û em çi gerekê fem kin û qebûl kin? Bi meselê şiroveke.

4 Bide ber çevê xwe, tu baxçekî bedewda digerî û nişkêva çevê tê diçe ser baxçekî din. Ew baxçe zef bedew e, û tu dixwazî herî wî baxçeyî. Lê divînî wekî ew bi sûreke bilind sûrkirî ye. Pêşiyê te xaş nayê, te tirê ew sûr nahêle tu aza bî. Lê paşê tu texmîn dikî ku wê derê şêrekî xof heye, kîjan ku hêsa dikare te bixwe. Hingê tu fem dikî ku ew sûr te xwey dike. Di jîyîna meda şêrekî hê xof heye. Xebera Xwedê me şîret dike: “Serwaxt bin, hişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 Petrûs 5:8).

5 Belê, Şeytan mîna terewilekî xof e. Lê Yehowa naxwaze wekî Şeytan me hûfî xwe ke. Lema jî ewî qanûn dane, kîjan ku mîna sûrê, me ji telikên Şeytan xwey dikin (Efesî 6:11). Her car, çaxê em difikirin ser qanûnên Xwedê, em gerekê fem bikin û qebûl kin, ku Xwedê ji hizkirinê qanûn dane me. Usa emê bi şabûn wan qanûna bidine xebatê û ew qanûn wê me biparêzin. Aqûb nivîsî: “Ewê ku çevê xwe ji qanûna kamile ku aza dike nabire û nava wêda dimîne, . . . ew wan kirinêd xweda xwezilî ye” (Aqûb 1:25).

6. Seva ku baweriya me hindava qanûnên Xwedê qewî be, em çi gerekê bikin? Meselê bîne.

6 Seva ku baweriya me hindava bîlaniya Xwedê û qanûnên wî qewî be, em gerekê wan qanûna biqedînin. Mesele, yek ji wan qanûna heye “qanûna Mesîh”. Biqedînin “qanûna Mesîh” ev tê hesabê, ku hemû temiyên Îsa meriya hîn kin (Galatî 6:2; Metta 28:19, 20). Em usa jî gerekê biqedînin temiya Xwedê, ku gerekê timê li ser civata tevayî top bin, wekî hevdu bişidînin (Îbranî 10:24, 25). Dîsa qanûneke Xwedê ew e, ku em gerekê wîra timê bi dil dua bikin (Metta 6:5-8; 1 Têsalonîkî 5:17). Çaxê em wan qanûna diqedînin, em fem dikin ku Xwedê ew qanûn ji hizkirinê dane me. Çaxê em bi wan qanûna dijîn, em bextewariya usa distînin, ku di wê dinyayêda tu cîkî nikarin bistînin. Çaxê em difikirin li ser wê yekê ku qanûnên Xwedê çiqas kêrhatî ne, baweriya me hindava qanûnên wî hê qewî dibe.

7, 8. Xebera Xwedê ça dide bawerkirinê wan meriva, yên ku difikirin wekî qanûnê Xwedê çetin in, û ditirsin ku wê nikaribin temamiya jîyîna xweda biqedînin?

7 Hine meriv difikirin wekî wanara wê gelek çetin be qanûnê Xwedê temamiya jîyîna xweda xwey kin. Ewana ditirsin ku bal wana ew yek wê neyê standinê. Hergê ev tirs cem te jî heye, lazim e bînî bîra xwe evan giliya: “Xudan, Xwedayê te, yê ku tiştê qenc fêrî te kiriye, di rêya ku tuyê bimeşe de te ajotiye ez im. Xwezîka te emirên min baş guhdarî bikirana! Dê wê gava selameta te mîna çem û baweriya te mîna lehiyên behrê bibûna” (Îşaya 48:17, 18). Hela bifikire ev rêz me çida dide bawerkirinê?

8 Di van rêzada Xwedê me dide bawerkirinê, ku hergê em qanûnên wî biqedînin, emê kerema bistînin. Ya ewlin, edilaya me wê mîna çem dirêj û bêsekinandin be. Ya duda, rastiya me wê mîna pêlên berê be. Çaxê ber devê berê disekinî û dinihêrî ça pêlên berê yek pey yekê tên, tu fem dikî ku ev yek ne wedelû ye, pêlên berê wê timê jî hebin. Yehowa me dide bawerkirinê, wekî rastiya me, dêmek qirarkirina me ku hemû tiştî rast bikin, wê usa hertim be. Hergê em timê Yehowara amin bimînin, ewê tu car me nahêle. (Bixûne Zebûr 55:22.) Gelo eva soza baweriya te hindava Yehowa û qanûnên wîye rast, qewî nake?

