Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 22

“Yahowa Şivanê Min e”

“Yahowa Şivanê Min e”

(Zebûr 23, DT)

1. Yahowa tu şivanê min î

Ji çi ezê bitirsim?

Tu pezêd xwe rind diçêrînî,

Qet yek nayê bîrkirin.

Min ser avêd edil dibî,

Nefsa nûyejiyîn dikî.

Tu şîretê xwe timê didî,

Û riya rastra min dibî.

Tu şîretê xwe timê didî,

Û riya rastra min dibî.

2. Heger teriyêda ez herim,

Ji tiştekî natirsim.

Çimkî tev min e şivanê min,

Ew xwey dike min her tim.

Sifrê li ber min datîne,

Kasa min ew dadigire.

Hezkirina wî pir mezin e,

Mala wîda bimînim.

Hezkirina wî pir mezin e,

Mala wîda bimînim.

3. Şivanê min zef bîlan e,

Pesnê wî bi dil didim.

Ezê bona hezkirina wî,

Pezêd wîra tim bêjim.

Û giliyê wî bînim sêrî,

Xwe li riya rast bigirim.

Qulixkirina xweye her roj,

Ez bi dil qîmet dikim.

Qulixkirina xweye her roj,

Ez bi dil qîmet dikim.

(Binihêre usa jî Zeb. 28:9; 80:1.)