Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 5

Xweda Birahîm û Malbata Wî Berdar Dike

Xweda Birahîm û Malbata Wî Berdar Dike

Neviyên Birahîm digihêjin rihetiye. Xweda li welatê Misrê Ûsiv diparêze.

YAHOWA Xweda dizanibû ku xoşewîstê wî yê yekane, rojekê wê cefayê bikişîne û bimire. Gotinên pêxamberîtiyê yên ku di 1. Mûsa 3:15-an de, hatibûn nivîsîn, behsa vê rastiyê dikirin. Gelo Xweda dikaribû bi mirovahiyê bide zanîn, ku ev mirin ji bo wî çiqas hêja ye? Di Pirtûka Pîroz de derbarê vê yekê de, gelek mînakên ku pêk hatine, dikarin bêne dîtin. Xweda ji Birahîm xwestibû ku ew lawê xwe Îshaq ê hezkirî bike gorî.

Baweriya Birahîm zehf mezin bû. Wek ku tê zanîn, Xweda ji wî re ragihandibû ku Rizgarkareke Sozdayî wê ji dûndana wî ango ji Îshaq bihata. Birahîm bi baweriya ku heger pêwîst be, Xweda dikare Îshaq ji mirinê vejîne, bi ya Xweda kir û çû, da ku lawê xwe jê re bike gorî. Lê milyaketê ku ji aliyê Xweda ve hatibû şandin, tam di dema rast de xwe gihandê û nehişt ku Birahîm vê yekê bike. Xweda gava dît ku Birahîm amade ye, hezkiriyê xwe yê herî hêja jê re pêşkêş dike, pesnê wî da û soza ku dabû vî zilamê dilsoz, dubare kir.

Paşê du lawên Îshaq çêbûn, navê yekî Esaw û yê din jî Aqûb bû. Aqûb ji ber ku ji Esaw baqiltir bû û tiştên rûhî tim girîngtir didîtin, hat xelatkirin. Xweda navê Aqûb guhert û kir Îsraêl û 12 lawên Îsraêl bûn serokên qebîleyên lawên Îsraêl. Lê gelo ev malbat çawa bû neteweyeke mezin?

Her tiştî bi çavnebariya, ku lawên Aqûb ên din li birayê xwe yê biçûk Ûsiv kirin, dest pê kir. Wan ew bi koletî firot û Ûsiv bi vî awayî çû welatê Misrê. Lê Xweda alîkariya vî ciwanê dilsoz û wêrek kir. Ûsiv ligel ku gelek zahmetî dîtin jî, di dawiyê de ji Firewnê ku li ser Misrê desthilatdar bû, eleqeyeke taybet dît û jê re rayedariyeke pirr mezin hat dayîn. Ev yek tam di dema rast de çêbû, ji ber ku Aqûb ji ber birçîtiyê hin lawên xwe şandibûn Misrê, da ku xwarinê bikirin û wê çaxê Ûsiv jî, li wir berpirsyarê tevahiya karên xwarinê bû. Ûsiv gava birayên xwe yên poşmanbûyî dîtin, piştî derbasbûyîna axavtineke bi xemgînî ya bi wan re, li wan bihûrî û ji bo ku tevahiya malbata wan bê li Misrê cîhwar be, amadekariyeke mezin kir. Wî ew li wir cîhwar kirin û herêmeke pirr qenc da wan, da ku li ser van axan di nava aştiyê de bibin neteweyeke mezin. Ûsiv fêm kiribû ku Xweda ev bûyer hemû ji bo pêkanîna sozên ku dabûn, qewimandibûn.

Aqûbê kokim çû welatê Misrê û jiyana xwe ya mayî, li cem malbata xwe ya her ku diçû mezin dibû, domand. Wî li ser dewşega mirinê pêşgotinî kir û got ku Nîjada Sozdayî ango Yê Rizgarkar, wê ji dûndana lawê wî yê bi navê Cihûda rabe û bibe padîşaheke zehf hêzdar. Piştî gelek salan Ûsiv jî beriya ku bimire, pêxamberîtî kir û ragihand ku Xweda wê rojekê malbata Aqûb, ji Misrê derxe.

Ji 1. Mûsa beşên 20 heta 50 û Îbranî 11:17-22.