Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 50

Mesela Hezkirina Xwedê

Mesela Hezkirina Xwedê

(1 Yûhenna 4:19)

1. Îro serwaxtî û rastiyê dide me

Yahowa,

Bavê me.

Hezkirinêda ewî mesele da,

Ku em hîn bin,

Û nekevin.

Pey Xwedê herin mera zef hewas e,

Ev rêke qenc e, mera gelek kar e,

Ew me dike yek, ev rêke edil e.

Hezkirin e,

Ew hezkirin e.

2. Hindava xûşk-bira were em nîşan kin

Hezkirin,

Helalyê.

Emê hazir bin ku alî hev bikin,

Bi dil û can,

Ça dostêd wan.

Hezkirin dike ku hev bibaxşînin,

Alî me dike ku em dilovan bin.

Çev bidin Xwedê, û hevra nîşan kin,

Ku hez dikin,

Hev qîmet dikin.

3. Ji hezkirinê emê qulix bikin,

Roj bi roj,

Şev û roj.

Em bi dil û şa amin û helal bin,

Bavê ezman,

Em rûmet kin.

Bona navê wî gişkara gilî kin,

Rastiya wî zelal bira ew bibînin.

Qîmet e mera wîra qulix bikin,

Hezkirin e,

Ew hezkirin e.

(Binihêre usa jî Rom. 12:10; Efes. 4:3; 2 Pet. 1:7.)