Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 52

Dilê Xwe Xwey ke

Dilê Xwe Xwey ke

(Metelok 4:23)

1. Dilê xwe û emir xwey ke,

Ji gune bireve.

Yahowa dila dixûne,

Zane çi têda ne.

Dil bê guman e û sist e,

Ew dikare şaş be.

Tu dilê xwe rêberî ke,

Û rastiyêda xwey ke.

2. Tu dilê xwe rind hazir ke,

Û bi dil dua ke.

Bêje ku tu zef razî yî,

Ser Xwedê guman be.

Çi ku Yahowa hîn dike,

Tu usa jî bike.

Û dilê xwe tu temiz ke,

Dilê Xwedê şa ke.

3. Tu dilê xwe ji xirabiyê

Xwey ke û temiz ke.

Bihêle ku giliyê Xwedê

Dilê teda şîn be.

Xwedê yê helal hez dike,

Vê yekê bîr neke.

Bi dilê xwe Xwedê hez ke,

Jêra dostiyê bike.

(Binihêre usa jî Zeb. 34:1; Fîlî. 4:8; 1 Pet. 3:4.)