Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 34

Em bijîn anegorî wî navê ku li ser me ye

Em bijîn anegorî wî navê ku li ser me ye

(Îşaya 43:10-12)

1. Yaһowa Xwedê Bavê li ezmana,

Tu yî һezkirin û serwêrê me.

Tu bîlanî, û һeqiya te mezin e,

Emrê һeta-һetayê didî me.

Ji kela dilê xwe em qulix dikin,

Bona padşatiyê timê dibêjin.

(LÊWEGERANDIN)

Qedrê mezin e ku bûne şedêd te,

Emê bijîn һêjayî wî navî.

2. Qulixkirina me yektiyê çêdike,

Bi һezkirinê me dişidîne.

Qirara te emê meriya һîn bikin,

Bi dil û can emê te rûmet kin.

Me nas dikin pê navê te, Bavê me,

Em şa ne wekî dannasîn dikin.

(LÊWEGERANDIN)

Qedrê mezin e ku bûne şedêd te,

Emê bijîn һêjayî wî navî.

(Biniһêre usa jî Qan.Dcr. 32:4; Zeb. 43:3; Dan. 2:20, 21.)