Here Naverokê

Here naverokê

Peyama ku Pirtûka Pîroz Radigihîne: Kurte

Peyama ku Pirtûka Pîroz Radigihîne: Kurte
  1. Yahowa Xweda, Adem û Hewayê diafirîne û ji wan re di bihişta li ser rûyê erdê de, derfeta jiyaneke herheyî dide. Şeytan ji bo ku Navê Xweda gemarî bike, bi bûxtanan derbarê mafê rêveberiya wî de, şik û gumanan peyda dike. Adem û Hewa jî, beşdarî serhildana Şeytên dibin, ev yek hem wan û hem jî dûndana wan dike gunehkar û mirindar.

  2. Yahowa Xweda derbarê serhildêran de, biryara xwe dide û soza hatina Rizgarkarekî dide; ev Rizgarkarê ku jê re “Nîjad” jî tê gotin, wê Şeytên tune bike û tevahiya xerabiyên ku ji rûyê serhildanê û guneh peyda bûne ji holê rake.

  3. Yahowa Xweda derbarê vî Nîjadî de, ji Birahîm û Dawid re sozê dide û dibêje Mesîhê ku wê her û her padîşahiyê bike, ji dûndana wan rabe.

  4. Yahowa Xweda derbarê Mesîh de, ji pêxamberên xwe re agahiyan radigihîne. Ev Mesîh wê mirovan ji bandora gunehan û mirinê rizgar bike. Ewê bibe padîşahê Padîşahiya Xweda û bi yên ku peywira rêveberiyê pê re hatine parvekirin re, desthilatdariyê bidomîne. Ewê tiştên wekî şer, nexweşî û mirinê bi tevahî ji holê rake.

  5. Yahowa Xweda Îsa ji ezmên dişîne ser ruyê erdê û wî wekî Mesîh dide nasîn. Îsa pêxamber Mizgîniya derbarê Padîşahiya Ezmanan de radigihîne û ji bo mirovahiyê jiyana xwe wekî gorî pêşkêş dike. Xweda paşê Îsa Mesîh, bi awayeke ruh vedijîne û hildikişîne ezmanan.

  6. Yahowa Xweda li ezmanan Îsa Mesîh li ser Textê Padîşahiyê dide rûniştandin. Ev yek îşareta destpêkirina Rojên Dawîn ên vê dewrana xerab e. Îsa ji şopînerên xwe re rêberiyê dike, da ku Mizgîniya derbarê Padîşahiya Xweda de, li seranserê tevahiya cîhanê belav bikin.

  7. Yahowa Xweda, ji Îsa Mesîh re Fermanê dide da ku padîşahî rêveberiya vê cîhanê ango ya li ser rûyê erdê bigire dest xwe. Padîşahî tevahiya rêveberiyên xerab tune dike, rûyê erdê dike bihişt û hemû mirovên ku ji Xweda re dilsoz in, digihîne bêkêmahiyê. Bi vî awayî mafê birêvebirina Yahowa Xweda, heta hetayê rastdar tê derxistin û Navê wî yê Pîroz ji bûxtanan tê paqijkirin.