“LEZKEVIN BERBI GIHÎŞTÎBÛNÊ”

9, 10. (a) Çima baş e ku Mesîhî nêtê bide pêşiya xwe, wekî bibe gihîştî? (b) Fikirandina ser tiştên ruhanî ça şabûnê tîne?

9 Derheqa wê yekê ku dîsa çi cûreyî em dikarin ruhanîda qewî bin, tê kifşê ji van giliya: “Bêne ser hînbûna gihîştî” (Îbranî 6:1). Wê baş be ku her Mesîhî nêtê bide pêşiya xwe ku bibe gihîştî. Rast e em îro nikarin bibine kamil, lê em dikarin bibine gihîştî. Çiqas hê zêde Mesîhî dibe gihîştî, haqas hê zêde şabûnê divîne di xizmeta xweda.

10 Mesîhiyê gihîştî, ew heye merivê ruhanî. Ew ser hemû tiştî bi nihêrandina Yehowa dinihêre (Yûhenna 4:23). Pawlos nivîsiye: “Yêd ku li gora binyata merivayê dijîn, ew ser tiştêd binyata merivayê difikirin, lê yêd li gora Ruh dijîn ew ser tiştêd Ruh difikirin” (Romayî 8:5). Kî ku difikire ser tiştên binyata merivayî, ew şabûnê nastîne, çimkî xwehiz e, dûrdîtî nîne û hiş aqilê wî ser hebûkê ye. Lê merivê ku difikire ser tiştên ruhanî, şa ye, çimkî ew xizmet dike “Xwedêyê xwezilî” Yehowara (1 Tîmotêyo 1:11). Merivê ruhanî cêribandinada jî şabûna xwe unda nake, çimkî ew dixwaze dilê Yehowa şa ke. Cêribandinada, wîra mecal çêdibe ku ew dilê bavê xweyî ezmana şa ke û îzbat ke wekî Şeytan derewîn e. (Metelok 27:11; bixûne Aqûb 1:2, 3.)

11, 12. (a) Pawlos çi gotiye derheqa “têgihîştina” Mesîhiya û çi tê hesabê ew xebera ku hatiye welgerandinê ça “hînkirin”? (b) Bedenêra çi hînbûn lazim e seva ku ew bibe gihîştî û guhdar?

11 Seva ku ruhanîda gihîştî bin lazim e qewatê xerc kin. Were em bifikirin ser rêzeke usa: “Xwarina giran ji bo yên gihîştî ye. Têgihîştina wan bi karanînê hatiye perwerdekirin [hînkirin], da ku qencî û xerabiyê ji hev derxin” (Îbranî 5:14, ÎM). Çaxê Pawlos derheqa “hînkirina” têgihîştinê got, ewî da xebatê xebera Yûnanî kîjan ku qirna 1 D.M. di Yûnanistanêda diha zef nava sportsmênada dihate xebatê. Ewê xeberê dikarin aha jî welgerînin “hînbûna mîna gîmnast”. Were niha em binihêrin ka çi dikeve nava wê hînbûnê.

Hostatiya gîmnast ji wê yekê ye, ku ew sportêva timê mijûl dibe

12 Çaxê em hatin bûyînê, bedena me nehînkirî bû. Mesele, zara tezebûyî nikare dest û nigê xwe rast bide xebatê. Ew destê xwe dibe-tîne û cara usa serçevê xwe dixe, ku xwexa ecêbmayî dimîne. Lê hêdî-hêdî zar hîn dibe bedena xwe bide xebatê. Pêşiyê ew çelepiya diçe, paşê rê diçe û paşê jî direve. Lê derheqa gîmnast em çi dikarin bêjin? Çaxê tu divînî ça gîmnast hewêda dizvire, û hemû tiştî usa rast, bi  hostatî dike, te tirê bedena wî mîna mêxanîzmekê ye. Hostatiya usa xwexa pêşda nayê. Ew ji wê yekê ye, ku gelek wede sportêva mijûl dibin. Lê ça ku Kitêba Pîroz dibêje, “hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê”. Diha kêrhatî ye, ku têgihîştina xweye ruhanî hîn kin (1 Tîmotêyo 4:8).

