Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Têma ya Kitêba Pîroz; Fikirên Ferz

Têma ya Kitêba Pîroz; Fikirên Ferz
  1. Yehowa Adem û Hêwa efirand û xwest ku emirê heta-hetayê Cinetêda bide wan. Şeytan Mîrê-cina navê Xwedê Yehowa bêhurmet dike û îzina Wîye ku serwêrtiyê bike dike bin şikê. Adem û Hêwa tevî Şeytanê miqabil bûn yek, û bi vê yekê wana xwera û zuretên xwera gune û mirin anîn

  2. Yehowa yên miqabil sûcdar dike, û soz dide wekî Xilazkar yan jî Zuret wê bê, Mîrê-cina kuta ke, usa jî hemû tiştên ku ji bo miqabiliya wî pêşda hatin, mesele gune bide hildanê

  3. Yehowa soz dide Birahîm û Dawid, wekî ji wana Zuret, yan Mesîh pêşda bê, yê ku wê bibe Padşa û heta-hetayê serwêrtiyê bike

  4. Pêxembera ji bîna ber Yehowa pêxembertî dikirin, wekî Mesîh wê meriya ji gune û mirinê xilaz ke. Ew wê tevî 144 000 Padşatiya Xwedêda padşatiyê bike û şera, nexweşiyê û mirinê bide hildanê

  5. Yehowa Kurê xwe dişîne ser erdê û dide kifşê, ku Îsa Mesîhê sozdayî ye. Îsa derheqa Padşatiya Xwedê şedetiyê dide û emirê xwe dike qurban. Paşê, Yehowa wî ça kesê ruhanî sax dike

  6. Yehowa Kurê xwe ser textê Padşatiya ezmana kifş dike û nîşana rojên kutasiya vê dinya xirab destpêdibe. Îsa rêberiyê şagirtên xweye ser erdê dike, yên ku mizgîniya Padşatiya Xwedê nav temamiya dinyayêda bela dikin

  7. Yehowa rêberiyê dide Kurê xwe, wekî ser erdêra Padşatiyê bike. Ev Padşatî wê hemû serwêrên dinyayêye xirab qir ke, erdê bike Cinet û merî wê bibine bêqisûr. Wê îzina serwêrtiya Xwedê îzbat be û navê wî heta-hetayê pîroz be