Kilam 2
Ji Te Razî ne Yahowa
(1 Têsalonîkî 5:18)
1. Razî ne Yahowa, her roj û her şev.
Tu şîretêd xwe dikî ber bi çev.
Razî ne wekî duayê me se dikî,
Hemû êşê-dil tu rind fem dikî.
2. Razî ne, ku te kurê xwe berva da,
Ewî dinê kire bin destê xwe.
Tu me hîn dikî û alî me dikî,
Wekî sozê xwe em bînin sêrî.
3. Razî ne, ku em dikarin hîn bikin,
Bona rastiyêd te şedetiyê bidin.
Razî ne wekî kul-derda xilaz kî.
Me heta-heta bextewar bikî.
(Binihêre usa jî Zeb. 50:14; 95:2; 147:7; Kols. 3:15.)