13. Em ça dikarin têgihîştina xwe hîn kin?

13 Di wê Kitêbêda me gelek tişt şirovekir, kîjan ku wê alî te bikin wekî têgihîştina xwe hîn kî, û bi wê yekê tê bibî merivekî ruhanî û Xwedêra amin. Çaxê tu jîyîna xweyî her rojîda tiştekî safî dikî, dua ke û bifikire ser prînsîp û qanûnen Xwedê. Her gav pirsê bide xwe: “Kîjan qanûn yan jî prînsîpên Kitêba Pîroz bona vê pirsêva girêdayî ne? Wan prînsîpa ça dikarim bidime xebatê? Kîjan safîkirin wê Bavê minî ezmana bide şakirinê?” (Bixûne Metelok 3:5, 6; Aqûb 1:5.) Hergê bi wî cûreyî safîkirina bikî, tuyê têgihîştina xwe hîn kî. Hînkirina usa wê alî te bike, ku bi rastî jî ruhîanîda qewî bî û bibî merivekî gihîştî.

14. Çi em gerekê zef bixwazin, seva ku ruhanîda mezin bin, û çi gerekê bîr nekin?

14 Merivê gihîştîra jî lazim e hertim ruhanîda hê mezin be. Lê mezinbûn girêdayî ye xwarinêva. Lema jî Pawlos kifş kir: “Xwarina giran ji bo yên gihîştî ye”. Seva ku baweriyê qewî kin, ya lape ferz ev e ku timê xwarina ruhaniye giran bixwin. Çaxê tu tiştekî hîn dibî û evê rast bidî xebatê, li ser vê yekê dibêjin zaniyarî. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê ku zaniyarî “gava pêşîn e”. Lema jî lazim e em evê rastiya qîmet, yê ku Bavê meyî ezmana dide me, zef bixwazin bistînin (Metelok 4:5-7; 1 Petrûs 2:2). Em gerekê bîr nekin ku zanebûna mezin û bîlaniya ji Xwedê, gerekê nebe menî ku xwerazî û qure bin. Gerekê em timê miqatî xwe bin wekî qurebûn yan jî sistbûneke din bal me pêşda neyê. Pawlos nivîsî: “Hûn dilê xwe bicêribînin û dîna xwe bidinê, ka hûn nava bawerîyêda ne? Xwe enene kin” (2 Korintî 13:5).

15. Çima seva ku ruhanîda mezin bin, lazim e hizkirin?

15 Meriv dikare sihet-qewat be hergê berdewam ke timê pey sihet-qewata xwe binihêre. Lê çi lazim e seva bibine gihîştî û ruhaniya xwe xwey kin? Berî ewlin lazim e hizkirin. Mera lazim e berdewam kin zêde kin hizkirina xwe hindava Yehowa û xûşk-bira. Hergê hizkirina me tune be, wekî usa ne hemû zandariya me û şixulê me bêkêr in, ça dengekî vala (1 Korintî 13:1-3). Bi saya hizkirinê emê bibine Mesîhiyên gihîştî û hê zêde ruhanîda mezin bin.

RIND XWEY KE WÊ BAWERIYÊ KU YEHOWA DIDE

16. Şeytan çi cûreyî dixwaze ser fikirên me hukum ke, lê Yehowa çi mecal daye me, seva ku xwe xwey kin?

16 Were em binihêrin ça em dikarin dîsa bi cûrekî mayîn jî, ruhanîda qewî bin. Seva ku em rast û bi dil pêgeha Îsada herin, lazim e miqatî fikirên xwe bin. Şeytan, mîrê vê dinyayê, meriva hêlan dike, wekî nerast bifikirin, seva ku dest xwe berdin, bêbaweriyê bin û aminiya xwe kesekî neynin (Efesî 2:2). Fikirên usa bona Mesîhiya haqas ziyandar in, çiqas ku darên riziyayî bona avakirina malê. Lê baş e ku Yehowa mecaleke qewî daye me, wekî em bikaribin xwe xwey kin. Ev heye bawerî.

17. Di Kitêba Pîrozda ça tê kifşê ku bawerî ferz e?

17 Di Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê derheqa cûre-cûre çekên ruhanî, kîjan ku mera lazim in seva ku em miqabilî Şeytan û vê dinyayê herin. Yek ji wan çekên ferz, ev heye kumzirih yan jî bawerî ku xilaz bin (1 Têsalonîkî 5:8). Berê esker zanibû, wekî şerda bê kumzirih ew wê ziyana giran bistîne. Ew kumzirih, kumekî ji hesin bû û binîva jî çerm bû. Çaxê derb serê esker diket, bi saya wî kumzirihî esker ziyana giran nedistand. Usa jî em dikarin bêjin derheqa baweriyê, ew xwey dike hiş û fikirê me.

18, 19. Îsa çi mesele mera hîşt û ça em dikarin çev bidine wî?

