Here Naverokê

Here naverokê

Fikirê We Çi ye?

Fikirê We Çi ye?

Hin kesên ku bi Pirtûka Pîroz îmanê tînin, bawer dikin ku cîhan û her tiştê li ser wê tenê beriya çend hezar salan, di şeş rojên herfî de hatiye afirandin. Hin kesên ateîst jî fikirê ku Xweda tune, Pirtûka Pîroz pirtûkeke bi efsaneyan ve tije ye û jiyanê bi xwe jî bi tesadûfê dest pê kiriye, belav dikin.

Îro gelek mirov, an ji van herdu fikirên dijhev bi yekî bawer dikin, an jî tam nizanin ku divê ew bi kîjanê bawer bikin. Madem ku hûn vê weşanê dixwînin, bê guman hûn jî bi mijara ku jiyanê çawa dest pê kiriye, eleqedar dibin. Belkî hûn bawer dikin ku Xweda heye û rêzdariyê ji Pirtûka Pîroz re digirin. Feqet di heman demê de hurmetê didin argumentên gelek mirovên zana û navdar, ku ji wan gelek bi afirînê bawer nakin. Heger hûn bav an dêyek bin, mereq dikin ku çawa divê hûn bersîvê bidin pirsên zarokên xwe, yên derbarê peresan û afirînê de.

Armanca vê weşanê çi ye?

Armanca vê weşanê ne ew e, da fikirê kesên ku bawerkirina bi Xweda hilbijartine, yan jî fikirekî taybet ê derheqê afirînê de rexne bike. Ji dêla vê, em hêvîdar in ku ev weşan ji we re alîkariyê bike, da hûn dîsa di ber çavan re derbas bikin, ka tiştên hûn pê bawer dikin xwe dispêrin çi. Ji beşên wê yek, dibe ku qeyda afirînê, ya di Pirtûka Pîroz de ji aliyekî ku we heta niha qet li ser nefikiriye ve pêşkêş dike. Beşa dawîn jî wê nîşan bide ka çima girîng e, ku hûn derbarê destpêka jiyanê de, bi çi bawer dikin.

Gelo hûn angaştên kesên dibêjin, ku afirandêrekî gerdûnê tune û bi Pirtûka Pîroz nikare bê bawerkirin, wê hema qebûl bikin? An jî hûn lê dinêrin ku Pirtûka Pîroz ka bi rastî çi dibêje? Peyvên kê ewlemendiya we heq dikin? Ên Pirtûka Pîroz, an ku yên peresanparêzan? (Îbranî 11:1). Hûn çi dibêjin, çima delîlan di ber çavan re derbas nakin?