Kilam 39
Edilayî nav Meda Heye
1. Pesina bidne Yahowa,
Xwedayê yektiyê.
Ewê kuta ke şera,
Bîne edilayiyê.
Kurê wî bibe Padşa,
Wê rast hukum ke.
Wê serfiniyaz be şerda,
Û dijmin alt ke.
2. Pê ziman dilê meriya,
Birîndar nekin.
Şûr û mertala daynin,
Dezgeha çêkin.
Em bibaxşînine hev,
Edilayiyê xwey kin.
Em gişk berxêd Îsa ne,
Mîna wî bikin.
3. Berê ruh nav meda be,
Edilayêda bin.
Seva zênê bistînin,
Emê dua kin.
Emê gişka şîret kin,
Bêne nav rastiyê.
Padşatî wê ser erdê,
Bîne edilayiyê.
(Binihêre usa jî Zeb. 46:9; Îşa. 2:4; Aqûb 3:17, 18.)