Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 7

Xweda Lawên Îsraêl Rizgar Dike

Xweda Lawên Îsraêl Rizgar Dike

Yahowa Xweda belayan tîne serê Misrê. Mûsa pêxamber lawên Îsraêl ji wî welatî derdixe. Xweda bi navgîniya Mûsa pêxamber Yasayê dide lawên Îsraêl.

LAWÊN Îsraêl gelek salan li welatê Misrê di nav aştiyê de jiyan û hijmara wan zêde bû. Lê paşê Firewneke nû li ser welêt bû desthilatdar. Wî Ûsiv nas nedikir. Vî desthilatdarê bêdilovanî û zordar gava dît lawên Îsraêl di warê nifûsê de her ku diçe zêde dibin, ji tirsan fermanek derxist ku tevahiya derguşên wan ên law di Çemê Nîl de bêne xeniqandin. Lê ji wan jineke wêrek derguşa xwe ya law, di hundirê zembîlekî de di nav qamişan de veşart û parast. Paşê keça Firewn derguş dît, navê wî Mûsa lê kir û ew di mala padîşah de mezin kir.

Mûsa di 40 saliya xwe de gava hewl da ku ji lawên Îsraêl koleyekî ji destê karmendekî Misrê rizgar bike, serê wî ket belayê. Ew paşê reviya welatekî dûr û li wir jiyaneke sirgun jiya. Dema ku temena Mûsa bû 80, Yahowa Xweda ew dîsa şand Misrê, da ku derkeve hizûra Firewn û jê re bêje, gelê Xweda serbest berde.

Firewn ev yek bi tûndî red kir. Li ser vê yekê Xweda deh bela anîn serê Misrê. Mûsa gelek caran derket hizûra Firewn û jê re derfeta ku ew xwe ji belayên piştî wan biparêze da. Lê Firewn tim bi awayeke serhişk ji Mûsa û Xwedayê wî Yahowa re meydan xwest. Paşê belaya dawîn bandora xwe li tevahiya zarokên Misrê yên nixûrî kir; bi tenê zarokên malbatên ku bi ya Yahowa Xweda kiribûn û çarçoveya deriyên xwe yên der ve bi xwîna berxa ku kiribûn gorî îşaret kiribûn, tu ziyanek nedît. Milyaketê Xweda yê ku bo tunekirina nixûriyan hatibû, bi ser xaniyên van malbatan re bihûrî. Lawên Îsraêl paşê dest pê kirin ev rizgarbûyîna xwe ya bi awayeke mûcîzeyî, wekî Cejna Fishê bi nav kir û bo bîranînê hersal pêk anîn.

Firewnê ku lawê xwe yê nixûrî jî ji dest dabû, ji Mûsa pêxamber û lawên Îsraêl re ferman da ku ji Misrê derkevin. Wan jî hema bo koçeke bi hev re dest bi amadekariyê kirin. Lê Firewn paşê fikrê xwe guhert. Ew bi gelek leşkerên şervan û erebeyên şer ve li pey wan çû. Wê çaxê lawên Îsraêl di rewşeke ku li kêleka Deryaya Sor ketibûn kemînê de bûn. Lê Yahowa Xweda derya bi du parçeyan qelişand û lawên Îsraêl di nava du dîwarên ku ji avê pêk hatibûn de, bi ser axên ziwa re dan derbaskirin! Gava yên Misirî li pey wan gihîştin ser axên binê deryayê, Xweda ava deryayê bi xûşiniyeke pirr mezin, bi ser wan de berda û Firewn bi tevahiya artêşa xwe ve di avê de xeniqî.

Paşê wexta ku lawên Îsraêl konên xwe li cem Çiyayê Sînayê vegirtin, Yahowa Xweda bi wan re peymanek girêda. Wî bi navgîniya Mûsa pêxamber ji wan re, Yasayên ku di hemû qadên jiyanê de wan biparêzin û rêberiyê bikin, dan. Heta ku ew bi dilsozî li gor rêveberiya Xweda bimeşiyana, Yahowa bi xwe wê bi vî neteweyî re bibûya û bi vî awayî ewê di nav neteweyên din de, bibûna bereketek.

Lê ligel vê yekê pirraniya lawên Îsraêl baweriya xwe bi Xweda neanî û ew êşand. Ji ber vê yekê Yahowa Xweda ev nîfş 40 salan li çolê da gerandin. Mûsa pêxamber peywir da zilameke rast, ê ku jê re Yêşû dihat gotin, da ku ew piştî wî ji gelê Îsraêl re rêberiyê bike. Di dawiyê de, lawên Îsraêl amade bûn da ku bikevin welatê ku Xweda ji Birahîm re soz dabû.

Ji 2. Mûsa; 3. Mûsa; 4. Mûsa; 5. Mûsa; Zebûr 136:10-15; Karên Şandiyan 7:17-36.