Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 21

Xwezî li Dilrema!

Xwezî li Dilrema!

((Metta 5:7)

1. Yêd dilrem in, bextewar in,

Ber Xwedê gele qîmet in.

Û dibêjin hemûyara,

Xwedê hez dike dilrema.

Ewî dilremî nîşan kir,

Çaxê Kurê xwe qurban kir.

Himberî milûka rem e,

Em sist in ew me fem dike.

2. Kî dilrem e mîna Xwedê,

Wê bistîne baxşandinê.

Îsa ku cimet xilaz kir,

Xwe tesmîlî Yahowa kir.

Milûk nav temamiya dinê

Bela dikin vê mizgîniyê.

Hemûyara ew dibêjin,

“Padşatî hatiye hûn şa bin”.

3. Xwedê ku dîwanê bike,

Milûka wê xilaz bike.

Wê rema wî ew bibînin,

Yêd ku mîna wî dilrem bin.

Hûn tengasiyê teyax bikin,

Hunurêd baş hûn nîşan kin.

Mîna Îsa û Xwedê bin,

Her tim dilremtiyê eyan kin.

(Binihêre usa jî Lûqa 6:36; Rom. 12:8; Aqûb 2:13.)