Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 49

Yahowa Sitara Me ye

Yahowa Sitara Me ye

(Zebûr 91)

1. Yahowa tu sitar î,

Em te bawer dikin.

Bin siya xwe tu me xwey ke,

Emê hîviya te bin.

Xwedayê meyî pir qewat,

Ser te em timê guman in.

Yahowa birca me yî,

Meriyêd rast bal te sitar bin

2. Dijmin wê bi hezara,

Ber me wê bikevin.

Xwedê bo me xem bike,

Sitar mera çar bin.

Tirsa emê nelerizin,

Çi jî bibe em natirsin.

Ev yek emê bibînin,

Heger bin perê Xwedê bin.

3. Yahowa wê te xwey ke,

Telik ji te dûr be.

Tê tu car dilteng nebî,

Tera guman hebe.

Mirîniya şêr tê netirsî,

Hela mer jî tê pêpes kî.

Yahowa Xweyê me yî,

Ça zinar î tu seva me.

(Binihêre usa jî Zeb. 97:10; 121:3, 5; Îşa. 52:12.)