Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 21

Îsa Sax e!

Îsa Sax e!

Îsa xwe nîşanî şagirtên xwe dike, wekî wana şîret ke û dilgerm ke

PAŞÎ mirina Îsa Mesîh, sê roj derbaz dibe, û çend jin ji şagirtên Îsa diçin berbi tirba wî û divînin, wekî kevirê ku şkeft dadida, vêdakirî ye û tirb vala ye!

Nişkêva du melek xuya dibin, û yek ji wan dibêje: “Hûn li wî Îsayê Nisretê digerin . . . ew ji mirinê rabûye!” (Marqos 16:6). Ewana zûskava revîn cem şagirtên Îsa, wekî evan tişta gilî kin. Wî çaxî rêva Îsa rastî wan hat, û wanara got: “Netirsin! Herin bêjine birên min, ku ew herine Celîlê û li wir wê min bibînin” (Metta 28:10).

Wê rojê hine wede şûnda, du şagirtên Îsa ji Orşelîmê diçûne gundê Emwasê. Yekî xerîb nêzîkî wan bû û pirsî, ka derheqa çi ewana xeber didin. Ew Îsayê saxbûyî bû, lê wana ew nas nekir. Şagirtên medekirî caba wî dan, wekî derheqa Îsa Mesîh xeber didin. Mêrê nenas destpêkir ew giliyên ji Kitêba Pîroz, yê ku derheqa Mesîh hatibûn nivîsarê, wanara gilî kir û şirovekir. Rastî jî, pêxembertî derheqa Mesîh, li ser Îsa hûr bi hûr hatin sêrî. a Çaxê şagirta fem kir, wekî ev merî Îsa ye, yê ku ça ruh hatibû sax kirinê, Îsa betavebû.

Ev du şagirt pêra-pêra vegeriyan Orşelîmê. Wana şagirtên Îsaye ku tevayî top bibûn, dîtin û hemû tişt wanara gilî kirin. Wê gavê, rast e derî dadayî bû, lê nişkêva Îsa xuya bû û ber wan sekinî. Şagirtên ecêbmayî, nikaribûn bawer kirana wekî ew Îsa ye! Lê Îsa pirs kir: “Hûn çima şaşmayî mane û dudilî ne?”. Û paşê zêde kir: “Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikişîne û roja sisiya ji mirinê rabe” (Lûqa 24:38, 46).

Nava 40 rojada, Îsa gelek car xwe nîşanî şagirta kir. Carekê, Îsa xwe nîşanî 500 şagirta zêdetir kir! Ça tê kifşê, hingê Îsa şixulekî ferz da wana: “Niha herin hemû mileta hîn kin, . . . û wan hemû temiyên ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me!” (Metta 28:19, 20).

Çaxê Îsa cara paşin rastî 11 şagirtên xweye amin hat, ewî soz da: “Gava Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û . . . heta serê dinê jî bibine şedên min” (Karên Şandiya 1:8). Paşî vê yekê, Îsa hilkişiya li ezmana û nava ewirada ber çevê şagirta betavebû.

—Ser hîmê kitêbên Metta serê 28; Marqos serê 16; Lûqa serê 24; Yûhenna serê 20 û 21; 1 Korintî 15:5, 6.

a Hê zêde bona pêxembertiyên derheqa Mesîh, yên ku li ser Îsa hatibûn sêrî, hûn dikarin pêbihesin ji vê broşûrê, Para 14, 15 û 16-da, usa jî ji kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, rûpêlên 199-201.