Kilam 44
Em Eşq û Şa Tevî Nandirûnê bin
1. Dijîn em rojê nandirûnê,
Hurmeta mezin e ev yek.
Nandirûnê milyaket wa dikin,
Em jî tevî wan bibine yek.
Îsa bona me mesele ye,
Pêşya me diçe diçîne.
Were em jî tev wî bixebitin,
Û berêd mezin biçinin.
2. Em Xwedê û meriya hez dikin,
Lema gavê xwe lez dixin.
Zef lazim û ferz e karêd me,
Em xilazbûnê distînin.
Em tevî Xwedê şixulkar bin,
Wê şabûnê zeftir tune.
Şuxulê padşatiyêda qewî bin,
Kerema mezin wê hebe.
(Binihêre usa jî Met. 24:13; 1 Korn. 3:9; 2 Tîmt. 4:2.)