Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 9

Lawên Îsraêl Padîşahekî Dixwazin

Lawên Îsraêl Padîşahekî Dixwazin

Padîşahê yekemîn ê Îsraêl, Şawûl guh nade Xweda. Piştî wî Dawid li ser textê padîşahiyê rûdine û Xweda bi wî re, ji bo padîşahiyeke ku wê her û her bidome, peymanê girê dide.

PIŞTÎ serdema Şimşon, Samûêl li welatê ­Îsraêl wekî pêxamber û dadger xizmet kir. Wê çaxê lawên Îsraêl dixwestin ku wekî neteweyên din, li ser wan jî mirovek padîşahiyê bike û wan ev yek tim ji Samûêl re digot. Ew jî dihat vê wateyê ku ew, Yahowa Xweda naxwazin. Lê dîsa jî Yahowa ji Samûêl re ferman da ku daxwaza neteweyê pêk bîne. Xweda zilameke dilnizm ê bi navê Şawûl (ku wekî Talût jî tê nasîn) wekî padîşah hilbijart. Lê padîşah Şawûl di pêvejoya demên bihûrî de, bû miroveke qûre û guhnedar. Li ser vê yekê Yahowa ew red kir û ji Samûêl re got ku ew peywira padîşahiyê bide yekî din, ew jî xortekî ku jê re Dawid dihat gotin bû. Lê heta ku Dawid bibe padîşah divê gelek sal bibihûriyana.

Bi îhtimaleke pirr mezin Dawid hê ku zehf ciwan bûye, çûye serdana birayên xwe yên mezin ên ku di artêşa Şawûl de leşkerî kirine. Wê çaxê tevahiya artêşê ji tirsa şervanekî ji artêşa dijmin, dilerizî; vî şervanê dêw ê ku jê re Golyad (ku wekî Yalût jî tê nasîn) dihat gotin ji wan û Xwedayê wan re meydan dixwest. Dawid ji bo vê yekê zehf qehirî û pêşniyara pevçûna bi Golyadê dêw re ya li meydana şer qebûl kir. Dawidê ciwan gava derket pêşberî reqîbê xwe yê ku dirêjiya bejna wî nêzîkî 3 metreyan bû, bi tenê kifkaniyek û çend kevir wekî çek girtin cem xwe. Piştî hêreşan û qerfên Golyad, Dawid got ku wî xwe bi çekên ji yên vî mirovê dêw zehf qenctir girê daye, ji ber ku wî bi navê Yahowa Xweda bi wî re şer dikir! Wî paşê bi yek kevirekî kifkanî, Golyad gêrî erdê kir û serê wî bi şûrê wî bi xwe qût kir. Li ser vê yekê artêşa Filistîn di nava tirs û xofê de ji eniya şer reviya.

Şawûl di destpêkê de li wêrekî û mêrxasiya Dawidê ciwan ecêb ma û ew kir serleşkerê tevahiya artêşa xwe. Lê wî paşê çavnebariya serkeftinên Dawid kir. Ji ber vê yekê Dawid ji bo ku canê xwe rizgar bike mecbûr ma ku bireve û gelek salan jiyaneke fîrarî domand. Lê ligel ku Şawûl dixwest wî bikuje jî, Dawid bi nêrîna ku Şawûl ji aliyê Yahowa Xweda ve padîşah hatiye tayînkirin, ji wî re dilsoz ma. Şawûl paşê di şerekî de hat kuştin. Piştî demeke kurt wek ku Yahowa Xweda ji berê ve soz dabû, Dawid bû padîşah.

“Ezê textê [padîşahiya] wî [her û her bizexmînim].” (2. Samûyêl 7:13)

Dema ku Dawid hê padîşah bû, wi zehf xwest ku ji Yahowa Xweda re perestgehekî ava bike. Lê Yahowa ji Dawid re got ku yekî ji dûndana wî wê vê yekê bike. Ew kes jî wê lawê Dawid ê bi navê Silêman bibûya. Ligel vê yekê Xweda bi peymanekî ku bi Dawid pêxamber re girê da, ew bixelat kir: Ji dûndana wî wê xanedaneke bêhempa bihata. Di dawiyê de ji vê xanedaniyê, Yê Rizgarkar ango Nîjada ku li Adenê hatibû sozdayîn wê bihata. Ewê bibûya Mesîh; wateya vê bêjeyê, yê ku ji aliyê Xweda ve jê re rayedarî hatiye dayîn ango “Yê ku ji bo mertebeyekî zehf taybet hatiye tayînkirin e”. Yahowa Xweda soz da ku Mesîh wê bibe rêveberê padîşahiyeke herheyî.

Dawid di serdema xwe de bi spasdariyeke zehf mezin ji bo projeya Perestgehê gelek madenên giranbiha û tiştên ku di çêkirina avahiyan de hewcedarî pê hene, amade kirin. Herweha wî bi navgîniya peyxama Xweda gelek Zebûr jî nivîsîn. Dawid pêxamber di salên dawîn ên jiyana xwe de ev rastî anî ziman: “Ruhê XUDAN, bi navgîniya min ... got û gotina wî, li ser zimanê min bû” (2. Samûyêl 23:2).

Ji 1. Samûyêl; 2. Samûyêl; 1. Dîrokan; Îşaya 9:7; Metta 21:9; Lûqa 1:32; Yûhenna 7:42.