Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 14

Her Tiştî Nû Çêdikim

Her Tiştî Nû Çêdikim

(Eyantî 21:1-5)

1. Ji kirêd dinyayê, mera kifş dibe

Ku Îsa Mesîh padşatiyê dike.

Li ezman ewî şer kir û şer bir,

Û ser erdê jî wê hukum bike.

(Lêwegerandin)

Şa bin! Xwedê tevî me ye,

Û nav meda cîwar bûye.

Ne şîn, ne girî wê tune be,

Hêsir û mirin wê kuta ke.

“Tiştêd nû çêkim” Xwedê dibêje,

Sozê wî amin, rast e.

2. Bira Orşelîma nû gişk bibînin,

Ew çawa bûka berx bedew kirin.

Bi kevirê biha xemilandî ye,

Û şemala wê ji Yahowa ye.

(Lêwegerandin)

Şa bin! Xwedê tevî me ye,

Û nav meda cîwar bûye.

Ne şîn, ne girî wê tune be,

Hêsir û mirin wê kuta ke.

“Tiştêd nû çêkim” Xwedê dibêje,

Sozê wî amin, rast e.

3. Ew şeher seva her kesa şabûn e,

Şev û roj derê wê vekirî ne.

Hemûyê bibînin ronaya te,

Wekî bibiriqin pê şewqa te.

(LÊWEGERANDİN)

Şa bin! Xwedê tevî me ye,

Û nav meda cîwar bûye.

Ne şîn, ne girî wê tune be,

Hêsir û mirin wê kuta ke.

“Tiştêd nû çêkim” Xwedê dibêje,

Sozê wî amin, rast e.

(Binihêre usa jî Met. 16:3; Eyan. 12:7-9; 21:23-25.)