Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 10

Silêman Padşayê Bîlan

Silêman Padşayê Bîlan

Yehowa bîlaniyê dide Silêman. Wedê serwêrtiya wî, cimeta Îsraêl edilayêda û bextewariyêda dijît

HERGÊ temamiya cimetê û padşayê wan gura Yehowa Xwedê bikirana û qanûnên wî biqedandana, emirê wan wê çawa bûya? Wedê serwêrtiya Silêmane 40 salî, caba vê pirsê eyan bû.

Pêşiya mirina xwe, Dawid kifş dike Silêman ça padşa. Xewnêda Xwedê wîra xuya bû û ji wî pirsî, ku ewî wê çi ji Xwedê bixwesta. Silêman bîlanî û zanebûn xwest, wekî rast û bi aqilayî dîwana cimetê bike. Xwestina wî gelek dilê Yehowa xweş hat, lema jî Yehowa bîlanî û serwaxtî da wî. Xêncî vê yekê Yehowa soz dabû wî, ku hergê ew gura wî bike, ewê navdariyê, hebûnê û emirê dirêj bistîne.

Silêman pê dîwankirina xweye bi aqilayî, bû yekî navdar. Carekê, du kulfet hatin cem Silêman. Wana hevra şer dikir seva kurekî tezebûyî. Her kes ji wana digot, ku ew e dîya zarokê. Silêman ferman da, wekî zarê ortêda têkine du kera, û her yekêra kerîkî bidinê. Kulfetek qayîl bû, lê ew kulfeta ku bi rastî dîya zarokê bû, destpêkir lavaya Silêman bike wekî zarê bidine kulfeta din, tenê nekujin. Hingê Silêman padşa fem kir, wekî ev e dîya zarokêye rast. Ewî zar hilda û da dîya wî. Wede şûnda, temamiya cimeta Îsraêlê pêhesiya derheqa bîlaniya Silêman, û fem kir wekî bîlaniya wî ji Xwedê bû.

Şixulên Silêmanî lapî mezin, avakirina paristgeha Yehowa bû Orşelîmêda, kîderê ku Îsraêlî dikaribûn Yehowara dua kirana û qurban jî wîra baniyana. Ser eyda vekirina paristgehê, Silêman duayên xweda Yehowara got: “Wa ezmanê-ezmana nikarin te cîwar kin, lê ku ma ew paristgeh, ya ku min ava kir” (1 Padşatî 8:27, DT).

Nav û dengê Silêman gihîşte gelek ciyên dûr, heta şeherê Erebistanê û Şebayê jî. Xanim-padşaya Şebayê çû Orşelîmê, wekî bivîne rûmet û dewlemendtiya Silêman padşa, usa jî wekî pê pirsên xweye çetin wî bicêribîne. Çaxê xanim-padşa, bîlaniya Silêman û usa jî pêşdaçûyîna Îsraêlê dît, ew gelek ecêbmayî ma û navê Yehowa hurmet kir, ku padşakî usa bîlan daye ser text. Yehowa serwêrtiya Silêman kerem kir û lema jî nava terîxiya Îsraêlê, tenê padşatiya Silêmanda edilayî û bextewarî hebû.

Yazix wekî Silêman ew bîlaniya ku Xwedê dabû wî, qîmet nekir. Ewî guh neda qanûnên Yehowa û bi seda jin xwera anîn. Heçî zef ji van jina, xudanên qelpra xizmet dikirin. Hêdî-hêdî wana dilê Silêman xirab kir û ew ji Yehowa dûr ket. Ewî destpêkir serê xwe ber pûta dayne. Xwedê gote Silêman, wekî wê padşatiyê lê bistîne û tenê seva xatirê Dawid, pareke biçûk wê bihêle malbeta wîra. Rast e Silêman Xwedê hîşt, lê Yehowa dîsa jî hindava peymana Padşatiyê amin ma, ya ku tevî bavê wî Dawid girêda bû.

​—Ser hîmê kitêbên 1 Padşatî serê 1 heta 11; 2 Dîrok serê 1 heta 9; Qanûna Ducarî 17:17.