Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 1

Afirandêr Bihiştekî Dide Mirov

Afirandêr Bihiştekî Dide Mirov

Xweda gerdûnê û jiyana li ser rûyê erdê diafirîne; ew zilam û jineke bêkêmahî diafirîne, wan li baxçeyeke qenc bicîh dike û fermanên, ku divê guh bidinê, ji wan re dide.

JI tevahiya bêjeyên destpêkê yên ku heta îro hatine nivîsîn a herî navdar ev e: “Di destpêkê de Xwedê ezman û erd afirandin” (1. Mûsa 1:1). Pirtûka Pîroz bi vê hevoka ku kurt, lê bibandor e, me bi Sernivîskarê Nivîsarên Pirtûka Pîroz dide nasîn û ew Xwedayê karîndarê her tiştî Yahowa ye. Ev ayeta yekemîn a Pirtûka Pîroz nîşan dide ku Xweda hem afirandêrê rojgera ku em tê de dijîn e û hem jî, yê tevahiya gerdûna madî ye. Lê ayetên piştî wê jî, radigihînin ku Xweda di pêvejoya demên ku di wateya mecazî de, jê re “roj” tên gotin de, çawa rûyê erdê amade kiriye û hemû mûcîzeyên xwezayî çawa afirandine.

Di cîhanê de ji tevahiya berhemên Xweda yê herî mezin, mirov bû. Mirov di sûretê Yahowa Xweda de, hatibû afirandin û dikaribû taybetmendiyên wî yên wekî hezkirin û şehrezayî pêk bîne. Xweda mirov ji axa erdê afirand. Wî ev mirovê ku paşê navê wî Adem danî, di bihiştekî ango Baxçeyê Adenê de, bicîh kir. Xweda ew baxçe bi xwe damezrandibû û hundirê wî bi darên, ku fêkiyên qenc didin ve tije kiribû.

Xweda paşê dît ku hewcedariya mirov bi hevalekî heye. Wî ji parsûyeke Adem jinek çêkir û ji bo ku bibe hevsera wî, jê re anî, paşê jî navê wê Hewa lê kir. Wê çaxê ji devê Ademê ku bi şahiyê ve coşiya bû, ev gotin herikîbûn: “A vay, ev hestî, ji hestiyê min hatiye standin û goştê ku ji goştê min ... hatiye standin ev e.” Xweda jî weha gotibû: “Bo vê sedemê, wê zilam dayik û bavê xwe ber de û bi jina xwe ve bê girêdan û her du jî bibin yek bedenek” (1. Mûsa 2:22-24; 3:20).

Xweda ji Adem û Hewayê re du ferman dabûn. Ji wan a yekemîn ew bû ku divê wan rûyê erdê yê ku mala wan bû, geş bikira û lê xwedî derketana, paşê jî di demên ku wê bihata de ew bi dûndana xwe tije bikirana. Fermana duyemîn jî ew bû ku divê wan di vî baxçeyê mezin de, bi tenê ji fêkiyên yek darekî ya bi navê “Dara zanîna qencî û xerabiyê” nexwarana (1. Mûsa 2:17). Heger wan ev ferman binpê bikira ewê bimirana. Xweda bi van herdu fermanan ji zilam û jina pêşî re derfeta, ku nîşan bidin wî li ser xwe wekî desthilatdar dipijirînin, da. Herweha wan bi guhdayîna van fermanan dikaribûn hezkirin û spasdariya xwe ya ji Xweda re ispat bikira. Ji bo wan her sedemeke ku rêveberiya Xweda ya qenc qebûl bikin, hebû. Ew bêkêmahî bûn û tu kêmasiyeke wan tunebû. Pirtûka Pîroz weha dibêje: “Û Xwedê her tiştê ku afirand dît û a vay, zehf qenc bû” (1. Mûsa 1:31).

Ji 1. Mûsa beşên 1 û 2.