Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 26

Bigere Tev Yahowa!

Bigere Tev Yahowa!

(Mîxa 6:8)

1. Timê gura Xwedê bike,

Qenciyê tu hez bike.

Her gav aminiyê xwey bike,

Ewê te qewat ke.

Timê nava rastiyêda be,

Tu car tu nexape.

Destê Xwedê tu bigire,

Xwedê ye Bavê te.

2. Tevî Xwedê tu bigere,

Û ber wî temiz be.

Ruhanîda pêşda here,

Keremê bistîne.

Bona tiştêd temiz û baş,

Timê dişirmîş be.

Tu tengasî û xemêd xwe,

Tesmîlî Xwedê ke.

3. Tevî Xwedê tu bigere,

Her gav baweriyêda.

Kerema Xwedê bistîne,

Bijî şabûnêda.

Xwedêra bi dil qulix ke,

Timê hurmet ke wî.

Şixulê padşatiyê bike,

Timê bextewar bî.

(Binihêre usa jî Destp. 5:24; 6:9; Fîlî. 4:8; 1 Tîmt. 6:6-8.)