Here Naverokê

Here naverokê

Çima Pêwiste ku Mirov ji Pirtûka Pîroz Lêkolînê Bike?

Çima Pêwiste ku Mirov ji Pirtûka Pîroz Lêkolînê Bike?

Gelo derbarê Pirtûka Pîroz de çiqas zanyariya te heye? Ev berhema bêhempa di tevahiya dîrokê de, ji hemû pirtûkên din zêdetir hatiye belavkirin. Peyama wê ji bo her cûreyê mirovan, çavkaniya hêvî û xemrevînê ye û şîrêtên wê di jiyana rojane de bikêr in. Lê dîsa jî, gelek mirov derbarê Pirtûka Pîroz de xwediyê kêm agahiyan in. Oldarbî yan jî na, dibe ku te jî ev pirtûk mereq kiribe. Ev weşan ji bo ku derbarê Pirtûka Pîroz de zanyariyeke bingehîn bide we, hatiye amadekirin.

BERIYA ku hûn Pirtûka Pîroz bigirin destê xwe û dest bi xwendinê bikin, qenctir e ku hûn derbarê wê de, çend tiştan bizanin. Pirtûka Pîroz a ku wekî Tewrat, Zebûr û Încîl jî tê nasîn, bi tevahî ji 66 Nivîsaran pêk tê, ew ji 1. Mûsa dest pê dike û bi Peyxamê bidawî dibe.

Gelo Pirtûka Pîroz berhema kê ye? Ev mijareke ku pirr hatiye mereqkirin e. Nivîsarên Pirtûka Pîroz, di pêvejoya 1600-salan de, ji aliyê 40 kesan ve hatine nivîsîn. Lê di vir de tiştê ku balkêş e, van kesan negotiye ku nivîskarê Pirtûka Pîroz em bi xwe ne. Ji yên ku ev Nivîsar nivîsîne, yekî weha nivîsiye: “Her Nivîsê ku [îlhama] Xwedê ye” (2. Tîmotêyos 3:16). Dîsa yekî din jî weha gotiye: “Ruhê XUDAN, bi navgîniya min ... got û gotina wî, li ser zimanê min bû” (2. Samûyêl 23:2). Lewre yên ku Pirtûka Pîroz nivîsîne, diyar kirine ku ew berhema Yahowa Xweda ye, ango ya, Yê ku desthilatdarê tevahiya gerdûnê ye. Wan di vê pirtûkê de daxwazên Xweda ragihandine û daxwaza Xweda jî ew e, ku mirov nêzîkî wî bin.

Ji bo ku hûn bikarin ji Pirtûka Pîroz qenctir fêm bikin, şerteke din heye. Hemû Nivîsarên ku Pirtûka Pîroz pêk tînin, xwediyê mijareke taybet in. Xweda mafdar e ku li ser tevahiya mirovan desthilatdar be û rêveberiya Padîşahiya ku wî li ezmanan damezrandiye, wê vê yekê ispat bike. Emê di rûpelên ku wê bên de, bibînin ku ev mijar di Pirtûka Pîroz de ji 1. Mûsa heta Peyxamê çawa hatiye ragihandin.

Niha em van tiştan ji bîr nekin û dest bi têgihîştina peyama Pirtûka Pîroz a ku di tevahiya cîhanê de, herî navdar e bikin.