Kilam 42
Komekê Bidine yêd Sist
(Karêd Şandiya 20:35)
1. Em gişk neqedandî ne,
Ev yek eyan e.
Lê Xwedê me hez dike,
Bo me xem dike.
Yahowa dilrem e,
Û pir dilovan e.
Em nîşan kin hezkirin,
Wanra kî sist e.
2. “Kê sist e pêra sist im”,
Pawlos dibêje.
Îsa xûna xwe rêtiye,
Û em kirîne.
Kî ku sist e, wana
Xwedê qewî dike.
Emê jî wan fem bikin,
Alî wan bikin.
3. Em wana sûcdar nakin,
Bo wan xem dikin.
Hêlana hûn bidine wan,
Qenciyê nîşan kin.
Bi giliya dil bidin,
Dilê wan bikirin.
Emê alî wan bikin,
Ku ew hêsa bin.
(Binihêre usa jî 2 Korn. 11:29; Îşa. 35:3, 4; Galt. 6:2.)