Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 31

Em Şedêd Yahowa ne!

Em Şedêd Yahowa ne!

(Îşaya 43:10-12)

1. Merî pûta çêdikin,

Xudanê rast nizanin.

Xwedayê me Himzor,

Gelek qewat e.

Xudanêd wan nikarin

Bona axiriyê xeberdin.

Badîhewa ser wan guman in.

Pût wê wana xilaz ne kin

(Lêwegerandin)

Em Şedêd Yahowa ne,

Mêrxasî heye bal me

Hemû sozêd, ku ewî daye,

Wê ese biqedîne.

2. Bi şixul em nîşan kin,

Ku Xwedê hurmet dikin.

Bona padşatiya wî,

Were gilî kin.

Hemû bibihên rastiyê

Azabûna ji Xwedê.

Ruhanîda ku pêşda herin,

Were Xwedê em rûmet kin.

(Lêwegerandin)

Em Şedêd Yahowa ne,

Mêrxasî heye bal me

Hemû sozêd, ku ewî daye,

Wê ese biqedîne.

3. Em bi qulixkirinê,

Bilind kin navê Xwedê.

Bona roja Xwedê,

Gişkara bêjin.

Yêd ku wê tobe bikin,

Baxşandinê bistînin.

Çaxê ewan yeka dibêjin,

Dilê meriya em şa dikin.

(LÊWEGERANDİN)

Em Şedêd Yahowa ne,

Mêrxasî heye bal me

Hemû sozêd, ku ewî daye,

Wê ese biqedîne.

(Binihêre usa jî Îşa. 37:19; 55:11; Hezql. 3:19.)