Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilama 47

Em Mizgîniya Xêrê Bela kin

Em Mizgîniya Xêrê Bela kin

(Eyantî 14:6, 7)

1. Rastiya Padşatiya Yahowa veşartî bû,

Lê îro me hemûşkara eşkere bû.

Yahowa ku rem e û pir dilovan e,

Nêt danî bona baxişandina gunê me.

Kurê xwe şand, merema xwe biqedîne,

Wededa padşatiyê evê nêtê pêk bîne.

Xwedê kurê xwera bûk îda bijartiye,

Awa keriyê biçûk Xwedê rûmet dikin.

2. Mizgînî gerekê her ciyada bela be,

Yahowa wê wextda ese xwe eyan ke.

Milyaket alî me dikin dannasîn kin,

Ew şa dibin ku hemû ciya em dibêjin.

Bona me îro qedrekî pir mezin e,

Pîroz kin û hurmet-rûmet kin Xwedayê me.

Em şa dibin hildin ser xwe evî navî,

Û dannasîn kin derheqa Padşatiya wî.

(Binihêre usa jî Marq. 4:11; Kar.Şand. 5:31; 1 Korn. 2:1, 7.)