Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 10

Silêman bi Şehrezayiyê Padîşahiyê Dike

Silêman bi Şehrezayiyê Padîşahiyê Dike

Yahowa Xweda şehrezayiyê dide padîşah Silêman; di pêvejoya desthilatdariya Silêman de, lawên Îsraêl jiyaneke bêhempa ya ku bi aştî û bereketê ve tije bû domand.

LI welatê neteweyekî ku padîşahê xwe Yahowa Xweda li ser xwe wekî rêveber bipejirîne û guh bide Yasayên wî, gelo wê jiyan çawa be? Di pêvejoya 40 salên ku padîşah Silêman desthilatdariya xwe domand de, bersîva vê pirsê hat dîtin.

Dawid beriya mirina xwe biryar da ku Silêman li ser textê wî rûne. Xweda di xewnekî de ji Silêman xwest ku ew daxwaziyekî jê bike. Silêman jî ji bo ku bikare bi awayeke şehreza û dadperwer li ser gel desthilatdariya xwe bidomine, ji Xweda xwest ku ew zanyarî û şehrezayiya ku hewcedariya wî pê hebû, bide wî. Ew daxwaz li xweşe Yahowa Xweda çû, wî şehrezayî û fêmdarî da Silêman. Herweha Yahowa jê re soz da ku heger Silêman bi awayeke berdewamî guh bide wî, wê bibe xwediyê dewlemendî, berzahî û temeneke dirêj jî.

Silêman bi biryarên ku bi awayeke şehreza dida, bû miroveke navdar. Carekê di dozekî ku li ba wî hat vekirin de, du jin, li ser derguşekî bi hev re ketibûn guftegoyê û herduyan jî di angaştnameya xwe de, digot ku ez diya derguşê me. Li ser vê yekê Silêman jî ferman da ku bedena derguşê bi du parçeyan ji hev bê cûdakirin û her parçeyek ji jinekê re bê dayîn. Jina pêşî ev biryar pejirand, lê diya rasteqîn hema dest bi libergerîn û lavayan kir û xwest ku zarok, ji jina din re bê dayîn. Bi vî awayî bi awayeke pirr zelal hat selmandin ku jina bişewqet, diya rasteqîn e û Silêman zarok da wê. Demeke kurt piştî vê bûyerê xebera derbarê vê biryarê de, li tevahiya Îsraêlê belav bû û gel fêm kir ku şehrezayiya Xweda bi Silêman re ye.

Ji karên herî mezin ên ku Silêman bi awayeke serkeftî kirin, yek avakirina Perestgeha Yahowa Xweda bû, ev Perestgeh ji bo lawên Îsraêl avahiyeke gewre bû ku li Orşelîmê wekî navenda perestinê dihat bikaranîn. Gava ev Perestgeh ji Xweda re hat pêşkêşkirin, Silêman weha dua kir: “A vay, ezman û ezmanê ezmanan nikarin te ragirin; ma xaniye ku [min ava kiriye li dijî vê çiqas kêm e]!” (1. Qiralan 8:27).

Nav û dengê Silêman li welatên din jî belav bû û gihîşt heta welatê Şebayê yê ku li Erebîstanê bû, şahbanûya Şebayê jî, bi armanca ku rewnaqî û dewlemendiya wî bibîne û kûrahiya şehrezayiya wî biceribîne, hat cem Silêman. Şehrezayiya Silêman û bereketa li welatê Îsraêlê evqas bandor li wê şahbanûyê kir ku wê, Yahowa Xweda meth kir ku wî zilameke wusa şehreza li ser textê padîşahiyê daye rûniştandin. Bi rastî jî, rêveberiya Silêman a bi alîkariya Yahowa di tevahiya dîroka Îsraêla kevin de, bû serdemeke herî zêde bi aştî û bereketê ve, tije.

Lê pirr mixabin ku Silêman bi berdewamî li gor şehrezayiya Yahowa tevnegeriya. Wî paşê guh neda Fermanên Xweda û bi gelek jinan re zewicî ku pirraniya wan perestdarên pût û peykeran bûn. Van hevserên wî, ew ji Yahowa Xweda dûr xistin û wekî xwe kirin perestdarê pûtan. Yahowa Xweda ji Silêman re got ku ewê qismekê padîşahiyê ji dest wî bistîne. Bi tenê yek parçeyekî padîşahiyê wê ji malbata wî re bimana û Xweda, ev yek jî ji bo xatirê bavê wî, yê Dawid dikir. Bi vî awayî ligel ku Silêman peywira xwe bicîh neanî jî, Yahowa Xweda ji peymana padîşahiyê ya ku bi Dawid re girê dabû re, dilsoz ma.

Ji 1. Qiralan ji beşa 1 heta 11; 2. Dîrokan ji beşa 1 heta 9; 5. Mûsa 17:17.