Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 23

Mizgînî Belav Dibe

Mizgînî Belav Dibe

Pawlos bi armanca ku Mizgîniyê belav bike, bi ser derya û parzemînan re rêwîtî kirin.

PAWLOS piştî ku bû şopînerê Îsa Mesîh bi daxwazeke ji dil û can dest bi ragihandina Mizgîniya derbarê Padîşahiya Xweda de kir. Ew berê dijberê vî karî bû, lê niha ji ber ku Mizgîniyê dide, bi xwe bi dijatiyeke dijwar re rûbirû ma ye. Ev şandiyê ku nizane westîn çiye, ji bo ku Mizgîniya li ser Padîşahiyê belav bike, çend caran derket rêwîtiyên dirêj û li gelek cihan geriya. Wî Mizgîniya rêveberiya ku armanca Xweda ya ku wî di destpêkê de derbarê mirovahiyê de dabû, pêk dianî, dida.

Pawlos di gera xwe ya yekemîn de, li bajarê Lîstrayê yê ku li nêzîkî Hatûnsarayê di nav sînorên Qonyaya îroyîn de bû, zilameke ku ji zikmakî kulek bû sax kir. Ajaweyên ku li dor wan civiya bûn, ji Pawlos û rêhevalê wî Barnabos re xweda digotin û bi dengeke bilind hilan didan wan. Ev herdu zilam bi zor û belayê ji mirovan re bûn asteng, da ku ji wan re goriyan pêşkêş nekin. Heman ajawe paşê di bin bandora dijberên wan de ma û Pawlos dan ber keviran. Di dawiyê de wan guman kir ku Pawlos miriye û dev ji wî berdan. Lê Pawlos di encama vê êrîşê de li jiyanê ma û piştî demekî ji bo ku bi şîretên xwe cesaretê bide şagirtên li wir, dîsa çû heman bajarî.

Ji şopînerên Îsa Mesîh hin kesên ku bi eslê xwe Cihû bûn, ji yên ku ji neteweyên din bûn xwestin ku ew jî li gor hin Fermanên di Yasaya Mûsa de tevbigerin. Pawlos ev mesele bir ber şandî û pîrên ku li Orşelîmê bûn. Ew jî bi baldarî li ser tiştên ku di Nivîsarên Pîroz de dihatin gotin fikirîn û wan paşê bi rêberiya Ruhê Pîroz ê Xweda ji civînan re nameyek nivîsî. Wan bi navgîniya vê nameyê tembîh li yên ku bawerî anîne kir, da ku ew xwe ji pûtperestî, vexwarina xwînê yan xwarina goştê bixwîn û bêsincîtiyê ango zînayê biparêzin. Fermanên ku “divê” wan guh bidanayê ev bûn, lê guhdayîna van tiştan nedihat wateya pêkanîna Yasayên Mûsa (Karên Şandiyan 15:28, 29).

Pawlos di gera xwe ya ku bi mabesta Mizgîndayînê didomand de, çû serdana bajarê Veriyaya Kevin ê ku li axên Yewnanîstana îroyîn bû. Cihûyên li wir bi daxwazeke pirr mezin guh didan peyama ku Pawlos radigihand û ji bo ku bibînin hîndariyên wî rastin jî, her roj ji Nivîsarên Pîroz lêkolîn dikirin. Lê Pawlos ji rûyê dijatiyê careke din mecbûr ma bajarê ku lê bû terk bike û ji wir çû Atînayê. Wî axavtina ku li wir li ber komek Atînayiyên zana ango perwerdebûyî, bi awayeke bi bandor pêşkêş kir, bo nazikî, şehrezayî û fêmdariyê bû mînakek taybet.

Pawlos piştî gera xwe ya sêyemîn çû Orşelîmê. Ew gava çû serdana Perestgeha Pîroz, li wir hin Cihûyên ku xwestin wî bikujin, tevlihevî bikar xistin. Li ser vê yekê leşkerên Romayî dest avêtin vê mijarê û Pawlos kişandin pirsyariyê. Ji ber ku Pawlos hemwelatiyê Romayê bû, wî paşê parastina xwe li ber walî Felîks ê ku bi eslê xwe Romayî bû kir. Cihûyan derbarê giliyê ku dikirin de, nekarîn li dijî Pawlos tu delîlekî derbasdar pêşkêş bikin. Pawlos paşê derket hizûra walî Fêstos ku ew jî Romayî bû û ji bo ku wî teslîmî Cihûyan neke, jê re got: “Ez doza xwe dibim ber Qeyser!” Li ser vê yekê Fêstos jî, lê vegerand û got: “Tu yê herî ba Qeyser” (Karên Şandiyan 25:11, 12, MIZ).

Wan ji bo ku bê darizandin, Pawlos bi keştiyê birin Îtalyayê. Lê ji ber ku di pêvejoya dema rêwîtiyê de keştiya wan noqî deryayê bû, Pawlos mecbûr demsala zivistanê li girava Maltayê bihûrand. Ew di dawiyê de gihîşt Romayê û di maleke ku li wir kirê kir de, bi qasî du salan jiyana xwe doman. Ev şandî ligel ku di bin çavdêriya leşkerên parêzger de bû jî, Mizgîniya derbarê Padîşahiya Xweda de, bi dil û eşq ji tevahiya kesên ku dihatin serdana wî re radigihand.

Ji Karên Şandiyan 11:22–28:31.