Kilam 25
Wê Me Nas kin bi Hezkirinê
1. Gura Xwedê em gere bikin,
Û pey gavêd Îsa herin.
Ev e qanûna lape mezin,
Xûşk-birêd xwe hûn hez bikin.
Kurê xwe da, Yahowa Xwedê,
Hezkirina xwe da kifşê.
Emê timê çev bidine Mesîh,
Îzbat kin ku diçin pey wî.
2. Hezkirin jî alî me dike,
Çaxê sist in qayîm dike.
Biratiya xwera em borcdar in,
Hezkirina xwe nîşan kin.
Nav temamiya dinyayê tune,
Dostêd usa ça birêd me.
Bira me nas bikin bi wê yekê,
Ku kifş dikin hezkirinê.
(Binihêre usa jî Rom. 13:8; 1 Korn. 13:8; Aqûb 2:8; 1 Yûhn. 4:10, 11.)