Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çira Lazim e Kitêba Pîroz Lêkolîn Bikî?

Çira Lazim e Kitêba Pîroz Lêkolîn Bikî?

Zanî, terîxiya dinyayêda tune bûye kitêbeke usa belabûyî ça Kitêba Pîroz? Ev kitêbeke mexsûs e. Çimkî meriyên ji hemû mileta çaxê vê kitêbê dixûnin dilbîniyê û gumanê distînin, usa jî ewana şîretên kêrhatî seva emirê xweyî her rojî divînin. Lê îro hene merivên usa jî, yên ku derheqa Kitêba Pîroz qe tiştekî nizanin. Firqî tune hûn xwedênas in yan na, dibek hûn jî dixwazin pêbihesin derheqa vê kitêbê. Eva broşûra îlahî seva wê yekê hate hazirkirinê, wekî alî we bike Kitêba Pîroz hê rind nas kin.

PÊŞIYA wê yekê ku Kitêba Pîroz hildin destê xwe û destpêkin bixûnin, gelek ferz e hine tişta pêbihesin derheqa vê kitêbê. Kitêba Pîroz usa jî eyan e ça Nivîsarên Pîroz, Tewrat, Zebûr û Încîl. Temamiya Kitêba Pîroz bi 66 kitêba, yan para hatiye topkirinê. Kitêba pêşin Destpêbûn e, lê kitêba xilaziyê Eyantî, yan jî Apokalîpsîs e.

Lê kî ye avtorê Kitêba Pîroz? Ev pirseke gelek hewas e. Kitêba Pîroz nav 1 600 sala zêdetir bi destê 40 pêxembera hatiye nivîsarê. Wan pêxembera xwe hesab nedikirin ça avtorê Kitêba Pîroz. Ji van pêxembera yekî, gotiye: “Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16). Yekî din jî nivîsiye: “Ruhê Xudan [Yehowa, DT], bi . . . minva got û gotina wî, li ser zimanê min bû” (2 Samûyêl 23:2). Bi vê yekê nivîskarên Kitêba Pîroz nîşan dikirin, ku qebûl dikin wekî Avtorê vê kitêbê Yehowa Xwedê ye, Serwêrê temamiya dinyayê. Wana eyan kir ku Xwedê dixwaze nêzîkî meriya be.

Çi dîsa lazim e bizanibin derheqa Kitêba Pîroz? Temamiya Kitêba Pîrozda têmek derbaz dibe, îzbatkirina îzina Xwedê serwêrtiyê li ser meriya bike, bi saya Padşatiya wîye ezmana. Ser rûpêlên mayîn hûnê bivînin, ku çawa ev têma ji Destpêbûnê heta Eyantî şirovedibe.

Were em pêbihesin ku kitêbeke lape navdar dinyayêda, dêmek Kitêba Pîroz, çi gilî dike.

a Vê broşûrêda nivîsarên kin, yên usa ça “D.M.”, tê hesabê “Dewrana Me”, lê “B.D.M.” tê hesabê “Berî Dewrana Me”. Evan nivîsarên kin tuyê bivînî xilaziya her rûpêlekê, kîderê ku wede kifşkirî ye.