18 Îsa mesela lape baş hîşt seva wê yekê, ku em ça baweriyê xwey kin. Em bînin bîra xwe, ku ewî wedê jîyîna xweyî li ser erdê, şeva xilaziye çi çetinayî derbaz kir. Hevalekî wîyî nêzîk ew peretî firot. Yekî din, ew înkar kir, got ez wî nas nakim. Yên mayîn jî Îsa hîştin û revîn. Bineliyên welatê wî jî miqabilî wî derketin û dewa kirin wekî eskerên Romayî wî biçerçirînin û bikujin. Îsa jîyîna xweda cêribandinên usa dît, ku em bawer nakin wekî kesek ji me cêribandinên usa bivîne. Lê çi alî wî kir, wekî ewî ber haqas tişt teyax kir? Di Îbranî 12:2-da tê gotinê: “Bona wê şabûna pêşîya xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hesab nekir, paşê kêleka Xwedêye rastê ser text rûnişt”. Îsa timê bîra xweda xwey dikir “şabûna pêşîya xwe”.

19 Kîjan şabûn pêşiya Îsa bû? Ewî zanibû ku hergê ew heta xilaziyê teyax ke, wê navê Xwedê pîroz ke û wê bibe îzbatkirineke mezin ku Şeytan derewîn e. Tu baweriya din wê Îsa hê zêde şa nekira. Ewî usa jî zanibû ku Xwedê wê bi merdanî wî xelat ke bona aminiya wî û wekî wedekî kinda, wê dîsa bal Bavê xwe be. Ev şabûn û bawerî timê bîra Îsada bû îlahî çaxê ew çetinayada bû. Wê yekêda em gerekê çev bidine wî. Şabûneke mezin li axiriyê hîviya me ye. Yehowa qedrekî mezin daye me û em dikarin navê wî pîroz kin. Em usa jî dikarin îzbat kin, ku Şeytan derewîn e. Ya pêşin, em gerekê Yehowa qebûl kin ça serwêrê xwe. Usa jî çaxê em wedê cêribandina û çetinaya xwe nava hizkirina Bavê xweyî ezmanada xwey dikin.

20. Çi wê alî te bike wekî nihêrandina te rast be û wekî baweriya xwe xwey kî?

20 Yehowa ne ku tenê dikare, lê usa jî dixwaze xizmetkarên xweye amin xelat ke. (Îşaya 30:18; bixûne Malaxî 3:10.) Ew şa dibe çaxê xwestinên wane rast tîne sêrî (Zebûr 37:4). Lema jî ew tiştên ku hîviya te ne, bira timê ber çevê te bin. Tu car nehêle ku nihêrandina dinya Şeytane xirab û bênamûs li ser te hukum be. Hergê tu texmîn dikî, wekî ew nihêrandin dikeve hiş û dilê te, bi dil Yehowara dua bike wekî ew “edilayîya . . . ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” bide te. Hingê ew edilaya ku Xwedê dide, wê hiş û dilê te xwey ke (Fîlîpî 4:6, 7).

21, 22. (a) Elaleteke mezin ser çi bawer in? (b) Wê baweriyêda çi diha zef te xweş tê û te çi qirar kiriye?

21 Hela bifikire, li axiriyê çiqas tiştên baş hîviya te ne! Hergê tu ji elaleteke mezin î û tuyê “tengasîya mezinra” derbaz bî, bifikire ku zûtirekê jîyîna te wê çiqas baş be (Eyantî 7:9, 14). Şeytan û cinên wî îda wê nikaribin ser te hukum bin. Hingê meriv wê hêsabûneke ça bistînin, evê yekê em nikarin heta xilaziyê fem kin, çimkî dinya timê bin hukumê Şeytanda bûye. Emê şabûneke çiqas mezin bistînin çaxê bi serwêrtiya Îsa û 144 000 hevalserwêrên wî, erdê bikine cinet. Usa jî çaxê hemû nexweşî bêne hildanê û em merivên xweye mirî, sax bivînin ev yek jî şabûna bêhesab wê mera bîne. Lê çaxê em bigihîjne kamilbûnê, ev wê xelateke mezin be, çimkî emê “tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Romayî 8:21).

22 Yehowa dixwaze wekî tu azayîke usa bistînî kîjan ku niha em nikarin bidine ber çevê xwe, ku ew wê çawa be. Evê azayê tu dikarî bistînî tenê bi saya guhdarîbûnê. Gelo bona vê azayê hêja nîne qewatê xerc kin, çawa niha tu xerc dikî seva ku her roj gura Yehowa bikî? Lema jî berdewam ke xwe li ser baweriya xweye here pîroz ava bike, seva ku heta-hetayê xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kî!