Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 18

Keremetên Îsa Mesîh

Keremetên Îsa Mesîh

Ji keremetên Îsa rind tê kifşê, wekî çaxê ew bibe padşa ew qewata xwe wê ça bide xebatê

XWEDÊ qewat da Îsa Mesîh seva şixulên usa, yên ku tu merî nikaribû bikira. Îsa gelek keremet dikirin, û gelek car elaleta mezin dibû şedê van keremeta. Bi van keremeta Îsa îzbat dikir, wekî ew ji dijminên xwe gelek qewattir e û dikare çetinayên usa safî ke, yên ku tu kes ji meriya nikare safî ke. Niha emê pêbihesin derheqa çend keremetên wî.

Birçîbûn. Derbekî, Îsa ji avê şeraveke baş çêkir, eva keremeta wîye pêşin bû. Lê usa jî ewî du cara, pê çend mesî û nana, bi hezara merî têr kir, û herdu cara jî xwarin usa zêde bû, ku ber wana ma.

Nexweşî. Îsa Mesîh “her cûre êş û nexwaşî” qenc dikirin (Metta 4:23). Ewî yên kor, ker, seqet, topal, kotî, hîvketî û şilûşet jî qenc dikirin. Tune bû nexweşiya usa, kîjan ku Îsa nikaribûya qenc kira.

Qewata tebiyetê. Carekê Îsa tevî şagirtên xwe, pê qeyikê ser Bera Celîlêra diçû. Nişkêva firtoneke mezin rabû, şagirtên Îsa gelek tirsiyan. Hingê Îsa gote firtonê: “Bisekine, ker be!”, û ba pêra-pêra seqirî (Marqos 4:37-39). Carekê jî, çaxê li ser berê firtone bû, Îsa Mesîh xwera hêsa ser avêra diçû (Metta 14:24-33).

Ruhên xirab, dêmek cin. Cin dijminên Xwedê ne, û ewana ji meriya gelek qewattir in, lema jî merî nikare xwe ji wana xilaz ke. Îsa gelek car emir kiriye, wekî cin ji meriya derkevin û wana bihêlin. Îsa ji cina neditirsiya, lê ewana ji Îsa Mesîh ditirsiyan, çimkî wana zanibû derheqa mezinaya hukumê wî.

Mirin. Tune meriyên usa ku bikaribe ji mirinê xilaz be, lema jî li ser mirinê tê gotinê “dijminê xilaziyê” (1 Korintî 15:26). Lê Îsa, mirî sax dikirin. Mesele, ewî kurê jinebîkê û usa jî keçikek vegerande jîyînê. Keremeta wîye lape zor ew bû, ku ewî ber çevê geleka hevalê xwe Lazar, yê ku îda çar roj bû ku mirî bû, sax kir! Hela hê dijminên Îsa jî mecbûr bûn qayîl bin, wekî Îsa keremeteke usa kir (Yûhenna 11:38-48; 12:9-11).

Lê gelo Îsa çira ev keremet dikirin? Ne ew merî, yeke wê bimirana? Rast e ev usa ne, lê bi van keremeta dihate îzbatkirinê, wekî pêxembertiyên derheqa Mesîh û Padşatiya wî, wê eseyî bêne sêrî. Padşê ku Xwedê xwexa jibart, wê birçîbûn, nexweşiya, teşqelên tebiyetê, cina û mirinê bide hildanê. Em dikarin bê dudilî van pêxembertiya bawer bikin, çimkî çaxê Îsa li ser erdê bû ewî îzbat kir, wekî ewî ji Xwedê îda qewateke usa standiye.

​—Ser hîmê kitêbên Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna.