Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 10

“Va me Ez! Min Bişîne”

“Va me Ez! Min Bişîne”

(Îşaya 6:8, DT)

1. Îro merî zulmê dikin,

Navê Yahowa reş dikin.

Gotina wan “Ew bê rem e”,

Bêfem tirê “Xwedê tune”.

Kî wê navê wî rûmet ke?

Kî wê pesinê Xwedê bide?

“Va ez! Bavo, min bişîne.

Bi dil û eşq pîroz kim te.

(Lêwegerandin)

Ev qedrekî gelek mezin e.

Va me ez! Min bişîne.”

2. Merî Xwedê qet natirsin,

“Xwedê zor nîne” dibêjin.

Hinek pûta dihebînin,

Gumana xwe Qeyser tînin.

Lê kî wanara wê bêje,

“Roja Axretê nêzîk e”?

“Va ez! Bavo, min bişîne.

Wekî wanara eyan be.

(Lêwegerandin)

Ev qedrekî gelek mezin e.

Va me ez! Min bişîne.”

3. Meriyêd milûk diçerçirin,

Çimkî zulmî zêde dibin.

Rastiyê ew timê digerin,

Wekî tev Xwedê nêzîk bin.

Lê kî ber dilê wanda bê,

Wana bîne ser riya rastiyê?

“Va ez! Bavo min bişîne.

Ku yê helal sag bimîne.

(LÊWEGERANDİN)

Ev qedrekî gelek mezin e.

Va me ez! Min bişîne.”

(Binihêre usa jî Zeb. 10:4; Hezql. 9:4.)